Le Monde diplomatique kurdî, n° 10
Serge Halimi
Independent Kurdısh Media
Meha bihurî, wêneyekî Bîbî Ayşa li ser berga Time Magazînê hate weşandin. Ne guhê wê hebû û ne jî bêvila wê û bi qasî ku dibêjim, Talîbanan li wê wiha kiriye (1). Li Îranê jî, Sakîne Mohamledî-Aştînaiya ku berê jî hatibû qemçîkirin bi ricimandinê hate ceza kirin. Rûyê wê yê ku hê derb nexwariye, bûye sembola hevgirtina li dijî rejîma Tehranê. Ev herdu dîmenên jinan mirov didin fikirandin, lê gelo li çi didin fikirandin? Ne li bêrehmiya îslamîstên afgan: Sovyetê ev rewş berê dîtibû, gava ku bi piştgiriya rewşenbîrên medyatîk, Rojavayiyan çek didan fondamantalîstan. Wêne herwiha di derheqê rejima serokkomar Mahmûd Ahmedînejad de jî tu agahiyan nade dest sextekariyên ku partîzanên wî di dema hilbijartinan de kirine û pêkutiya li se mxualifên wî, îdamkirin jî di nav de, bûye rengê wê rejimê. Ji dêleva ku bibe sedema ku mirov li ser... |