Versions- Rya Teze, N° 18 (630) [Êrêvan, 1955]
- Rya Teze, N° 19 (631) [Êrêvan, 1955]
- Rya Teze, N° 20 (632) [Êrêvan, 1955]
- Rya Teze, N° 21 (633) [Êrêvan, 1955]
- Rya Teze, N° 22 (634) [Êrêvan, 1955]
- Rya Teze, N° 23 (635) [Êrêvan, 1955]
- Rya Teze, N° 24 (635) [Êrêvan, 1955]
- Rya Teze, N° 25 (637) [Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 22 (634)
Mîroê Esed
Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê
Partîa Komûnîstîê û hukumeta Sovêtîê cîkî mezin didin kînoê, kîjan ku destanînê mezinva pêşda diçe nav welatê meda. Bi hezara fîlmê sovêtîê qebûlkirineke dilşayva têne hildanê neku tenê welatê meda lê osajî ji wela^te me der. Kînoşikil welatê sovêtîêda bi bedewî didine kivşkirinê destanînê cimaeta sovêtîê nav xevata çêkirina komûnîzmêda. Borcê teşkîletêd partîaê, sovêtîê û proftifaqîêne her wext qewînkin şuxulê nîşandana kînoşikila nav cimaeta meda û usa jî bidine nîşandaînê destanînêd îskûstva kînoa sovêtîê. Bona wê yekê cem me hene hemû mecal. Van herdu salê naşinda rêspûblîka meda epêce zêde bûye reqema kînodîtîya. Bese bê gotinê, wekî tenê nava sê mehê îsaline pêşinda li nehîya Ecmîadzînê... |