La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwençe IV


Éditeur : Yekîtiya Nivîskarên Kurd Date & Lieu : 1991, Stockholm
Préface : Pages : 262
Traduction : ISBN : 91-630-0764-9
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3381. IVThème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwençe IV

Versions

Xwençe cild IV

Ji bo şadiya rihê şehîdê nemir,
serokê Serhildana Kurd a li Sasûnê Eliyê Ûnis...

Xwençe – IV bi naveroka xwe, ji babeta hersê cildên pêşiya xwe ye, ku pareke hindik e ji çanda kurdî ya kevnare, me li vir nivîsî. Bêguman di îro de nivîsandina çirok, meselok, leqemok, folklor û tiştên wd.ji bo me pir pêwîst in. Ji ber ku dijminan ziman li me qedexe kirine; heyînên me yên nivîskî hemû ji holê rakirine û xasma dewleta Tirk bi riya televizyon, radyo, çapemenî û dibistanên xwe, nifşên nûhatî bihêsanî asimile kirine û dike. Dijmin, polîtîkayeke bihêj ya helandina Neteweyê Kurd dimeşîne; torre, livak û çanda xwe li Kurdistanê diçîne. Ha sedemê nivîsandina Xwençeyan ev e, ku min dest pê kiriye. Lewra ew dijminên destqirêj dixwazin ku gelê Kurd ji holê wenda bikin, da ku bihêsanî bi dinyayê bidin xwiyakirin, ku ango Kurd nînin, yan jî bavikekî Tirka ne! Lê Neteweyê Kurd destûrê nade, ku kesên biyanî rûreşîne wisan pê ve bine. Kurd, vî zimanê xwe yê pîroz û vê çanda xwe ya giranbiha ya ku bi hezaran sal berê yadîgara bav û bapîran maye, di cergê xwe de parastiye û nifşenifş sipartiye hevdu, hetanî dema niha aniye. Îcar ha ji ber van sedemên han e, ku eger bi şaşî û çewtî be jî me xwe ji bo vi karê pîroz amade kir û ger bihindikî jî be, hinek berpirsyariya xwe ya li hemberê gelê xwe yê belengaz bi cih ani. Da ku sibe-dusiban nifşên Kurd ên nûhatî me bibexşînin, li me bibihurin û di buwara me de zêde gilî û gazin mekin.
Xwençe-IV, li ser du beşan hatiye dabeş kirin:

Beş-I
A) Kilamên dîrokî:
Ev kilam yan stiran, piranî ew tişt in ku li ser hin bûyerên dîrokî hatine gotin. Hinek jî li ser şerên xwebixwetiyê ne, ku di mabeyna Kurdan de çêbûne û ku ew bûyer ji aliyê dengbêjan ve bidevkî, bi navê "kilamk" hatine gotin. Herweha piştre jî ew ketine şerîtan û li nav xelkê belavbûne. Stiranên wisa piranî bê muzîk têne gotin. Me li vir di dawiya hemû stiranan de navên dengbêjên ku gotine nivîsîne. Lê hinek ji wan bi pirawe hatine gotin û ji devê dengbêjên cuda, her yekê li gor xwe bi rewşeke taybetî ew çêkirine. Li vir me hinekên wisa ku bi du awayên cihê hatine gotin, li pey hevdu nivîsine. Bêguman ev yeka han jî, dewlemendiya çanda kurdî derdixîne holê û pêşberê çavên çavtariyan dike. Ev cûre kilam li vir 25 heb in.
B) Kilamên Evîniyê:
Ev cûre kilam (lawik-bacî) piranî li ser evînê hatine gotin. Herwekî yan ji devê keçekê li ser xortekî, yan jî ji devê xortekî li ser keçekê hatibin gotin, hatine ristin. Lê di nav wan de Sti-rana Evdalê Zeynê ne ji babeta evîniya ji bo evîna keç û xortan e. Lewra ew, da çavên xwe yên kor xweş bike û perr û baskên qulingê xwe bicebirine, bilye evîndarê hekîman û strana xwe gotiye. Ha ji ber wê yekê ye, ku me ew stiran jî di vê pişkê de bi cih kir. Li vir ev cûre kilam deh heb in.
C) Lavija Mesîh:
Lavija Mesih, li vir tenê yek heye. Ew, bi naveroka xwe ne ji babeta vê beşê ye. Lê belê ji ber ku piraniya wê stiran (îlahî) e û li ser evîniya bihiştê û Îsa Pêxember hatiye gotin, me ew di vê pişkê de nivîsî. Lê di paşiya wê de çend rûpel axaftina dûz jî heye. Ev lawij, ji devê mirovekî oldar hatiye gotin û behsa Îsa Pêxember dike, ku ango piştî mirinê çewa li peyrewên xwe xwedîtî dike. Lawij bi zaravayê kurmancî hatiye gotin. Lê birastî dema ku mirov li şerîta wê guhdarî dike, tiştekî rind xweş e û şîraniya zimanê yê gotî bo mirov pir çêdibe. Herweha tê de hin bêjeyên kurdî hene, ku niha kêm têne xebitandin.

Beş-II
Ev beş ji çar pişkan hatiye damezirandin. Me ew bi "a, b, c, û d" nişan kiriye:
A) Meselok:
Ev meselok (leqemok-pêkenok) bipiranî peyvine rojane ne, ku timi di civat û caxiyan de têne gotin. Hin ji wan bi binyat in, lê dibe ku binyata hinekan jî tune be. Îcar hinek ji wan hene ku ne li nik her kesî, tenê ew kesê hevdeng pê dipeyivin û ji hevdu re dibêjin. Li vir ew meselok 50 heb in.
B) Meselokên Heywanan:
Ev cûre meselok xwerû li ser heywanan hatine derxistin û li vir tenê şeş heb in.
C) Şiroveya çend gotinên pêşiyan:
Eşkere ye ku her gotineke pêşiyên me, li ser tiştekî pir girîng hatiye gotin. Û di wan de gelek ders û rênasî têne xwiyakirin. Herweha di wan de maneyên pir hûr û kûr jî hene û mirov dikare ji wan dersine çê bo xwe derbixe.
D) Çîrok:
Ev çîrok hemû yên kevnare ne, ku bi sedsalan berê hatine gotin û di nav xelkê de digerrin; ji aliyê çîrokbêjan ve têne gotin. Lê hin ji wan pir dirêj in, ku ew bi serê xwe dikarin bibin pirtûkek. Lê mixabin tu çare nebû ku me ew berfirehtir bikirna û bi awayê pirtûkeke serbixwe derxistibana. Tenê me li vir skeleta wan daxist holê û ji nifşên nûhatî re diyarî hişt. Li vir şeş heb çîrok hene.
Ez bi kutakirina Xwençe-IV pir kêfxweş im, ku bo min firset çêbû û min hinek ji vî deynê Neteweyê Kurd ji ser stuyê xwe kêm kir. Herweha ji bo ku ev iş bi zehmetekî zêde, bi tunehiy- eke sext ku gihandime vê radê, zêdetir min dilşad dike. Lê eger ji min re li hevdu bê, ez ê hetanî cildê dehan Xwençe derbixînim. Herweha ez gelek spaskar im ji wan kesan re jî, çi di gotina çîrok, meselok, leqemok, serpêhatî, kilamdîlok û çi jî di ya wekî din de ku bi min re alîkarî kirine. Xasma ez spasiyên xwe zêdetir ji "Statens Kulturråd"ê re pêşkêş dikim, ku heta niha alikariya diravî bo çar cildên Xwençe kirine.
Bi hêviya dê Xwençe-IV ji çanda kurdî re bibe alîkar!...

12 09 1990
Zeynelabidîn Zinar


Table des Matières

Naverok

Beş - I
A) Kilamên dîrokî:
01 - Kuştina Bavê Lalo / 11
02 - Jêkirina serê Kerem û Zahir / 13
03 - Kuştina kurê Mamed Surmelî paşa / 14
04 - Kuştina torinê qolaxazî / 16
05 - Şerê Smaîl Axa û Şahê îranê / 18
06 - Şerê Filîtê Quto û Mamê Emê Etmanî / 20
07 - Eliyê Bêzo / 27
08 - îbo Begê Parsînî / 28
09 - Şerê xal û xwarziyan / 35
10 - Şerê Xwêtiyan û Mala Seydo / 44
11 - Şerê Pencînariyan û Romê / 45
12 - a) Şerê Qesra Baxemzê / 47
13 - b)Şerê Qesra Baxemzê / 52
14 - Şerê Pencînaran ê li Baxemzê / 55
15 - Şerê Pencînaran ê li Bîra Eynkûrê / 56
16 - Kuştina peyayê Pencînaran / 57
17 - Pencînarî û Elikî / 58
18 - Şerê Dusadekê / 60
19 - Şerê Şêxdodiyan / 62
20 - Şerê Şadiyan û Dimiliyan û Hesenan / 65
21 - Şerê Dîwana Belek / 71
22 - Kuştina Siwarê Xerîbê / 74
23 - Şerê Norşînê / 75
24 - Şerê Ehmed Beg û Siloyê Sadikî / 77
25 - Şerê Çiyayê Qerejdaxê / 80

B) Kilamên evîniyê:
01-Xezala min hey dil / 82
02 - Hêlîn / 86
03 - Evdalê Zeynê / 88
04 - Xanê hey Xanê / 92
05 - Xurimyo gundo / 93
06 - Şêxa delal / 95
07 - Lê esmera min / 97
08 - Kofîka xwar a şerpeze / 98
09 - Mûso û Sitiya Mamed / 100
10 - Cembeliyê min lorî / 102

C) Lavija mesîh:
01-Lavij 105

Beş-II
A) Meselok:
01 - Seyrê û Eliyê Mamed / 124
02 - Wesyeta zilamê mirî li mele / 125
03 - Ortaiya bi Ehhehê / 127
04 - Qedexetirkirina zimanê kurdî / 128
05 - Yekî ava dikir, dehan xirav dikir / 129
06 - Xortê jikasdeketî / 129
07 - Dizê bi bilûr / 130
08 - Keçelê bi por / 131
09 - Heft şivan, heft gavan û heft kulavreş / 131
10 - Miriyê derewîn / 132
11 - Limêja biheq / 133
12 - Bizin ji gur filitî lê ji kêrê nefîlitî / 133
13 - Eger hakim nogin bûna! / 134
14 - Pêxember jî çûbû hecê? / 135
15 - Liqata Bûka Malê / 135
16 - Pîrê heska mehîrê li serê kûçik xist / 136
17 - Qîza paşê xort nedîtibûn / 137
18 - Hevaltiya sofiyan / 138
19 - Kongreya li îşkencexanê / 139
20 - Zilamê Yoguslavî rêwiyê dinya din bû / 140
21 - ji krrîn û firotinê vekişiya / 142
22 - Rizayê Xêlid mewîj kirrîn / 143
23 - Revandina keça kor Hiseyn paşa / 144
24 - Hecî Mûsa begê Xwêtî û jinika cizîrî / 147
25 - Şorbexwê / 148
26 - Rêwiyê asîman / 148
27 - Peyvên gir / 149
28 - Rêwiyê otobusa duqat / 149
29 - Çay bê kevçî mabû / 150
30 - Xeyda pêlavê / 151
31 - Mêrê qels û jina qelew / 153
32 - Ji heftê horiyan didu gihabûn şivên / 154
33 - Meleyê nêçîrvan / 155
34 - Birayê dîn û şerê hirçê / 156
35 - Makerê poç danexist / 158
36 - Zavayê nû û Mîrê Cizîrê / 159
37 - Mehînê refes lê xistibû 161
38 - Qaşo çûbû nik Xwedê gilî / 162
39 - "Mîrê Gurdila fitilî li qaçila" / 163
40 - Yê cûce nelê bû / 164
41 - Cacacola û kakakola / 165
42 - Dîsa li nan û avê poşman bû / 166
43 - Rrika gundiyan / 167
44 - Dizê Limêjker / 168
45 - Mût û bekmez / 169
46 - Derb ne mîna yên kora bûn / 170
47 - Yê kuştinê Kurdek bû / 171
48 - Qaşo Hecî pûstan veşartibû / 172
49 - Diziya pîvazan / 173
50 - Kula dijmin, nayê jibîrkirin / 174

B) Meselokên Heywanan:
01 - Zewaca hirçê û rovî / 178
02 - Giliyê keran / 184
03 - Toba bizinê / 185
04 - Êrîşa başokê û bêbizava kevokê / 186
05 - Kenê bizinê / 187
06 - Şerê dîk û elokan / 188

C) Şiroveya çend gotinên pêşiyan:
01 - Şirovekirin / 190

D) Çîrok:
01 - Mamê mamcel / 203
02 - Xinamtiya gavan û şivan / 212
03 - Saka gamêşê / 215
04 - Pîra Bênefs / 218
05 - Paşayê kor û kurê xwe Mîrze Mihemed 223
06 - Keçelok / 244




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues