Gunehên Xweşik
Vînos Fayiq
Avesta
Nizanim te çawa ji min hez kir? ku te dizanî hemû rojê dest û pencên reşeba min dinivîsin Lêvên ewir min bo erdê dixwîne
Vînos Fayiq, li şarê Silêmanî ji dayik bûye. Di sala 1996an de ji Kurdistanê derçûye û niha li Holanda niştecî ye. Ji 13 salî de dest bi nivîsîna şi'rê kiriye. Xwendina xwe ya seretayî bi zimanê erebî û fransî li Cezayir bi dawî kiriye. Lîse jî bi zimanê kurdî û erebî li Silêmanî xwendiye. Xwendina xwe ya bilind li Bexdayê bi dawî aniye. Xwediya Xelata Anqaya Zêrînî ya Navnetewî bo Afirandina Wêjeyî ye. Di gel grûbek ji şa'irên Iraqî, beşdarî di çapkirina du berhevokên şi'ran bi zimanê erebî û holandî kiriye. Cîgira serokê Navenda Rewşenbîrî ya Kurdî li şarê Denhag-Lahey li Holanda ye. Endama desteya rêvebir a gelek rojname û kovaran e. Şi‘rên wê bi navê “Gunehên Xweşih" (2000) çap bûne. |