La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Osmanlı'da Kürt kadını / Di serdema Osmanî de jinên Kurd


Auteur :
Éditeur : Özge Date & Lieu : 2007-01-01, Ankara
Préface : Pages : 240
Traduction : ISBN : 978-975-7861-14-0
Langue : Kurde, TurcFormat : 220x280 mm
Code FIKP : Liv. Tr. Ku. 8018Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Osmanlı'da Kürt kadını / Di serdema Osmanî de jinên Kurd

Gravür, fotoğraf ve kartpostallarla Osmanlı'da Kürt kadını
Bi gravur, wêne û kartpostalan Di serdema Osmanî de jinên Kurd


Faktorên eslî yên ku di civakekê de têkilîyên navbera takekesan û zayendan tayîn dikin, têkiliyên hilberînê yên ku pergala civakî tayîn dikin û avasazîya çandeyî û ya bawerî ye. Bi gotineka dinê, di navbera rewşa civakî û têkilîyên zayendî de yekîtîyeka diyalektîkî heye.

Berîya olên asîmanî derên holê, bêyî ferqa zayendî, Mezopotamya û Enedol bûbûn "welatê xwedayan", lê piştî ku olên asîmanî zayenda nêr derxistin pêş û ya mê dan paş, nasnameya jinê hingî çû qels bû.

Lê di dema berê de di hemû warên jiyanê de û li gora hemû taybetmendîyan li kêleka xwedayên mêr, yên jin jî hebûn.
Civaka Kurd ji berî û piştî zayînê ve, em dikarin bêjin heta îro jî bi xwedîkirina ajelan û cotemenîyê diabire. Ji ber ku xwedîkirina ajelan milkiyeta hevpar û hilberandina hevpar bi xwe re tîne, ev têkilîya hilberînê bi awakî bivênevê jinê dikşîne nav jiyana xebatê û bi vê awayî nêrînên olî yên hişk û bi vê rastîya jiyanê re lihevnekir, ya dihatin piştguh kirin yan jî dihatin sivikkirinê.

Piştî pejirandina îslamîyetê û pêkhatina mîrîtîyên derebegî ye ku bi tesîra fikra îslamîya ummetparêzî û bi belavbûna milkiyeta taybetî, jin hêdî hêdî ji jiyana civakî vedikişe û mêr di hemû warên jiyanê de dibe zayenda sereke. Têkilîyên derebegî û îdeolojîya wê ya fikra ummetparêzî, faktorên herî mezin bûn.

Ji ber vê sedemê ye ku, di navbera civatên Kurd yên xwedî bawerîya îslamî û civatên Kurd yên xwedî bawerîyên heterodoks de, di warê têkiliyên mêr û jinan de ferqên berbiçav hene. Dema em civaka Kurd ya beriyâ îslamîyetê û ya piştî îslamîyetê didin ber hev jî, em vê yekê bi asanî dibînin.

Wek mînakî, di bawerîya Zerduştîyan de ya ku Kurd berê li dû diçûn û di nêrînên Mezdekiyan de ku wek dewama wê ya nûxwaz bû, têgihîştineka li ser bingehê wekhevîya mêr û jinê heye. Heta piştî kuştina Mezdek, jina wî Hurem dikeve dewsa wî û belavkirina bîr û baweriyên wî didomîne. Ji yên ku li pey wê diçûn re jî digotin Huremdîn. Huremdînî li îran, Kurdistan û Mezoptamyayê li gelek warên fireh bawerîya xwe belav dikin. Gelek ramanên ku mora xwe li Alewîti, Ehlîheqî û Ezîdîtîyî dixin, ji kaniya Huremîtiyê dihatin ya ku Hurem rêbaza wê danîbû û navê wê lê hatibûkirinê.
Ji ber vê yekê, di van civakên ku li pey Kulta Melek in û jin û mêr bi hev re tevlî rêwresmên ayînî dibin de, rola jinên Kurd gelek girîng e.

Beriya ku bikeve bin tesîra avasazîya îslamiyetê, em dibîn ku di civaka Kurd de jin jî wek meran, li kêleka têkilîyên aborî, di warên polîtîk, olî û leşkerî de cî digrin û wezîfe digrin ser milên xwe. Hejmara jinên Kurd yên ku bi deh salan eşîreta xwe îdarekirine ne hindik e.

Di sedsala 19an de piştî jihevketina mîrîtîyan û serîhildana gelê Kurd li hember -Osmanîyan, jin ji nû ve dertên ser dika ceng û polîtîkayê. Seyahatnameyên rojavayî yen sedsala 19an, bi pesindarî behsa siwarîya jinên Kurd dikin û li gora jinên gelên cîran bêtir azadbûna wan derdixin pêş. Di sedsalên borî de rojavayî bêtir bi nêrîneka ekzotîk û romantik li jinên Kurd nihêrtine, Kurd jî di nav de ronakbîrên rojhilatî, ji xwe behsa jinan nekirine. Ji ber vê yekê ye ku di warên bi taybetî jinên Kurd û bi gelemperî jinên rojhilatî de nebûna literatüre û qelsîya hafizayê heye. Ji ber vê sedemê, ji alîkî ve armanca vê xebatê ew e ku hafıza însanan ji nû ve geş û xurt bike û dîroka berçavkîya jinên Kurd derxe ber çavan.

Bingehê vê xebatê li ser "Di serdema Osmanîyan de Jinên Kurd" hat danînê, pê re jî me cî da hin afirandinên balkêş yên wênekêş, lêkolîner û gerrokên rojavayî. Divê em car din bêjin, ew diyardeya "jinên rojhilatî" ku ji alîyê ronakbîrên rojhilatî ve qet nehatiye bahskirin, pêşekî rojavayîyan anîye rojevê.

Ji bo ku em mijarê çêtir zelal bikin, di vê Albumê de me cî daye gelek afirandinên berçavkî yên ku ji gravür, karpostal û wêneyên Osmanîyan yên di warê jinên Kurd de pêk tên.

Berê, herweka ku ji alîyê gerrokên rojavayî ve jî hatiye tesbîtkirin û resim hatine çêkirin, bi têkiliyên aborî ve girêdayî û li gora taybetmendîyên exlaqî û etnîkî biguhure jî û bi awakî îzafî meriv karibe behsa azadîya jinên Kurd bike jî, bê şik di civaka Kurd de jî jin ew zayende ku "dipelçiqe" û pirsgirêka wê ya zanayî di roja me de hê jî girantir û aloztir bûye.
Jı ber ku pelçiqandina wê zêdetir bûye û jinên Kurd îro ketine bin tade û sitemkarîya.
Ji ber vê jî, wek zayendeka ku dipelçiqe û di bin tade û sîtemê de ye azadbûna jinê a rastîn, bi avakirina civakeka demokratik gengaz e (mimkin e) ku dawî li çanda şiddete / şerr hatiye anîn û tê de herkes bi nasnameya xwe ya xwezayî / xweser li ser bingeha wekhevîyê dijî.

Ji bo xebata wan a wergerandina Kurdî ji dostên xwe i hêja İkram Oğuz, Haluk Öztürk, Mehmet Tanrikulu û Veysi Aydın ku jêrenivîsên wêneyan sererastkir û ji biraya hêja İhsan Türkmen re ku Albüme amade kiriye gelek spasdarîyên xwe peşkeş dikim.

Mehmet Bayrak


Table des Matières

İçindekiler / Naverok

Preface / Önsöz / Pêşgotin

I. Bölüm: Gravür, fotoğraf ve kartpostallarla Kürt kadını
Beşa I: bi gravur, wêne û kartpostalan jina kurd

Fotoğrafla Sarıkayalı Kürt kadını (1873) / Bi wêne jineke Kurd ji Sarikayayê.(1873) / 19
- Renkli gravürle Sarıkayalı Kürt kadını (1888) / Bi gravura rengîn jina kurd ji Sarikayayê.(1888) / 19
- Fotoğrafla Caf kadını ve çocukları (1890) / Bi wêne jina kurd a Cafî û zarokên wê.(1890) / 20
- Gravürle Caf kadını ve çocukları (1890) / Bi gravur jina Kurd a Cafî û zarokên.wê(1890) / 20
- "Leyla ile Mecnun" mesnevisinde ana kahramanları betimleyen bir minyatür / Mînyatûrekî ku di mesnewiya "Leyla û Mecnûn" de lehengên sereke nîşan dide / 21
- 1881'de çekilen "Diyarbekir'de bahçıvanlar" fotoğrafı / Wêneyê "baxçevanên li Amedê" ku di sala 1881ê hatiye kişandin / 22
- Başka portrelerle birleştirilerek oluşturulan Diyarbekir'de bahçıvanlar gravürü / Gravurê baxçevanên Amedî ku bi tevkirina portreyên dinî hatiye amadekirin / 23
- Fotoğrafla Kürt kadını Fatma Hanım (1893) / Wêneyê jina kurd Fatma Xanimê (1893) / 24
- Gravürde Kürt kadını Fatma Hanım (1893) / Gravurê jina kurd Fatma Xanimê (1893) / 24
- Kanunî'nin sarayında mukaddes Roma Germen İmparatorluğu'nu temsil eden ve gezi izlenimleri "Türk Mektupları" adıyla yayımlanan ünlü tarihçi Busbeck (16. yy) / Dîroknasê navdar Busbeck (sedsala 16mîn), ku li seraya Kanûnî temsîlkariya împaratoriya Roma Germen ya pîroz dikir û dîtinên wî di bin navê "Nameyên Tirk" de hatibû weşandin / 25
- Kürtler açısından önemli bir seyahatnamenin yazarı Henry Layard / Henry Layard, nivîskarê seyahetnameyeka ku ji aliyê Kurdan ve girîng e (çapa nû, Hants / England - 1971) / 26
- Kürt cengâveri Kara Fatma (Fataraş) hakkında ilk önemli bilgileri veren Alman yazar Mordtmann / Nivîskarê Alman Mordtmann yê ku agahiyên girîng li ser cengawera Kurd Fataraş (Kara Fatma) daye / 27
- Kürt aşiretleri hakkinda ilk önemli bilgileri veren Danimarkalı gezgin Carsten Niebuhr, Kürt giysileri içinde (1774) / Gerrokê danîmarkî Carsten Niebuhr, yê agahiyên pêşekî yên giring li ser hozên (eşîretên) Kurdan daye, bi kincên Kurdî (1774) / 28
- Kürtler açısından da önem taşıyan bir seyahatnamenin sahibi olan Dr. Madden'in Suriye kostümleriyle ilginç bir renkli gravürü (1829) / Gravurek rengîn î balkêş yê xwediyê seyahetnameyeka ku ji bo Kurdan e, Dr. Madden bi kincên Surî (1829) / 29
- Büyük bölümü Kürtler üzerinde yoğunlaşan "Türkiye mektupları" kitabının yazarı Helmut von Moltke'nin (1800 1891), Osmanlı Ordusu'nda bulunduğu sırada çizdiği kendi portresi (1930'lu yıllar) / Portreya Helmuth von Moltke ku dema di ordiya Osmaniyande bû, bixwe çêkiribû (salên ku 1830an destpêdikin).
Helmuth von Moltke (1800-1891), nivîskarê pirtûka "Nameyên Tirkiyeyê"ye ku bi giranî li ser Kurdan hatiye nivîsandininê / 30
- Özellikle Orta Asya ve Kafkaslar'a ilişkin önemli bir seyahatnamenin yazarı olan Arminius Vambêry (1865) / Atminius Vambery, ku nivîskarê gernameyeka girîng ya li ser Asya Navîn û Kafkasê ye (1865) / 31
- 19. Yüzyıl ortalarında Çukurova bölgesini gezen Fransız gezgin Victor Langlois ve ona eşlik eden Bothros Rok / Gerrokê Firansewî Viktor Langlois yê di sedsala 19an li herêma Çukurovayê gerriyaye, û hevrêyê wî Bothros Rock / 32
- Kürdistan Kahramanı İstanbul'da / Lehenga Kurdistanê li Stenbolê / 33
- Tarihin dişi arslanı, Kara Fatma'yı hepimiz biliyoruz. Kırım Harbi zamanında 65 yaşında olmasına rağmen peşine taktığı yüzlerce gönüllü ile Istanbul'a gelmişti. Yukarıdaki resim 1854'de Fransızca Illüstration'da çıkmıştır. Altında "dişi arslan" yazar. / Şêra mê a dîrokê, Fataraş, dema Şerê Kirimê 65 salî bû, lê dîsa jî bi leşkerên xwe ve çûbû Stenbolê. Wêneyê jor di Illustrationa fransî de hatiye weşandin. Li bin "şêra mê" hatiye
Nivîsandin / 33
- Kürt Prensesi Kara Fatma İstanbul'da / Prensesa kurda Fataraş li Stenbolê / 34
- Kuva-yı Milliye'nin Kadın Kahramanları'nın ilk mübeşşirlerinden: Doksanüç Harbi'nde Aziziye tabyalarında göğsünü Moskoflara siper eden meşhur Kara Fatma mâhiyyeti ile / Yek ji mubeşîrên yeke mîn ê Kuva-yi Milliye: Fataraş bi leşkerên xwe ve di Şerê Nodûsisêya de li Tabyayên Azîziyê li hemberî Moskofan / 34
- Kürt Amazonu Kara Fatma / Amazona kurd Fataraş / 35
- Çukurovalı Kara Fatma'nın 1854 yılında İstanbul sokaklarında çekilen fotoğrafı / Wêneyê Fata Rêş a ji Çukurovayê ku di sala 1854an de li Stenbûlê hatiyê kişandinê / 35
- Başıbozuklar. Diyarbekir'den yardιmcı gruplar / Başıbozukan (Bêserî). Komên alîkar ji Amedê / 36
- Tarih Konuşuyor / 36
- Şahinle avlanan Kürt / Neçîra bi teyrebaz a Kurdekî / 37
- Türk Serdar'ının barış ve savaş kıyafeti / Kincên serdarên tirk ê dema şer û aştiyê / 37
- Kürt Beyleri / Begê Kurda / 38
- Bir Avrupa gravürüne göre Türk serdarının hazer ve sefer kıyafeti / Li gor gravurek Ewropayî serdarekî Tirk ku bi kincên xwe yên aştî û şer / 38
- Kürt tipleri / Tîpê Kurda / 39
- Tarih Konuşuyor / 39
- 16. Yüzyılda Batılı ressamlar tarafından çizilen Yavuz Selim ve Şah İsmail'in renkli portreleri.
Yavuz'un resmi "Tesavir-i Al-i Osman'dan alınmıştır / Portreyên Yavuz Selîm û Şah Îsmail ê rengin ku ji alîyê şêwekarên Rojavayî ve li qirneya 16. hatiye çekirin. Ji "Tesavir-i Âl-i Osman" hatiye wergirtin / 40
- Gerçeği ve hayalisi... Yavuz sadece tek bir resminde küpeli olarak gösterilmişti ve öteki çizimlerinde küpeden eser yoktu... Döneminden kalma resmi tarihlerde küpenin sözü bile edilmiyordu zaten. .. / Yê rastî û heyalî... Yavuz tenê di poerreyeke xwe de bi guhar hatiye nîşandayîn. Di portreyên xwe ê din de guhar tunin... Li gor belgeyên resmi ji xwe qala guhara jî nayê kirin / 40

II. Bölüm: Geçmişten günümüze kürt kadını
Beşa II: ji duh heta îro jina kurd

- M. Th. Deyrolle'nin Lazistan - Ermenistan gezisi sırasında karşılaştığı güçlükleri yansıtan birgravür / Giravurek temsili yê li ser zehmetiyên ku dema gerra wî ya Lazîstan-Ermenîstanê de derketina pêşiya M. Th. Dayrolle / 43
- Kürtler açısından önemli bir seyahatnamenin yazarı olan T. M. Chevalier Lycklama a Nijeholt (1875) / T. M. Chevalier Lycklama a Nijeholt (1875), nivîskarê gerrnameyeka ji bo Kurdan giring e / 44
- Doğrudan Kürtler ve Kürdistan üzerinde yoğunlaşan gravürlü ve fotoğraflı önemli bir seyahatnamenin yazarı olan Fransız gezgin Henry Binder (1887) / Gerrokê Firansewî Henry Binder, nivîskarê gerrnameyeka giring ya bi wêne û giravuran ku giraniya xwe rasterast daye ser Kurdan û Kurdistanê (1887) / 45
- Kürdistan'a ilişkin önemli bir seyahatnamenin yazarı olan Bayan Bishop (1891) / Nivîskara gerrnameyeka giring ya li ser Kurdistanê Sitî Bishop (1891) / 46
- "Kürtkurnazı" olarak nitelendirilen Amerikalı misyoner Henry Riggs Istanbul'da (1920) / Mîsyonerê emerîkî Henry Riggs li Stenbolê, ku wek "koneyê Kurdan" tê binavkirin (1920) / 47
- 1860-61 yıllarında Horasan gezisi sırasında 14 ay esir kalan gezgin Henri Blocqueville (1866) / Henri Blockueville yê ku di salên 1860-1861an de di gerra xwe ya li Xorasanê de 14 mehan di girtîgehê de dîl maye (1866) / 48
- 1906-07 yıllarında özellikle Dersim ve çevresinde dil ve kültür araştırmaları yapan Alman araştırmacı Oskar Mann / Lêkolînerê Alman Oskar Mann, ku di navbera salên 1906-07an de bi taybetî li Dersimê û derûdora wê lêkolînên çand û ziman kiriye / 49
- Kürtler ve Ortadoğu halkları arasında önemli çalışmalar yapan İngiliz arkeolog ve diplomat Gertrude Bell (1923) / Arkeolog û dîplomata Îngîlîz Gertrud Bell, ku di nav Kurdan û gelên rojhilatê navîn de xebatên girîng kiriye (1923)     / 50
- Kürt aşiret reisi Adile Xanım, Ekim-1919'da Halepçe'de Binbaşı Soane ile / Serokhoza Kurd Adîle Xanim, li cotmeha 1919an li Helebçe di gel pêşrew (binbaşî) Soane / 51
- 1920'de Caf aşireti lideri Adile Xanım, İngiliz gezgin ve siyasi subay Major Soane'nin eşi Lynette Soane ve yardımcılarıyla birlikte / Seroka hoza Caf Adîle Xanim li sala 1920an li gel gerrok û efserê siyasî yê Îngiliz pêşrew Soane û hevjina wî Lynette û alîkarên wî / 52
- Şair Annemarie von Nathussius bir Kürt'le birlikte (1927) / Helbestvan Annemarie û Nathusius bi Kurdekî re (1927) / 53
- İsveçli gezgin Olga Moberg Kafkasya bölgesinde Kürtler'le (1919) / Gerroka Swedî Olga Moberg li devera Kafkasê bi Kurdan re (1919) / 54
- İsveçli gezgin-misyoner Elin Sunvall 20. Yüzyıl başlarında Kafkasya'da bir Kürt aile ile / Gerrok û mîsyonerê Swedî Elin Sunvall di destpêka sedsala 20an de li Kafkasê bi malbatek Kurd re / 55
- Kürtler arasında önemli incelemeler yapan Bayan Gudhart, Saucbulak'ta Kürtler'le birlikte (1923) / Sitî Gudhart ya di nav Kurdan de lêkolînên giring kiriye, li Saucbulaxê li gel malbatek Kurd (1923) / 56
- Amerikalı hemşire ve misyoner Martha Dahl, 1920'li yıllarda yerel giysilerle Doğu Kürdistan'lı kadınlar arasında / Misyoner û nexweşnêra Emerîkî Martha Dahl, li salên 1920an bi kincên deverê di nav jinên Kurdistana Rojhilat da / 57
- Doğu bilimleri alanında birçok çalışması bulunan Alman araştırmacı Ewald Banse, bozkırda bir Kürt refakatçıyla çalışmalarını sürdürürken (1913) / Lêkolînerê Alman, yê ku di warê zanistên rojhilatî de gelek xebatên wî hene, dema li qerecê bi hevrêyekî xwe yê Kurd re dixebite (1913) / 58
- 20. Yüzyıl başlarında Güney ve Doğu Kürdistan'da askeri görev ve incelemeler yapıp bunları kitaplaştıran İngiliz Major Soane (1912) / Pêşrewê Îngîlîz Soane yê di destpêka sedsala 20an de li başûr û rojavayê Kurdistanê karên leşkerî û lêkolînan kiriye û van xebatên xwe di pirtukekê de weşandiye (1912) / 59
- 20. Yüzyıl başlarında Kürtlere ilişkin birçok araştιrma yapmış olan İngiliz araştırmacı Mark Sykes (1919) / Lêkolînerê Îngîlîz Mark Sykes yê di destpêka sedsala 20an de gelek lêkolînan li ser Kurdan kiriye (1919) / 60
- İngiliz sivil komiseri olarak 1917-1920 yılları arasında Mezopotamya'da bulunan yazar Arnold T. Wilson / Nivîskar Arnold T. Wilson yê ku di navbera salên 1917-1920an de wek komîserê sivîl li Mezopotamyayê maye / 61
- 1919 yılında İç-Toroslar'daki Kürt aşiretleri arasında incelemeler yapmış olup, izlenimlerini günlük halinde kitaplaştıran İngiliz siyasi binbaşı Noel (1919) / Pêşrewê siyasî yê Îngîlîz Noel ku di sala 1919an de li ser hozên kurd yên li Torosên navîn lêkolînan kiriye û xebatên xwe wek rojnivîsekê kiriye pirtûk (1919) / 62
- 1918-1922 yılları arasında Yakın Doğu'da uzun bir inceleme gezisi yapan Ingiliz subay-yazar Rawlinson, Ingiltere'deki evinde köpeği "George" ile / Efser-Nivîskar Rawlinson yê di navbera salên 1918-1922an de li rojhilatê nêzîk gerreka dirêj ya lêkolînan kiriye, li Îngîltereyê bi kûçikê xwe "Georg" re / 63
- Yazar Müller bir arkadaşıyla birlikte Kürt kıyafetleri içinde / Nivîskar Müller (yê li ser hespê) kincên Kurdî lê, bi hevalekî xwe re / 64
- Yazar Lehman-Haupt ve hizmetkârı Van'da Amerikan misyonerliğinde / Nivîskar Lehmann-Haupt û xizmetkarê wî li Wanê li mîsyoneriya Emerîkî / 65
- İp eğiren Kürt kadını / Jina ku teşiyê dirêse / 65
- Milattan önceki Kürtler'i yansıtan çağdaş minyatür portresi / Mînyatûrekî hevçerx yê Kurdên berî mîladê nîşan dide / 66
- Geçmiş çağlarda Mezopotamya'daki Süryaniler'de kadın-erkek birlikteliğini ve eşitliğini yansıtan bir minyatür-portre / Mînyatûr-portreyeka ku li heyamê kevin de di nava Suryanîyên mezopotamyayê de tevdebûn û vekheviya jin û mêran temsîl dike / 67
- Bir aşk ve kahramanlık öyküsü olan "Varka ve Gülşah" mesnevisinin minyatürlerinden birinde Gülşah, sevgilisi için savaşıyor. Bu minyatür, Anadolu ve Mezopotamya'da "savaşan kadın" motifini işleyen ilginç örneklerdendir / Di mînyatûrekî mesnewiya "Varka û Gülşah" de, ku çîrokeka evîn ü qehremaniyê ye, Gûlşah ji bona hezkiriyê xwe şerr dike. Ev mînyatur ji alî motîfê xwe î li Enedol û Mezopotamyayê "jinên şerrkar" ve mînakek balkêş e / 68
- Mazdeizm dininin aşk ve doğurganlık tanrıçası Anahita. Mithra'yla birlikte, büyük tanrı Ahura Mazda'nın yanındaki iki önemli tanrıdan biri. Ana Tanrı adıyla da anılır / Anahîta, xwedawenda zayîn û evînê ya ola Mezdikî. Ew û Mîtra du xedawendên giring in ku li cem xwedawendê mezin Ahûra Mazda cî digrin . Bi navê Xwedawenda Dayîk jî tê nasîn / 69
- Kürdistan Kahramanı Kara Fatma / Qehremana Kurdistanê Fataraş / 70
- İngiliz yazar Soane'yi birçok kez kabul eden Caf aşireti lideri Adile Hanım / Seroka hoza Caf Adîle Xanim, ku gelek caran pêşwaziya nivîskarê Îngîlîz Soane kiriye / 71
- Persler'le Kürtler arasındaki çatışmada bir Kürt kadın savaşçı / Jineka Kurd ya şerrkar di şerrê navbera Faris û Kurdan de / 72
- Kürt kadınları / Jinên Kurd / 73
- Kürt kadınlarının dansı / Govenda jinên Kurd / 74
- Dört Kürt kadını / Çar jinên Kurd     / 75
- Toroslar'da yaşayan halklar: Türkmen Şefi, Ermeni Papazı ve Kürt kadınları / Gelên li Torosan dijîn: Serokê Tirkmenan, keşeyê Ermenî û jinên Kurd / 76
- Bir Süryani kız / Keçeka Suryanî / 77
- Bir düğünde Kürt kadınlarının dansı / Li dawetekê govenda jinên Kurd / 78
- Yaylada keçi sağan Kürt kadınları / Jinên Kurd yên li li zozanan bizinan didoşin / 79
- Çadır önünde tereyağı üreten Buruki aşiretinden Kürt kadınları / Jinên Kurd yên hoza Birûkî li ber konê xwe rûnê nivîşk amade dikin / 80
- 20. Yüzyıl'ın ilkyarısında 40 yılı aşkın süreyle aşiretini yöneten Êzidi Kürt kadını Meyan Xatun, Mir Tahsin Bey'le / Jina Kurd a Êzîdî Meyan Xatûn, ku di nîvçeya pêşîn ya sedsala 20an de bi qasî 40 salan serokatiya hoza xwe kiriye, li gel Mîr Tehsîn Beg / 81
- Kürt Kadınları Teali Cemiyeti Nizamnamesi'nin kapağı, (1919) / Serpela rêbaza Komela jinên Kurd "Kurt kadınları tealî Cemiyet?" 1919 / 82
- 19. Yüzyıl ortalarında tipik başlığıyla bir Kürt kadın / Di nîvê sedsala 19. de jineka Kurd ya bi kofîya xwe ya xas / 83
- İlginç giyim ve takılarıyla Kürt kadın ve erkek tipleri / Tîpên jin û mêrên Kurdan yên bi xeml û cilên xwe yên balkêş     / 84
- Çeşitli takı özellikleriyle 19. Yüzyıl'da Kürt kadınları / Jinên Kurd yên sedsala 19an, bi xişir û zînetên xwe yên taybetmend ve / 85
- Kürt kadınları / Jinên Kurd     / 86
- Kuma kadın / Hewî / 87
- Tambur türü telli bir çalgı çalan müzisyen kadın / Jina mûsîqar ku cureka tembûrê lêdixe / 88
- Kemençe ve kudüm çalan Kürt kadınlarını yansıtan bir XVII. yüzyıl minyatürü / Mînyaturekî ji sedsala 17an ku jinên Kurd yên ku rebab û kûdûm lêdidin nîşan dide     / 89
- Kürtler / Kurd / 90
- Kürt kadını Fatma Hanım / Jina Kurd Fatma Xanim / 91
- Kürt kadını Güllü Hanım / Jina Kurd Gullî Xanim     / 92
- Kürt kızı / Keça Kurd / 93
- Yezidi kadınlar / Jinên Êzîdî / 94
- 1920'li yıllarda Dersim bölgesinde inceleme gezisi yapan M. Chater'in objektifinden Dersim kadınları / Jinên Dêrsimî ji objektifa M. Chater, yê li salen 1920an li devera Dersimê ji bo lêkolînan gerrekê pêkaniye / 95
- Dersim yöresinde Kızılbaş Kürt kadınları / Jinên Kurd yên Sersor / Qizilbaş li devera Dêrsimê / 96
- Kürt kadınları ve çocukları / Jinên û zarokên Kurd / 97
- Kürt dansı / Govenda Kurdan / 98
-Karadeniz kıyılarında ve Anadolu'da yaşadıkları sanılan, İran ve Yunan mitolojilerinde önemli yer tutan ilkçağın kadın savaşçılarını yansıtan bir tablo. Osmanlı ve Batı literatüründe Kara Fatma da "amazon" olarak nitelendirilir / Tabloyeka ku jinên şerrkar yên rojgara yekem nîşan dide. Tê bawer kirin ku li beravên Derya Reş û li Enedolê jiyane û di mîtolojiya Îranê û ya Yûnanan de ciyekî wan î giring heye. Di Lîteratûra Osmanî û ya rojava de Kara Fatma jî wek "amazon" tê binav kirin / 99
- Fransız gezgin Ernest Chantre'nin objektifinden Kafkaslar'dan Kürtkadını Fatma Hanım / Jina Kurd Fatma Xanim ji Kafkasyayê bi objektîfa gerrokê Fransewî Xanim B. Chantre / 100
- Önden ve yandan görünümüyle Asuri kadını / Ji pêş û ji kêlekê ve wêneyên jineka Aşurî / 101
- Gayrımüslim Kürt kadını / Jina Kurd a nemisilman / 102
- Çadırda yabancı konuğu gezgin M. Belin'le Kürt kadını / Jina Kurd dı mala xwe de bi mêvanê xerîb M. Belin re / 103

III. Bölüm : Maraş yöresinden bir Kürt Amazon Kara Fatma
Beşa III: Jı hêla meraşê Amazoneke Kurd Fataraş
- Kürt prensesi Kara Fatma Fransız basınında / Dotmîra (Prensesa) Kurd Fataraş di çapemeniya Fransewî de / 107
- Amazonlar olarak nitelendirilen Kürt kadınlarının en belirgin özelliklerinden biri de atbinicilikleridir. Kürt kadınlarının bu özelliğini yansıtan bir resim / Yek ji taybetmendiyên jinên Kurd yên ku amazon tên navandinê ew e ku di siwarîyê de gelek bi huner in. Wêneyekî ku vê taybetmendiya wan nîşan dide / 108
- Kürdistan kahramanı Kara Fatma Istanbul'da / Lehenga (/qehremana) Kurd Fataraş li Stenbolê / 109
- Kara Fatma Hanım Kürt süvarileriyle İstanbul'da / Stî Fataraş tevî siwarên Kurd yên pê re li Stenbolê / 10
- Davullar öncülüğünde saldırıya geçen Kürtler (Kara Fatma ve adamları) / Def li pêş, Kurd radibin êrîşê (Fataraş û Şerrkarên pê re) / 111
- Mehmet Bayrak (solda), Kara Fatma'nın torunlarından Mustafa Fataraş (ortada yaşlı olan) ve diğer yakınlarıyla /Mehmet Bayrak (li çepê) nevîyê Fataraşê Mustafa Fataraş (li navê, kal) û meriyên xweyê din / 112
- Avusturya basınında Kürt Amazonu Kara Fatma / Amazona kurd Fataraş di çapemenîya Awûstûryayê.de / 113
- Kara Fatma'nın beraberindeki Kürt süvariler / Siyarê kurd li ba Fataraşê / 114
- Kara Fatma ve Kürt süvariler / Fataraş û siyarên kurd / 115
- Kürtler arasında özellikle "Durchs wilde Kurdistan" kitabıyla tanınan Alman yazar Karl May'ın bir temsili resmi / Wêneyekî temsîlî yê nivîskarê Alman Karl May, ku di nav Kurdan de bi taybetî ji ber pirtuka xwe ya bi navê "Durchs wilde Kurdistan" (Di Kurdistana hov re" hatiye naskirin) / 116
- Cezayir'li bir kadın göç esnasında / Jıneke Cezayir'i lı dema koçberiyê / 117
- Darbuka çalan Mezopotamyalı kadın / Jina Mezopotamyayîı a ku li defê tixe / 118
- Mezopotamyalı dansöz / Dansoza Mezopotamyayîı / 119
- Mezopotamyalı müzisyenler ikonası / Îkona muzîsyenên Mezopotamyayî / 120
- Iranli kadın müzisyen ve dansçı / Muzîsyen û dansoza Îranî / 121
- Kadınlardan oluşan fasıl heyetini yansıtan bir Osmanlı minyatürü / Koma fasılê a Osmanî ku ji jina pêk te / 122
- Bir köy düğününde Kürt kadınları / ]in li daweteke gund jinên Kurd / 123
- Çeşme başında Kürt kadınları / Jinên Kurd li ser kaniyê / 124
- Kürt kadınları / Jinên Kurd / 125
- Kayseri yöresi Kürt ve Ermeni kadınlarını yansıtan bir gravür / Jinên Kurd û Ermenî ji devera Kayseriyê / 126
- 20. Yüzyıl'ın başlarında Puşt-i Kûh/İran bölgesinde yaşayan Kürt kadınları / Di destpêka sedsala 20an
de jinên Kurd yên li devera Puşt-i Kuh/Îran dilin     127
- 20. Yüzyıl başlarında Urfa yakınlarında odun taşıyan Kürt kadını / Di destpêka sedsala 20an de jineka Kurd ya li nêzîkî Rihayê êzingan dikşîne / 128
- Alman araştırmacı Oskar Mann'ın objektifinden Amedia'da bir Kürt kadını ve çocukları (1906-07) / Ji objektîfa lêkolînerê Alman Oskar Mann, li Amediye jineka kurd û zarokên wê (1906/1907) / 129

IV. Bölüm: Gravürlerle Kürt kadını
Beşa IV: Bi gravuran jınên kurd
- Doğulu kadın / Jina rojavayî / 133
- Doğulu kadın / Jina rojavayî / 134
- Kürt portreleri, tipleri ve kostümleri / Portre, tîp û kincên Kurdan / 135
- 1. sıra, no 1: Yozgatlı bir Kürt, no 2: Yozgatlı Kürt kadını, 2. sıra, no 1: Sarıkayalı Kürt kadını / Rêza 1., jimar 1: kurdek ji Yozgatê, jimar 2: jina kurd ji Yozgatê, rêza 2., jimar 1: jineka kurd ji sarikayayê / 136
- 2. sıra, no 3: Palu'lu Kürt kadını, 2. sıra, no 5: Sivas dolaylarında bir Kürt kadını / Rêza 2., jimar 3: jineka kurd ji Paloyê, rêza 2., jimar 5: jineka kurd ji devera Sêwasê / 137
- Ermeni ve Kürt yerlileri / Cînişînên kurd û ermenî / 138
- Persler'le Kürtler arasındaki çatışmada bir Kürt kadın savaşçı / Jineka kurd ya şerrkar di şerrê navbera Faris û Kurdan de / 139
- Sivaslı Kürt kadını / Jina kurd ji hêla Sêwasê / 140
- Haremde Kürt kadını / Jineka Kurd li Harem / 141
- Doğulu dansöz kız / Keça dansoz a rojhilatî / 142
- Değişik halklardan oluşan Suriye'de kadın portreleri / Portreyên jinên cuda ji Suriyeyê / 143
- Bir Kürt kadını / Jineke kurd / 144
- 19. Yüzyıl başlarında bir Kürt kızı / Keçeka kurd di destpêka sedsala 19an de / 145
- 19. Yüzyıl başlarında evli bir Kürt kadını / Jineka kurd ya mêrkirî di destpêka sedsala 19an de / 146
- Sincar'dan Yezidî bir erkek ve kadın / Mêr û jineka Kurd ên Êzîdî ji devera Sincarê / 147
- Amuda'dan bir Kürt kadını / Jineka kurd ya ji Amûdê / 148
- Kürt dansöz / Govendgêra Kurd / 149
- Dövmeli Kürt kızı / Keça kurd a bi deq / 150
- Süs eşyaları ve takılarıyla bir Kürt kızı / Keça kurd a bi kincên neqşkirî û xemla / 151
- Serdarbulak'lı genç kızlar / Keçên ciwan ji Serdarbulakê / 152
- Peçera Kürt kadınları / Jinên kurd ji Peçerd / 153
- Çiçanlı Kürt kadınları / Jinên kurd ji Çiçanê / 154
- Kürt kızları / Keçên Kurd / 155
- Radki Kürt kadınları / Jinên Kurd yên Radkî / 156
- 19. Yüzyıl sonlarında ellerinde silahlarıyla Kürt kadın ve erkek / Dawîya sedsala 19. de bi çekên xwe ve jin û mêrê kurd / 157
19. Yüzyılın ikinci yarısında bir Kürt ve levantenler /Di nîvî duwemîn ê sedsala 19. de Kurd û lewanten / 158

V. Bölüm: Osmanlı ve Batı fotoğraflarında Kürt kadını
Beşa V: Di wêneyên Osmanî û Rojava de jinên kurd
- Kürt kızı / Keça kurd / 161
- Sivas yöresinden Kürt kadını / Jina kurd ji dorhêla Sêwasê / 162
- Harputlu Kürt kadını / Jina kurd a Xarpêtî / 163
- Yozgat yöresinden Kürt kadını / Jina kurd ji dorhêla Yozgatê / 164
- Palulu Kürt kadını / Jina kurd ya Paloyî / 165
- Sarıkayalı Kürt kadını, Türkmen kadını, Burdur'lu Ermeni kadını / Jina kurd ji Sarikayayê, jina tirkmen, jina ermenî ya ji Burdurê / 166
- Doğu Güzeli / Xweşika rojhilat / 167
- 1890'larda çekilmiş bu genç Kürt kadını resmi ilkin Lerchenfeld'in kitabιnda yayιnlanιyor (1904) / Ev wêneyê jina kurd a ciwan, ku li salên 1890an de hatiye kişandin, cara yekem di pirtûka Lerchenfeld da tê weşandin (1904) / 168
- Asil Kürt kadını / Jineka kurd ya torin (esîl) / 169
- Hali dokuyan Kürt kadını / Jina Kurd ya tevnê radide / 170
- Kürt kadınları / Jinên Kurd     / 171
- 20. Yüzyıl başlarında Senendaj - İran'da bir Kürt kadını / Dı destpêka sedsala 20an de
li Sineyê - Îranê jineka kurd / 172
- 20. Yüzyıl başlarında Kafkasya'da bir Yezidî Kürt kızı / Keçeka Kurd ya Êzîdî li Kafkasyayê di destpêka sedsala 20an de / 173
- Ermeni fotoğrafçı Sevruguin'in objektifinden 19. Yüzyıl sonlarında Kürt kadını / Di dawiya sedsala 19an de jina kurd ji objektîfa wênegirê ermenî Sevruguin / 174
- 20. Yüzyıl başlarında Kürt kadını / Di destpêka sedsala 20an de Jineka Kurd     / 175
- Anton Sevruguin'in objektifinden 20. yüzyıl başlarinda Kürt kadını / Di destpêka sedsala 20an de jineka kurd ji objektîfa Anton Sevruguin / 176
- 20. Yüzyıl başlarında Kürt kadını / Jina kurd di destpêka sedsala 20an de / 177
- Anton Sevruguin'in objektifinden 20. yüzyıl başlarında Kürt kadını / Di destpêka sedsala 20an de jina kurd ji objektîfa Anton Sevruguin / 178
- 20. yüzyıl başlarında Hristiyan Kürt kadını / Jineka kurd a Xrîstiyan(Mesîhî) di destpêka sedsala 20an de / 179
- Kürt kadını (1918) / Jina kurd (1918) / 180
- İlginç kostümüyle Kürt kadını, 1930 / Jina Kurd bi kincên xwe yên balkêş, 1930. / 181
- 20. Yüzyıl başlarında Senendaj'da Kürt karı-koca / Di destpêka sedsala 20an li Sineyê jin û mêrê Kurd / 182
- Anton Sevruguin'in objektifinden 20. Yüzyıl başlarnda Kürt ailesi / Di destpêka sedsala 20an de malbateke kurd ji objektîfa Anton Sevruguin / 183
- Kürt kadın tipleri / Tîpên jinên kurd / 184
- Cellala'da Kürt kadınları / Jinên kurd li Cellala / 185
- 1893'te Gotni'de genç Kürt kadını / Jineka kurd ya ciwan li sala 1893an li Gotni / 186
- Doğu Kürdistan'da mahalli giysileriyle köylü Kürt güzelleri (20. yüzyıl başları) / Xweşikên kurd yên gundî li rojhilatê Kurdistanê (destpêka sedsala 20an) / 187
- 20. yüzyıl başlarında iki Yezidi kadını / Destpêka sedsala 20. du jinên Êzîdî / 188
- Maraş yöresinde Sinemilli aşiretinden bir Kürt kadını / Ji dorhêla Mereşê, jineka kurd ya ji hoza sinemili / 189
- Ararat'ta Kürt kadını ve çobanı / Jinek û şivanekî kurd li Agirî / 190
- Diyarbekirli Zaza Kürt kadınları / Jinên kurd ên Zaza ji Diyarbekirê / 191
- Dersim'de Kızılbaş Kürtler: Ağanın eşi ve hizmetçisi / Kurdên qizilbaş yên Dêrsimê, jina axê û xizmetkara wê / 192
- Şeyh Adi Türbesi'nin kapısında Êzidi Kürt hatun / Xatûneka kurd a êzîdî li ber dergehê gora şêx Adî / 193
- Diana'da Kaldeli kadınlar / Jinên Xaldî li Diana / 194
- Bibaydi'de damların üzerinde iş yapan Asuri kadınları / Jinên aşurî yên li Bibaydiyê li ser banan kardikin / 195
- Koy'un Hıristiyan kadınları / Jinên mesîhî yên ji Koya / 196
- 20. Yüzyıl başlarında at sırtında Kürt karı-koca / Di destpêka sedsala 20. de jin û mêrê kurd / 197
- Peynir ve yağ hazırlayan Kürt kadınları / Jinên Kurd yên penêr û rûn amade dikin / 198
- İçtoroslar'da kilim tezgâhı başında Kızılbaş Kürt kadınları / Li Torosên navîın jinên kurd yên qizilbaş li ser tevna merşan / 199
- Maraş / Elbistan – Pazarcik bölgesindeki yüzer adalarda yaşayan Kızılbaş Kürt kadιnlarι / Jinên kurd yên sersor - Qizilbaş, ku li ser giravên gerrok yên derdora Mereş – Elbîstan - Bazarcixê, dijîn / 200
- Kuzeydoğu Mezopotamaya'dan Kürt kadınları / Jinên kurd li bakurê rojhilatê mezopotamya / 201
- 1910'a doğru Sanadaj'lı Kürt kadınları / Jinên Kurd yên Sineyîı li dor sala 1910 / 202
- Muş yöresinde Kürt kadınları kır eğlencesinde (20. yy. başları) / Jinên kurd ji devera Muşê li seyranê (Destpêka sedsala 20.) / 203
- 20. Yüzyıl başlarında Sincar'da Yezidi kadın ve erkekler / Di destpêka sedsala 20. de
jin û mêrên Êzîdî ji Sîncarê / 204
- 1890'da bir Kürt köyü ve kadınları / Li 1890an gundekî kurd û jinên kurd / 205
- 19. yüzyıl sonlarında Büyük Ağrı yöresindeki Peçara'da Celalî Kürt kadınları / Ber bi dawiya sedsala 19an jinên Kurd yên Celal? li Peçaraya dora Agiriyê mezin / 206
- 19. Yüzyıl sonlarında Ermenistan'da Kürt kadınları / Ber bi dawiya sedsala 19an jinên kurd li Ermenistanê / 207
- 20. Yüzyıl başlarında kadιnlı-erkekli Kürt govendi / Di destpêka sedsala 20an de govendeka Kurdan bi jin û mêr ve / 208
- Mahabad'da Kürt düğününü yansıtan eski bir fotoğraf / Wêneyekî kevn yê daweteka
Kurdan li Mehabadê nîşan dide / 209

VI. Bölüm : Osmanlı kartpostallarında Kürt kadını
Beşa VI: di kartpostalên osmanî de jinên kurd
- Batı literatüründe "Kürt prensesi" veya "Kürt amazonu", Doğu literatüründe "Kürt cengâveri" olarak nitelendirilen "Kara Fatma"ya ilişkin bir kartpostal / Kartpostaleka Kara Fatma ya ku di wêjeya rojava de wek "prensesa Kurdan" û di wêjeya rojhilat de wek "cengawera kurd" tê binav kirin / 213
- Kürt Beyi / Begê Kurdan / 214
- Sivas'lı Kürt kadını / Jineka kurd ji Sêwasê / 215
- Doğulu Güzel / Xweşika rojhelatî / 216
- Genç Kürt kadını / Jineka ciwan a kurd / 217
- Sêbah & Joaillier tarafından fotoğraflanan Kürt kadınının kartpostal olarak sunulan resmi (1890) / Wêneyê jineka kurd a ji hêla Sêbah & Jogillier ve hatiye kişandin û wek qerta postê hatiye pêşkêşkirin (1890) / 218
- Ayaklarında halhallarıyla yün eğiren Kürt kadını / Jineka kurd a ling bixirxal hirîyê dirêse / 219
- Suriye'li Kürt kadın tipini yansıtan 19. yüzyıl kartpostalı / Qerteka postê ya sedsala 19an, ku tîpa jineka Kurd li Surî nîşan dide / 220
- 20. yüzyıl başlarında Kürt kadını / Di destpêka sedsala 20an de jina kurd / 221
- Mezopotamya'da (Mardin) 19. Yüzyıldan Süryani kadın tipleri / Ji sedsala 19an tîpên jinên Sûryanî li Mezopotamyayê (Mêrdîn) / 222
- Dersim ve Gerger'li Kürt kadınları / Jinên kurd ji Dêrsim û Gergerê / 223
- Mezopotamya bölgesinden Suruçlu Kürt kadınları / Jinên kurd yên Sirucî ji devera Mezopotamya / 224
- İç toroslar'da Kızılbaş-Kürt kadınları / Li Torosên navîn jinên kurd ên qizilbaş / 225
- 19. Yüzyıl'da Zaza - Kürt kadın ve erkekleri ortaklaşa iş yaşamında / Di sedsala 19an de jin û mêrên zaza - kurd bi hev ra di jiyana xebatê de / 226
- Bir 19. Yüzyıl kartpostalında keçisini sağan Kürt kadını / Di kartpostaleke sedsala 19an de jineka kurd bizina xwe didoşe / 227
- Bir Kürt ailesi / Şam'da milliyetini muhafaza eden Kürtler'den bir aile / Malbateka kurd / Malbateka ji Kurdên ku li Şamê miliyeta xwe diparêzin / 228
- Yakarış halindeki bir Kürt kadın / Jineke Kurd a ku dike hawar / 229
- Kürdistan'da sakız pazarlayan kadınları yansıtan bir kartpostal / Kartpostalek ku jinên benîştfiroş yên Kurdistanê nîşan dide / 230
- Osmanlı kartpostallarına yansıyan bir "Kürt dansı" / "Govenda Kurdan" ya li ser kartpostalek Osmanî / 231
- Mezopotamya'da Kürt kadınlarının dansını yansιtan bir 19. yüzyıl kartpostalı / Kartpostalek a sedsala 19an, ku li Mezopotamyayê govenda jinên Kurd nîşan dide / 232
- 20. Yüzyıl başlarında Dr. Stratz'ın çalışmasından alınmış "Kürt kadınları" / Di sêriyê sedsala 20. de kartpostala "jinên kurd" ê ku ji aliyê Dr. Stratz hatine kişandin / 233




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues