Apo, Osman Sebrî
Mihemedê Mela Ehmed
Havîbûn
Ew xwediyê van malikên helbestê, yên kû di singa oda rûniştina wî de helawistî û wî baş didin nasîn:
Xwe danînim bo sitem û zorê,
Divê ez serbilind biçim gorê,
Gava birûmet çûme goristan,
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Vêca ka em bên bi hev re, rûpelên jiyana wî ya dirêj biqulbînin, û dîroka xebata wî bixwînin. Osman Sebrî wek me ew naskirî, bi bernavê Apo, ew kurê mezin, yê serokê eşîra Mirdêsa, Sebrî Heydere, di roja 7-ê meha Kanûna didwan ji sala 1905, hezar û nehsed û pêncan, li gûndê Narincê cîhê serokê eşîrê, ya dikevê navbera bajarê Melatye û Ruha (Ûrfê) û Sêwêrekê û Semsûrê (Adiyaman), hatiye dinyayê.
Zarokiyeke xweşbextî, bi rex birayek ...
Naverok
Pêşgotin / 5
Osman Sebrî kî ye / 6
Osman û bûyerên salên bîstan li kurdistana bakur / 7
Kartekerên li ser xebat û ramanên Osman peydabûyîn / 10
Helwesta Osman ji rêzana eşîrtî / 10
Osman û Firensizan li Suryê / 12
Osman û Civata Xoybûnê / 13
Osman û kovara Hawarê / 17
Osman û salên sihan / 20
Osman û hikûmetên Erebî li Sûryê / 27
Çalekiyên Osman ên ramyarî ji destpêka salên pênciyan de / 30
Osman û damezrandina Partî li Sûryê / 34
Osman û astengên Partiyê li Sûryê / 37
Osman û çalekiyên çandî ji salên pênciyan de / 56
Osman û olperestî / 66
Koçkirna Apo, Osman Sebrî / 68
Jêder / 70
PÊŞGOTIN
Osman Sebrî “Apo” navekî geş e di asmanê xebata Kurdayetî de, ne pêwîstî nasînê an pêşgotinê ye, ew cihê rêz û serbilindiyê ye, nemaze di dema bindestiya Kurdan de. Cîhana xebata Kurdan dagirtiye rûmet û ya dagîrkerên Kurdistanê tirs. Lewre kirin kû wî ji qada xebata Kurdayetiyê dûrbikin, lê bi wan re ne çû serî. Gelekan xwestin awayê xebata wî bikin, lê bi wan re derneket, ji ber kû ne karîn ta dawî berdewama wê bin. Ma lehengê xebatê, ser piya rawestayî, ta çû dilovaniyê. Wî digot: “Bi qelsî kes ne bûye xwedî rûmet û şan. " Û ma di dirêjahiya jiyana xwe de ji bo milet û welatê xwe, leşkerek di qada xebatê de. (Em leşkerin sondxwarîne ji bona welat) Û ma mêrekî bi zirav, serbilind. Wî digot: “Serê kû bête danîn, tu caran nayê hildan."
Ew yekaneyê bê hempa bû. sernizmî ne dipijerand ji bo azadiyê û serxwebûnê, tim dikir xebat.
Min jîn navê bin destî, her divê felat
Canê xwe didim bi comerdî di vê rêya han
Yan dê bighêmê, yan dimrim bi rûmet û şan
Ji bo armancên miletê xwe pêkbînê, bawerî bi gotina: Herçî bi zor hatî standin, bi zor tê vegerandin. Û tenê bi xebata bê tebat, milet digîhê armançên xwe yên netewî. Ji bo vê durişmê her û her ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve, çi li Tirkiyê an li Iraqê, an li Sûryê, û çi ji aliyê Ingilîzan, an ji aliyê Frensizan ve, 18 hijdeh caran hate girtin û sê caran, ji welatê xwe hate dûr kirin. Û holê bi xebata xwe, ji bo mafên miletê xwe yên netewî, bi awayê ramyarî û torevanî, bû nemûne ji xeynê xwe re, di qurbaniya xwe de, û di binling kirina berjewendiyên xwe de.
Piştî salên dirêj di jiyanê de û di xebatê de, serê xwe danî ji nav me çû, lê bi şûn xwe ve pêveçûyeke qehremanî hişt, bû kevneşop ji miletê wî re.
Sed rehmet li gora te bê, ey rêberê dilsoz.
Adara – 2003
Mihemedê Mela Ahmed
Osman Sebrî kîye?
Ew xwediyê van malikên helbestê, yên kû di singa oda rûniştina wî de helawistî û wî baş didin nasîn:
Xwe danînim bo sitem û zorê,
Divê ez serbilind biçim gorê,
Gava birûmet çûme goristan,
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Vêca ka em bên bi hev re, rûpelên jiyana wî ya dirêj biqulbînin, û dîroka xebata wî bixwînin. Osman Sebrî wek me ew naskirî, bi bernavê Apo, ew kurê mezin, yê serokê eşîra Mirdêsa, Sebrî Heydere, di roja 7-ê meha Kanûna didwan ji sala 1905, hezar û nehsed û pêncan, li gûndê Narincê cîhê serokê eşîrê, ya dikevê navbera bajarê Melatye û Ruha (Ûrfê) û Sêwêrekê û Semsûrê (Adiyaman), hatiye dinyayê.
Zarokiyeke xweşbextî, bi rex birayek (Nûrî) û xuhek (Horê) di bin siha dê û bavê xwe de jiyaye, lê ev xweşiya ha, bi mirina bavê wî di meha Adara 1915 an de û hê ew deh salî, tê birîn. Lê bi sêwîtiyê neheseha, ji ber kû mamê wî (Şûkrî) yê bû serokê eşîrê, û diya wî mehr kir, (weke adetên nav miletê me yê Kurd, da malbat bête parastin û jev nekevê) ew hembêz kir weke kurekî xwe û bi delalî rakir û guhdaneke mezin dayê, û ew ji bo serokatiya eşîrê pêkanî. Osman li ser apê xwe Şûkrî di kurtejiyana xwe de vê dibêjê:
“Vî apî pirtirî kurên xwe ji min hezdikir, û didam
Pêşiya hemû malbatê, dema rojekê li nav eşîrê derketa
şûngirê wî ez bûm û eşîr lipey min dihat”(1).
Apê wî evê he, wek me got, ew ji serokatiya eşîrê re amade dikir û ew hînê siwarî û şer û rêzana wê dikir. Û ew 18 e salî, fêrî kar û barê wê bibû.
Osman xwendina xwe ya seretayî, di gundê xwe de bi dawî kir û sê salên din jî, di dibistana Rûştiyê li bajarê Kaxtê xwend. Dûv re di sala 1920'an de vegereha gund, ji bo di nav eprê de bimînê. Di payîza 1922'an de û temenê wî 17'e hivdeh salî ⁽jin anî, (keça apê wî Şûkrî) û kurek jêre çêbû, navê wî kirin Şûkrî, lê dûv re tê naskirin bi navê (Welato).
Di sala 1923'an de mamostayek bi navê Îsmaîl efendî, tê gundê wan de mamostayî bikê. Ev mamostayê ha siyasetvanekî sosyalîst ...
Mihemedê Mela Ehmed
Apo, Osman Sebrî
Havîbûn
Çapxana Havîbûn
Apo, Osman Sebrî
Xebatkarê Kurd ê Mezin
(Jînenasî)
Mihemedê Mela Ehmed
-Xebatkerê Kurd ê Mezin,
Apo - Osman Sebrî.
Çapa Yekê
Berlîn 2003
Mafê çapê parastîye
Çapxana Havîbûn / Berlîn
www.havibun.com
apo_osman_sebri_m_m_ehmed.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document