La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çend rûpel ji dîroka gelê kurd


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1991, Spånga
Préface : Pages : 274
Traduction : MultimediaISBN : 91-87730-11-1
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2616 Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çend rûpel ji dîroka gelê kurd

Çend rûpel ji dîroka gelê kurd 

Ev kitêba destê we ya dîroknasê hêja Mamoste Dr. Kemal Mezher Ehmed e ku orîjînalê wê bi Zarava Soranî (Kurmancîya Xwarê) bi navê "Çend Lapereyek Le Mêjûwê Gelê Kurd" (beşê yekem) di sala 1985'an de li Iraqê hatîye çapkirin. Di wergerandinê de hin metnên wergerê yên ku ji rojname û kovarên Kurdî (her wekî rojnama Kurdistan) hatine stendin ji bo wergerandinek hîn tekûztir çêbe, karê dana wan ber orîjînalan ji aliyê Mamoste Malmîsanij de hatîye kirin. Em li vir sipasê xwe jê re dikin.

Kitêb ji şanzdeh gotarên Dr. Kemal Mezher ên di cuda cuda deman de hatine nivîsandin pêk té. Her yek ji van gotaran bi serê xwe quncikek dîroka gelê me yên di tarîtîyê de mayîn didin ronîkirin. Bi kurtî mirov dikare bêje her yek ji van gotaran ji me re wek kitêbek in.

Bêguman afirandinên Dr. Kemal Mezher ne ev tenê ye. Bi dehan gotar il kitêbên wî yên gelek hêja yên di warê lêkolîna dîroka Kurdistanê de hene. Lê gelek mixabin ji ber bikaranîn alfabek aida, heta îro, nemaze xwendevanên Kurdistana bakur nekarîne îstîfade ji van afirandinên hêja bikin.
 
Ji ber vê em dibêjin ku gava xwendevan vê kitêba destê xwe de bixwîne biqedîne em bawer dikin wê ew jî bigihîje wê qeneetê ku bi çapkirin Kurmancîya wê, me çawa kareki di cih de kirîye. Ger xwendevarên hêja beşdarîya vê nêrîna me bike em xwe bextîyar dihesibînin.


Table des Matières

NAVEROK

Daxuyanîyek Kurt / 3
Pêşgotina Nivîskar / 5

Mijara Yekem :
Rola Kurdan Di Dîroka Şaristanîyetê de / 7

Mijara Diduyan :
Balkêşanek Dîrokî Li Ser Zimanê Me / 11

Mijara Sisîyan :
Şerefname Di Kurdnasîya Sovyet de / 19

Mijara Çaran:
Kurd Li Ba Gordlevskî / 31

Mijara Pêncan :
Li Ser Karaktera Serîhildana Mezin a Sala 1925'an / 56

Mijara Şeşan :
Komela Gelan (Cemiyetî 'Ekwam) û Kurd / 78

Mijara Heftan :
Çend Belge Ji Dîroka Kurdistanê / 113

Mijara Heştan:
Yekemîn Çapxana Kurdî Ya Bajarê Silêmanîyê / 133

Mijara Nehan :
Cîyê Gelê Kurd Di Şoreşa Bîstan de / 140

Mijara Dehan :
Şoreşa Bîstan Sebeb, Netîce û Qîmeta Wê / 149

Mijara Yanzdehan :
Li Ser Serîhildana Mezin a Kariûna Duyem a sala 1948'an û Cîyê Gelê Kurd Di Wê Serîhildanê de / 171

Mijara Danzdehan :
Çend Rûpelek Ji Dîroka Çîna Karker a Kurd / 194

Mijara Sêzdehan :
Xelata "Mêjû" / 206

Mijara Çardehan :
Fatme Mihyeddîn : Perîya Pêşeng û Eskera Bê Nav / 216

Mijara Panzdehan :
Matenedaran An Cewherek Ji Cewhera Rojhilat / 223

Mijara Şanzdehan :
Kurd û Çirûskek Dûr a Agirê Şerê Duyem / 230

Endeksa Nav û Cyan / 233




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues