Încîl, mizgînî
Metta, Marqos, Lûqa, Yuhenna
Kitab-ı mukaddes
Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta
Pêşgotin
Ev beşê Încîlê (Mizgîniyê) bi destê Metta hatiye nivîsîn. Îsa di dema xizmeta xwe ya li ser rûyê erdê de diwanzdeh şagirt* hilbijartin. Gava ku Metta navên diwanzdeh şagirtan dide, ew dide zanîn ku ew «Mettayê bacgir» e.
Metta Cihû bû û li ser navê Romayiyan bac dicivand. Herweha ew bi navê «Lêwiyê kurê Halfayos» jî tê zanîn (Marqos 2:14). Çaxê Îsa gazî Metta kir, wî dev ji karê xwe berda û li pey Îsa çû (Lûqa 5:27-28). Metta ji beşekî xelkê yê wusa dihat ku kesî ji wan hez nedikir. Lê belê wî guhê xwe da banga Îsa û riya wî bijart. Wî ziyafeteke mezin çêkir û Îsa jî vexwend.
Tê gotin ku ev nivîs di nîvê sedsala pêşî de li Entakyayê hatiye nivîsîn û ji mirovên ku dixwestin Îsa nas bikin re bûye çavkanî.
Îsayê ku Metta wî bi mirovan dide naskirin Mesîhê Xwedê ye û padîşahê ku li gor soza Xwedê wê bihata, ew e (2:2; 21:5; 25:34; 27:11, 37, 42). Di Peymana kevin de gelek caran bi devê pêxemberan tê gotin ku Mesîh wê ji malbavka Dawid padîşah bê. Di Încîla Metta de heşt caran ji bo Îsa «Kurê Dawid» tê gotin. Îşaya pêxember* salixê bûyîn û jiyana wî dide (1;23; 12:18; 21:5). Yê ku nexweşiyên mirovan qenc dike û barê wan hildigire jî ew e (8:17).
..... |