Weşan : Avesta | Tarîx & Cîh : 2002, Stenbol |
Pêşgotin : | Rûpel : 96 |
Wergêr : | ISBN : 975-8637-36-3 |
Ziman : Kurdî | Ebad : 130x195 mm |
Hejmara FIKP : Liv. Ku. | Mijar : Wêje |
Danasîn
|
Naverok | Pêşgotin | Nasname | ||
Mehkûm Birayê ezîz! Berî ku dest bi reşbeleka xwe bikim gelek silavên germ ji te re rêdikim, ji herdu çavên te ên reş radimîsim... Lo birawo, ev bûn deh name ku min ji te re şandin, eva jî ya yanzda... Lê ji te, me hêj tu bersiv ne girt! Qe neba me bizaniya ku tu sax î, rehet î... Viya wê dilê me têxista cî, kêfa me bihaniya. Diya min bi girî herdu çavên xwe kor kirin! Heroj rûdine, saetekê digirî û dibê; "Saloxên min ji min re binin!" Pitepita bavê min bi ser min de, dibê; "Tu ji qezda wilo dikî! Tu naman jê re naşînî!" Ez fikirîm ku dibe te navnîşana xwe guherti be û ez çûm min navnîşanek hevalê te ji bavê wî tika kir. Li ser wê navnîşanê jî min çend name şandin. Lê dîsan jî, digel ku ev serê sê mehan e ku em bersivekê ji te dipên... bêfêde ye! |
Hemû Berhêm | |
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne. |