La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kepir, kovara zarokan, n°1


Auteurs : | Multimedia | |
Éditeur : Apec & Sipîrêz Date & Lieu : 2007, Spånga
Préface : Pages : 20
Traduction : ISBN : 1654-5702
Langue : KurdeFormat : 210x295 mm
Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kepir, kovara zarokan, n°1

PEYVA KEPIRÊ

Gelek ziman hene ku ji zimanê me pêşkevtîtir û dewlemendtir in. Ji zimanê me pirtir pirtûk, kovar û rojname pê derdikevin. Pirtir fîlm û stran pê dihêne çêkirin û gotin. Lê çi ziman ji zimanê me şîrîntir nînin. Ji ber ku ew ji bilî ku nasnameya me ye, yekemîn ziman e me bihîstîye, yekemîn ziman e em pê axifîne û çiqas em zimanên dî fêr bibîn jî dê her ew bimîne xoştirîn ziman em hest, soz, hizir û bîrên xwe pê derbibirin, eger em baş fêr bibin.

Mirov zimanê xwe ji dayik, bab, bira, xuşk, heval û hwd fêr dibe, lê bi xwendinê dewlemend dike û ew mirovê nexwendevan be yan jî berdewam nexwîne hem zimanê wî û hem zanîna wî jî dê hejar bimîne û di encam de şansê serkevtina wî ya di jiyanê de jî dê kêmtir be.

Mixabin, rewşa ku gelê me tê da dijî weha kirîye ku zimanê me li paş bimîne, pirtûkxaneya me hejar bimîne, zarokên me zimanên biyanî ji zimanê xwe baştir bizanin û bi wan zimanan jî bi hêsantir bixwînin û di encam da sal bo salê zimanê wan kiz û lawaztir lê dihêt û di dawîyê da dev ji zimanê xwe berdidin û êdî hew pê diaxivin jî.
Ji bo ku em rê li vê diyardeyê bigirin diviya em hewl bidin da ku pirtûkxaneyeka dewlemend û rengîn ava bikin. Em kovaran derbixin. Her bi vê armancê herdu weşanxaneyên kurdî Spîrêz li Duhokê û Apec li Stokholmê vê kovarê bo zarokên kurd li Ewrupayê derdixin.

Kovara Kepir kovareka navdar e li Kurdistana başûr û ev pirtir ji çar salan e, heyvane derdikeve û zarokên kurd dixwînin û jê hez dikin.

Ev hejmara yekê ye li Stokholmê çap dibe. Hêvîdar in babet, nexş û nîgarên wê bi dilê we bin û hûn bi pêşniyar û berhemên xwe wê bi xeml û rewştir lê bikin.

Kepir ji bo we ye, xwedî lê derkevin.
Heta hejmareka dî hûn şad û Kepira we ava.


Table des Matières



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues