Di çavkanîyên Swêdî de motîvên Kurdî Pêwendîyên Kurdan û welatên Ewrûpî ji gelek alîyan ve çawa em dibînin pir kevn in. Li ser dîrok, ziman, edebîyat, çand, jîyîna civakî û etnografya Kurdan cara pêşîn Ewrûpîyan dest bi lêkolînan kirine. Ji wan gelek kes çûne Kurdistanê an jî welatên ku Kurdistan bindest kirine. Di nav van kesan de de mîsyoner, gerok, zabit, nivîskar, rohilatnas û pisporên stratejîyê hebûne. Di dawîya van gerên xwe de, wan mîrateke ji dokumentên cuda pêkhatî ji me re hîştine. Îro Kurdnas, rohilatnas û lêkolinvanên mayîn dema li ser Kurdan kar dikin, ew, van dokumentên kêrhatî bi firehî bi kar tînin. Di sedsalên kevn de ji ber tunebûna dewleteke Kurd, bi destê Kurdan tunebûna îmkana nivîsîna dîroka Kurdan îro çawa em dibînin çend dijwarî û serêşîyan bona lêkolînvanan peyda dike. Lê belê ev dokument, çavkanîyên Ewrûpî tên hawarîya me, alîkarîya me dikin, rûpelên tarî ronî dikin.... |