La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 16


Auteurs : | | | | | | | | | | | | Multimedia | | Multimedia | | Multimedia | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1995, Järfälla
Préface : Pages : 116
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 16

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Monsieur et Madame N.

Hesenê Metê

Di şevşahiyeke welatê me de li restauranteke bajarê X'ê ez jî li ber maseyekê hevaltiya şûşa xwe dikim. Ji bilî min bêyî jin û malî kesek tuneye, ku hebin, Xwedê dizane wan jî li kêleka xwedîmalan cî dane xwe, bi kêmanî diya xwe an jî nasên xwe yên biyanî bi xwe re hanîne vê şeva pîrozwer.

Her cara ku ez piyala şeraba xwe ber bi devê xwe radikim, çavên min jî pê re bilind dibin û ez dibînim. Dibînim ku beşdarên vê şevê çiqasî bextiyar in. Bextiyariya wan ji tevgerên wan, ji xwarin û vexwarina wan diyar e. Lê dîsa jî ku yek rabe û ji hemû mêvanên vê restaurantê bipirse: «Ka bextiyartirîn kesê vê şevşahiyê kî ye?» bêguman dostekî min î kevn ê rabe û bibêje: «Ez im!»

Bi qasî sê masan ji min dûr li kêleka diwêr li dor maseyeke gulover du mêr û du xatûn rûniştine. A ji wan mêran yek, ev dostê min î kevn û bextiyar e. Paşiya dostê min bi min de ye û ew min nabîne. Herçiqas ji zû ve me hevdu ne dîti be jî, min dil nîne ku ez di vê gavê de biçim û bibim xwedîparê bextiyariya wî. Bi bextiyarî piyala xwe bilind dike û bi hevalbendên dora xwe re dinoşîne. Di her carên weha de dostê min bi paş de ditewe û jora serê wî dibiriqe. Dora serê wî bi pirç û jora wî rût e. Bi gotineke din ku hinek fantaziyên meriv hebe, biçe li paş vî dostê min bisekine û ji jor de lê binêre, ew ê bibêje: ...


Ouvrage complet
VisionneuseNûdem, hejmar 16
Visionneuse n'a pas trouvé le document
La réutilisation non commerciale de ces contenus est libre et gratuite dans le respect de la législation en vigueur et notamment du maintien de la mention de source.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues