Éditeur : Deng | Date & Lieu : 1985, Uppsala |
Préface : | Pages : 422 |
Traduction : | ISBN : 91-970702-0-3 |
Langue : Kurde, Turc | Format : 165x240 mm |
Code FIKP : Liv. K. A. L. 308, I | Thème : Général |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions
Jîn, kovara kurdî-tirkî & kürdçe-türkçe dergi (1918-1919), cild I Pêşkêşî Sala 1900'î komela Kurdan a pêşîn li Stanbolê hatîye sazkirin. Navê wê komelê "Komela Vîna Zexm a Kurdistanê" (Kürdistan Azm-i Kavî Cemiyeti) bûye. Sazkerê komelê Fikrî Efendîyê Amedî (Dîyarbekrî) bûye. Em ji endamên wê, tenê navê Kurdîzade Ehmed Ramiz Licî dizanin.(1) Belam ew komele, di binê rejima Sultan Hemîd da umirdirêj nebûye. Careka dî keys û fersend, piştê sazkirina meşrûtîyetê di dewleta Osmanî da ketîye destê zana û xwenda û xwendekarên Kurd. Meşrûtîyet, yan jî bi peyveka dî rejima meşrûtî, bi pêşewayîya "Komela Yekîtî û Pêşketina Osmanî (Osmanlι, ittihad ve Terakki Cemiyeti) di sala 1908'an da hatîye sazkirin. Di despêka rejimê da, azadîyeka hema-hema bêsînor hatibû nava dewleta Osmanî. Jixwe prensip û sloganên rejima nû "azadî, biratî, wekhevî" (hürriyet, uhuvvet, müsavat) bûn. Ev hersê peyvik bûbûn slogan û li her derê împaratorîyê belav bûbûn, wek benîşt ketibûn devê her kesî. |
Table des Matières | ||||