La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwençe I


Auteur :
Éditeur : Çanda kurdî Date & Lieu : 1989-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 278
Traduction : ISBN : 91-86146-30-5
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3501Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwençe I

Versions

Xwençe cild I: Gotinên pêşiyan, kilam-dîlok û çîrok

Ji bo şadîya heval û hogirên min ên îşkencexwarî...


«Eger Kurd hebûna, wê zimanê wan nivîsî bûna
Madem ku zarnivîs tune, ev dewletçêkirin çi ye?»
                                                       Peyva îşkencecîyan

«Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, beri hertiştî zimanê xwe bixwînin bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostanîya miletên din re pêş ve herin, û rûmet û bi rûmet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.»
                                                              Dr. Nûredîn Zaza


Table des Matières

Beş I
Gotınên pêşiya

Ji tîpê A Heta bi tîpa Z

-A-
1 - Adar e dew li dar e
2 - Adarê berf tê gulîyê darê, namine danê êvarê
3 - Agirê işqê germ e, dikeve nav hestî û çerm e. Ne dibê fedîye û ne jî şerm e.
4 - Agir ku bi dehlê keve, ter û hişk tev dişewite
5 - Alimek bi alemekê ye
6 - Aqil taca zêrîn e, li serê hemû kesî nîne
7 - Aqilê sivik barê giran
8 - Aqilê jina di serê nikulê tûtika de ye
9 - Av di cîyê nizm re diçe.
10 - Av ku di golê de bimîne genî dibe
11 - Ava pir, lîçê diteqîne
12 - Ava qûna cêr e
13 - Ava her kanîyê nayê vexwarin (Qey ava her kanîyê tê vexwarin?)
14 - Aşvanî kumê xwe timî bi ar e
15 - Aş çirot e
16 - Aşê dîna bê av digere
17 - Aş çûye hê li, pey çeqçeqokê ketîye
18 - Aferîn ji bo wî mêrê baş, ku ne dide pêş û ne jî paş
19 - Azana bê wext e
20 - Avê ku di ser meriv de avêt,ha bostek ha qamek?
21 - Av diçe avayîyan

-B-
1 - Baran tê, xêr û bêr jî pê re
2 - Barûd peyda bû, mêranî kuta bû
3 - Barê ketî li xwedî ye
4 - Bavê kuştîye, ji bo ku bi serê wî sond bixwo
5 - Bavê kura ye, lê kurdûnda ye
6 - Bavê te siwara kuşt yan peya? Kuştin!
7 - Bav bû, lê bû zirbav
8- Bav ji aşê tê, kur qise dike
9 - Bayê werzeba, çêtir e ji bav û bira
10 - Bazar bazara ewil e
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues