Versions- Schéref-Nâmeh I شرف نامه ، جلد اول [St. Pétersbourg, 1860-01-01]
- Schéref-Nâmeh II شرف نامه ، جلد دوم [St. Pétersbourg, 1862]
- Chèref-Nâmeh I, 1e p. [St. Pétersbourg, 1868]
- Chèref-Nâmeh I, 2e p. [St. Pétersbourg, 1870]
- Chèref-Nâmeh II, 1e p. [St. Pétersbourg, 1873]
- Chèref-Nâmeh II, 2e p. [St. Pétersbourg, 1875]
- The Sharafnâma - 1597 [California, ]
- Şerefname Kürt tarihi [İstanbul, 1990-01-01]
- Șerefname: Tarixa Kurdistanê ya kevn [Duhok, 2006-01-01]
- Şerefname: Dîroka kurdistanê [İstanbul, 2014-01-01]
Şerefname: Dîroka kurdistanê
Şerefxanê Bedlîsî
Weşanên Azad
Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemû bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.
... ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekerîstana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên 'Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.
|