Éditeur : Pencînar | Date & Lieu : 1993, Stockholm |
Préface : | Pages : 132 |
Traduction : | ISBN : 91-97090-3-1 |
Langue : Kurde | Format : 120x190 mm |
Code FIKP : Liv.-Kl.978 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Balafira Jinê Zeraqiyên tavê hêj xwe negihandibûne serê serçimka çiyayên bilind. Di wê kazima sibeha zû ya berbeyanê de, welê qebeqeba kewên ribat xweşexweş ji dormedarên lat û zinaran ve dihate guhên şiyarên di nava livînan de. Pê re jî xuşîna bayê hênik xwe li derî û pencereyên malan dixist. Yekcaran kevokên sipî ji tirsa başokan direviyan û xwe di nava kuçe û kolanan re bera xwarê didan, ew ji bo ku nebin êm û alifê wan hinekan xwe ji hewlerihan li pencereyên vekirî dixist û diketin hinduriyan û tê de xwe ji ber zilma zilmdaran diparastin. Ji kevokan zêdetir, çivîkên malane jî gava ku çav bi wî şerê li asîmanê sayî diketin, ji tirsan direviyan û xwe dixistin qul û qewêreyên kujînekan, tê de dihêwirîn. Dema ew şer û qaleyên giran ên ku di navbera teyr û trûdan de çêdibû, hêj xelkê bajêrê Pêncşayê bi temamî ji xewa xwe ya şêrîn şiyar nebûbû. Ji ber ku xewa wî bajêrî pir xweş û şêrîn, gelekî sivik û nazenîn bû. Lewra Serbajarê...... |
Ouvrage complet | |
Balafira Jinê 4.36 MB La réutilisation non commerciale de ces contenus est libre et gratuite dans le respect de la législation en vigueur et notamment du maintien de la mention de source. |