| Dilşa
 Hingê me li dibistana seretayî dixwend. Di nav me de tenê kekê min  piçekê bi Tirkî dizanibû. Ez û birayê xwe yê biçûk, me yek peyvekê jî bi  Tirki nizanibû. Le em bi kekê xwe serbilind bûn, ew dipeyivî û wî gelek  caran di ber me de jî bersîv dida. Ne rihet bû, lê vê disbistana ku  Kurdî lê qedexe bû û cezayê peyivînê barek lêdan bû, bi Tirkî zanîn  merîfetek mezin bû.
 
 Di serî de kekê min qet nexwestibû ku dest bi dibistanê bike. Diya min  pirr bi kekê min re pev çû, pê re şer kir û têr li kekê min xist. Cara  yekem bû ku ez li lêxistina diya xwe ya bi vî awayî dibûm şahid. Pîra  min jî bi vê yekê gellek acis bûbû û nedixwest ku diya min bi me re şer  bike. Pîra min digot:
 
 - Keçê, ma hema naxwazin bila neçin dibastanê. Ma te negot wê kevir  bibare!.. Sêwî ne, gune ne! Ev te çi ye ji wan gidî. Hema nexwînin wê çi  bibe. Te negot wê kevir bibarin: Ma bavê wan xwend, ma kalê wan xwend  ku ew kêm man!
 
 Diya min bi hêrs lê vegerand:
 - Bila neçin, bila bibin şivan û gavan!
 
 
Sêzdeh û nîv Hingê me li dibistana seretayî dixwend. Di nav me de tenê kekê min piçekê bi Tirkî dizanibû. Ez û birayê xwe yê biçûk, me yek peyvekê jî bi Tirki nizanibû. Le em bi kekê xwe serbilind bûn, ew dipeyivî û wî gelek caran di ber me de jî bersîv dida. Ne rihet bû, lê vê disbistana ku Kurdî lê qedexe bû û cezayê peyivînê barek lêdan bû, bi Tirkî zanîn merîfetek mezin bû.
 Di serî de kekê min qet nexwestibû ku dest bi dibistanê bike. Diya min pirr bi kekê min re pev çû, pê re şer kir û têr li kekê min xist. Cara yekem bû ku ez li lêxistina diya xwe ya bi vî awayî dibûm şahid. Pîra min jî bi vê yekê gellek acis bûbû û nedixwest ku diya min bi me re şer bike. Pîra min digot:
 
 - Keçê, ma hema naxwazin bila neçin dibastanê. Ma te negot wê kevir bibare!.. Sêwî ne, gune ne! Ev te çi ye ji wan gidî. Hema nexwînin wê çi bibe. Te negot wê kevir bibarin: Ma bavê wan xwend, ma kalê wan xwend ku ew kêm man!
 
 Diya min bi hêrs lê vegerand:
 - Bila neçin, bila bibin şivan û gavan!
 
 Diya min kir nekir, eva ku kekê min ji kirta xwe wera xwarê nehat.
 
 Di rojeke şilî û baran de em ji mal  reviyan. Ya rast kekê min reviya û me herduyan jî da dû wî. Ji demekê bi şûn de baran bû tavî. Êdî em nikaribûn herin. Li ser rê şikeftek hebû, jê re digotin Şikefta Mêlo. Em çûn ketin hundirê Şikefta Mêlo û li benda rawestîna baranê man.
 Marê reş, cardin kir kufîn û xwe avêt paniya Dilşayê, pê veda. Wek ku tîrek li paniya wê bikeve, Dilşayê êşeke kûr his kir. Êdî marê reş bi Dilşayê vedabû û hemû jara xwe berî bedena wê ya ter û ciwan dabû. Tu dengek ji Dilşayê derketibû.
 Li derve cendirman gundê Hertayê dişewitand. Dilşayê di qula darê de hêdî hêdî û bi bêdengî can dida. Zarûktiya wê, mêrê wê Rostem û zarûkê di zikê wê de hatin ber çavê wê. Roja daweta wê hat ber çavê wê. Cêrê ku li diwarê malê xistibû û şikandibû dît. Yekî şerbikek av jê re dianî. Gelo ev Rostem bû? Dilşayê destê xwe direjî avê dikir, bele dikir nedikir destê wê nedigihîşt avê. Demektê bi şûn de milê wê diket ber wê, belê wê hê jî zimanê xwe derxisitibû û dirêjî avê dikir.
 
 Dilşayê hêdî hêdî can dida. Pêşî lingên wê bêrih man û bûn wek êzing. Dû re laşê wê, pêsirên wê, milên wê û çavên wê sar bûn. Zarûkê di zikê wê de, bêhêvî çend pihîn avêt û hêdî hêdî teqlên wî jî sist bûn û can da. Niha Dilşa û zarokê xwe miribûn.
 
 Birahîm, ji mirina Dilşayê û zarûkê wê bêhay li benda çûyina cendirma bû.
Felat Dilgeş
 Kitêbên wî:
 Kula Dêrsimê (1992-Şano)
 Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan (1988-Lêkolîn) Çirokên Mîr: 5Dilşa
 Felat Dilgeş
 ISBN 975-8794-07-8
 Editor
 Müslüm Yücel
 Redaksiyon
 Fehim Işık
 
 Çapa Yekem
 Gulan 2003
 
 Çapxane
 Kayhan Matbaacılık
 Weşanên Elmaİlkbelediye cad. No:37/ 6 80070
 Tünel Beyoğlu / İstanbul
 0 212 243 77 80
 elmayayinlari@hotmail.com
   Felat Dilgeş di sala 1965an de li gundekî Pasûrê (Qulpê) yê bi  navê Duderya hat dinê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, ya  Lîseyê li Licê temam kir. Li Unîversîteya Stenbolê Felsefe û siyasetzanî xwend. Di sala 2000î de,  li Unîversîteya Stenbol, di warê siyaseta navnetewî de doktoraya xwe  temam kir. Heta niha di gellek kovar û rojnameyan de nivis nivîsîn, stûnnivîskarî  kir. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî û kulturî Gulistanê  de, rolekî girîng leyist û berpirsiyartiya wê ya giştî kir.
  PDFTéléchargement de document non-autorisé. |