| Kurd û Welatê Wan Kurdistan Belê xorto xwe binas, lê ne ser pelekî, xwe qenc, bi dehkere û bingeh binas. Heyina te, heyina milletê te, tenê bi hatin nasînê tête pê. Hetanî ku tu meyî naskirin, xwe medî nasîn, di nav korna milletan de cihê te nîne.
 Ev kitêboka ha ji bona vê yekê hatiye nivîsandin. Belê armanca wê ev e: Te ji te re dane naskirin.
 
 Xorto! Tu çîlê milletekî kevn, nîjadekî mezin î. Pêşiyên te di rûpelên dîrokê, di gorinên gernas û camêran de raketî ne. Tu kurrê kurdan, neviyê medan, dahatiyê ariyan î...
 
 Dîsan nizanin ku kurd ne avzêm in, kanî ne. Bi dagirtina çem û rûbar bête girtin jî serê kaniyê nayê. Ew dizê û di ber bendan de dipingire, rojekê li wan tête hey di ser wan re diherike û wan di bin pêlên xwe de hildiweşîne.
 Xorto! Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ku çêdikin, ava dikin.
 
 Keçê! Di van gotinan de para te ne hindik e. Keçê! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yî ku min şîretan lê kir û kar û xebata wî şanî wî da. Belê keçê, ev xortê ha xortê te ye...
 
 Keçê! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bikî ü bigihînî ku Ii pesn û şabaşan seza bit û lome jê mebit. Keçê! Tu di herkar û deravî de arîkara xortê min î. Tu ê pê re bijî, pê re jî bimirî.
 Celadet Alî BedirxanNaverok Pêşgotin / 7KURD Û WELATÊ WAN KURDISTAN / 9
 Xwe binas... / 11
 Welat, welatînî û al / 21
 Kardûx ü welatê Kardûxan an Kurd û Kurdistan
 di wextê Yewnanistana Kevin de / 25
 Kurd û Kurdistan Bi çavê biyaniyan / 37
 Biyaniyeki di Kurdistanê de çi dîtine / 51
 Kurdên Ecemistanê û halê wan / 55
 Newrûz; Bîst û Siseyê Nisanê / 61
 Sultan Selaheddinê Eyyûbi / 69
 Civata Alîkariyê ji bona Kurdên Belengaz / 73
 Dengeki Zerdeştiyan / 77
 Ji eşirên Botan: Jêliyan / 79
CELADET ALI BEDIRXAN: Di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Neviyê Mir Bedirxan Paşa ye. Dibistana yekemîn a navin li Stenbolê xwend. Di Şerê Cîhan ê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas bû. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekitiya eşirên kurd pêk bine xebiti, lê bi ser neket. Di sala 1922an de tevi birayê xwe Kamiran Ali Bedirxan çû Almanya û li wir xwendina xwe domand. Di 1925an de derbasî Rojhilata Navin bû, pişti demekê li Kahire ma çû Sûrî û li wir bi cih bü. Li Binxetê bi Haco Axa û  ronakbirên din ên kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30î de dest bi xebatên kulturî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Elfaba kurdi bi latinî çêkir. Li ser gramera kurdi xebatên gelekî giring kirin. Celadet Ali Bedirxan, di 15ê Tlrmeha 1951ê de li Şamê çû ser dilovaniya xwe.
 Avesta, hemû berhemên Bedirxan ji nû ve diweşîne. Kitêbên ku çap bûne: Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî), De La Question Kurde / Kürt Sorunu Üzerine (bi frensî û tirkî), Were Dotmam (Şi`rên Hawarê), Kürtçe Gramer (tevî Roger Lescot), Edirne Sukütunun İç Yüzü (tevî Kamiran Bedirxan)
 
 Berhemên Giştî ên Celadet Alî Bedirxan vê carê bi lêkolîneke kurdolojî didome: Kurd û Welatê Wan Kurdistan. Her xwendinek an jî lêgerînek a di nav rûpelên Hawarê de fikr û dîtinên nû dide mirov. Ev berhema di destê we de jî encama yek ji van xwendin û lêgerînan e. Ev berhevok aliyekî din ê Hawar / Celadet Alî Bedirxan derdixe ber çavan: Xebatên kurdolojî.avesta / KURDOLOJÎ: 287/119 Kurd û Welatê Wan KurdistanCeladet Alî Bedirxan
 Edîtor: Abdullah KeskinBerg: Azad Aktürk
 Wêneyê Bergê: Ali Şamil Paşa, 1890
 Ji arsîva Sînemxan Bedirxan
 Tprêzî: Sogul Duraker, Şivan Ar
 Xwendin û Mîzanpaj: Avesta
 Çapa Yekem: 2009, Stembol
 Çap: Berdan MatbaasıSadık Daşdöğen Davutpağa Cad. Güven San. Sit. C Blok, No: 239
 TOPKAPI / ISTANBUL
 Tel: (0212) 613 12 11
 © Avesta, 2009Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin
 AVESTA BASIN YAYINREKLAM TANITIM MÜZIK DAĞITIM LTD. ŞTİ.
 Sakız Ağacı Caddesi Öğüt Sokak No: 7
 BEYOĞLU / İSTANBUL
 Tel-Faks: (0212) 251 44 80 - (0212) 243 89 75
 Ekinciler Caddesi
 Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
 OFİS / DİYARBAKIR
 Tel-Faks: (0412) 223 58 99
 www.avestakitap.cominfo@avesta kitap.com
 ISBN : 978-9944-382-87-8
  PDFTéléchargement de document non-autorisé. |