La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîrokên hezar û şevekê


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1998, Stockholm
Préface : Pages : 143
Traduction : ISBN : 91-88592-34-0
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1118Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîrokên hezar û şevekê

Çîrokên hezar û şevekê

Mîr Şahriyar û birayê wî Mîr Şahzeman

Tê gotin -lê belê wek her carê û niha Xwedê zanatir, bi aqiltir û bi rehmtir e- ku di destpêka çêbûna dunyayê û hungura demê de, mîrekî bi nav û deng û xwedî hêz li welatê Sasan, di navbera giravên Çîn û Hindistanê de dijiya. Ordiyên wî, yên mezin û hêzên xurt yên di xizmeta xelkê de hebûn. Herweha gelek xulam di qesra wî ya mezin de, di xizmeta wî de bûn. Du kurên wî, yekî mezin û yekî piçûk, hebûn. Her du jî siwarên jîr û merxas bûn; lê belê kurê mezin di warê siwarîbûnê de ji yê piçûk jîrtir bû. Yê mezin welat bi edalet îdare dikir; ji ber ve yekê jî xelkê jê hez dikir. Navê wî Şahriyar, ango şahê bajêr bû; birayê wî yê ku navê wî Şahzeman, ango şahê zeman bû, li Semarkand el-Ecamê mîr bû.

Sal di ser salan re derbas bûn; herdu Mîran jî, welatên xwe bi edalet û xweşî idare dikirin û di nav xweşî û bereketê de dijiyan. Lê belê piştî bist salan birayê mezin bi awayekî nedîtî bêriya biraye xwe kir û emir da wezirê xwe da ku biçe birayê wî bîne. Wezîrî got: "Ser seran û ser çavan" û bi rê ket. Bi îzna Xwedê, bê dijwarî, wezîr gîhaşt cem birayê piçûk. Ji birayê piçûk re "silavên Xwedê li te bin" got û sebebê hatina xwe diyar kir.

Şahzemanî got: "Ser seran û ser çavan." Emir da pêşkar û xulaman da ku haziriya birêketinê bikin. Kon, zexîre, hêstir, deve û pewistiyên rê yên din hatin hazirkirin. Paşê Şahzemanî îdareya welet da destê wezîrê xwe û bi rê ketin.

Lê êvarê, dema bêhnvedanê, hate bîra Şahzemanî ku tiştek li qesra xwe ji bîr kiriye û bi nehînî vegeriya wir. Wî, di qesrê de, jina xwe li ser dîwanê veketî, di hembêza koleyekî xwe î reşik de, dit. 


Table des Matières

NAVEROK

Pêşgotin / 7
Mîr Şahriyar û birayê wî Mîr Şahzeman / 9
Ker û Ga / 14
Bazirgan û Efrît / 18
Çîroka Kalê Yekemîn / 20
Çîroka Kalê Duyemîn / 23
Çîroka Kalê Sêyemîn  / 26
Çîroka Ganem bin-Eyûb û Xweha wî Fetnahê / 29
Çîroka Reşikê Xesandî yê Yekemîn ji Sûdanê / 33
Çîroka Reşikê Xesandî yê Duyemîn ji Sûdanê / 36
Hemal û Keçikên Ciwan / 67
Çîroka Parsekê Yekemîn / 80
Çîroka Parsekê Duyemîn / 86
Çîroka Parsekê Sêyemîn / 101
Çîroka Keçika Ciwan ya Yekemîn / 118
Çîroka Keçika Ciwan ya Duyemîn / 127
Dawî  / 135




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues