Beş I Gotınên pêşiya
Ji tîpê A Heta bi tîpa Z
-A- 1 - Adar e dew li dar e 2 - Adarê berf tê gulîyê darê, namine danê êvarê 3 - Agirê işqê germ e, dikeve nav hestî û çerm e. Ne dibê fedîye û ne jî şerm e. 4 - Agir ku bi dehlê keve, ter û hişk tev dişewite 5 - Alimek bi alemekê ye 6 - Aqil taca zêrîn e, li serê hemû kesî nîne 7 - Aqilê sivik barê giran 8 - Aqilê jina di serê nikulê tûtika de ye 9 - Av di cîyê nizm re diçe. 10 - Av ku di golê de bimîne genî dibe 11 - Ava pir, lîçê diteqîne 12 - Ava qûna cêr e 13 - Ava her kanîyê nayê vexwarin (Qey ava her kanîyê tê vexwarin?) 14 - Aşvanî kumê xwe timî bi ar e 15 - Aş çirot e 16 - Aşê dîna bê av digere 17 - Aş çûye hê li, pey çeqçeqokê ketîye 18 - Aferîn ji bo wî mêrê baş, ku ne dide pêş û ne jî paş 19 - Azana bê wext e 20 - Avê ku di ser meriv de avêt,ha bostek ha qamek? 21 - Av diçe avayîyan
-B- 1 - Baran tê, xêr û bêr jî pê re 2 - Barûd peyda bû, mêranî kuta bû 3 - Barê ketî li xwedî ye 4 - Bavê kuştîye, ji bo ku bi serê wî sond bixwo 5 - Bavê kura ye, lê kurdûnda ye 6 - Bavê te siwara kuşt yan peya? Kuştin! 7 - Bav bû, lê bû zirbav 8- Bav ji aşê tê, kur qise dike 9 - Bayê werzeba, çêtir e ji bav û bira 10 - Bazar bazara ewil e ..... |