Destpêka Edebiyata Kurdî
Mehmed Uzun
Beybûn
Herwekî ku tê zanîn, daxuyaniyên siyasî û edebiyatê zêde li hev nayên û ev celeb îzeh û daxuyanî edebiyatê dewlemendtir nakin. Lê mixabin ku ez jî divê bi daxuyaniyeke siyasî dest bi vê kurtelêgera edebî bikim. Ji ber ku çaxa meriv bixwaze behsa ziman û edebiyata kurdî bike, bivênevê, berî her tiştî, meriv bêgav e ku li ser rewşa siyasî ya welatê Kurdistanê jî raweste. Li Kurdistanê, her tişt, edebiyat jî tê de, bi siyasetê û jiyana civakî ve girêdayî ye. (Heye ku li tu aliyê dinê, edebiyatek tune be ku mîna ya kurdî, bi siyasetê, evçend, bi zexmî girêdayî be.)¹
Mehmed Uzun, 1953, Siwêrek, heta niha berpirsiyarî û gerînendeyiya çar kovar û rojnameyên çandî û edebî yên kurdî kiriye. Wî di gelek weşanên kurdî, swêdî û tirkî de nivîsarên çandî û edebî nivisîne. Heta niha çar romanên wî, bi kurdî, derketine. Ew endamê PEN-Klûba swêdî, Yekitiya Rojnamevanên Swedê,Yekitiya Rojnamevanên Cîhanê û endamê Komîta. Birêvebir ya Yekitiya Nivîskarên Swêdê ye. Ew li Wezareta Çandî ya Swêdê, mîna pisporê edebiyatên biyanî, dixebite. Romanên wî: Tu, 1985; Mirina Kalekî Rind, 1987; Siya Evînê, 1989; Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, 1991 Werger - Zimanê Çiya (Mountaign Language), Harold Pınter, 1990 |