Kurdisk-Dansk Ordbog
Mesut Zîlan
Gyldendals
Ev ferheng berî her tiştî ji bo pêdawîstîya kurdên li Danîmarkayê, ji bo kurdên penaber û mihacir, ku di fêrbûna danîmarkî de, di xwendin û jîyana xwe ya rojane ya li Danîmarkayê de pêwîstî bi alîkarîyê dibînin, hatîye amadekirin. Nêzîkî 22.000 peyvên sereke û sazkirina hevokan, bi hêvîya bersîvdayîna hewcehîyên vê komê hatine hilbijartin. Lê belê divê ev ji alî danîmarkîyên ku pêwîstî bi fêrbûna kurdî dibînin ve jî, bikare bête bikaranîn. Ez spasîyên xwe pêşkêşî Bîlal Gerger û Jorgen G. Rasmussen dikim, ji bo alîkarîya wan ya di hilbijartina peyvan û wergerandina wan de. Bîlal Gerger di hilbijartina peyvên sereke de û Jorgen G. Ras-mussen jî di wergerandina tîpên A-D de alîkarîya min kirin. Reşo Zîlan wek kontrolker ... |