The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Adat û rusûmatnameê ekradiye


Author :
Editor : Nûbihar Date & Place : 2010-01-01, İstanbul
Preface : Pages : 392
Traduction : ISBN : 978-9944-360-67-8
Language : KurdishFormat : 135x210 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 2264Theme : General

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Adat û rusûmatnameê ekradiye

Versions

Adat û rusûmatnameê ekradiye

Jan Dost

Nûbihar


Li ser jiyana Bayezîdî agahiyên zêde nînin. Dema dibêjim agahiyên zêde, yanî li ku xwend, mamosteyên wî kî bûn, dê û bavê wî, malbata wî. Gera wî ya ji bo zanînê û detayên din ên jiyanê ku mixabin hemû klasîkên me jê bêpar in. Jiyana Bayezîdî jî, eger ne agahiyên heval û şagirtê wî A. Jaba bûya, dê ne ewqasî zelal bûya. Bi her halî gelek lêkolîner dibêjin ku sala jidayikbûna wî di navbera (1797 û 1799) an de ye li bajarê Bayezîdê. Peter Lerch di nivîseke xwe de çêrî nameyeke Jaba dibe ku ji Lerch re di êlûna 1857 an de şandiye. Ew di wê nameyê de dibêje ku, temenê Mele Mehmûd 60 sal in!! Evjî dide xuyakirin ku Mele Mehmûd di sala 1797 anji dayik bûye.

Ji bo em agahiyên berferehtir li ser jiyana Bayezîdî li ber destê xwendevanên xwe raxînin, emê nivîsa Yevgêniya Vasilyêva, ya derbarê jînenigariya Bayezîdî de û her weha pêşgotina Q. Kurdoyêv û C. J. Mûsayêlyan ji wergera Bayezîdî ya Şerefnameyê re bigrin destê xwe û di vê pirtûkê de bi cih bikin. Min destê xwe neda zimanê wergera Têmûrê Xelîl ji jînenigariya ku Vasîlyêva nivîsiye, her wek xwe maye. Wisa jî pêşgotina Qanatê Kurdo û Mûsayêlyan ya di kitêba tercema Şerefnameyê de ku Seîdê Dêreşî weşandiye, cih di paşeka vê kitêbê de digre. Her weha agahiyên nirxdar yên M. Rodenko jî dê ronahiyê bavêjin ser jînameya daner. Wekî din jî di paşekê de hin agahiyên cuda cuda hene ku xeleka ronahiyê li dora jiyana Bayezîdî ferehtir dikin û dê xwendevan rastî wan were.


Table des Matières


Naverok


Pêşgotin / 7

Ekola Rojhilatnasiyê a rûsî, û geşbûna Kurdologiyê / 9
Jînenîgariya Bayezîdî - Bayezîdî berê wêjeya kurmancî diguherîne / 13
Bayezîdî, Iskendernameya Nizamî jî wergerandibû? / 17
Tekstên kurdî ji Erzerûmê / 18
Çima pexşan bi Bayezîdî dest pê kir? / 19
Serdema pexşanê di dîroka wêjeya kurdî de / 20
Xebatên li ser vê Berhemê / 23
Xwendinek bi lez ji vê berhemê re / 23
Tiştekî balkêş di vê berhemê de / 27
Xebata min li ser vê berhemê / 28

Destpêk / 33
Nijadê kurdan û navê Kurdistanê / 33
Peyva kurd ji ku hatiye? / 36
Zimanê kurdî - Beşên milletê kurd / 38
Peywendiyên eşîrî / 39
Xweavêtina bext li ba kurdan - Beşikkertme / 40
Berdêlî / Demên dawetan / 41
Warê kozê û Zome / 42
Amadehiyên şer / 43
Defa Hewarê - Jinên Kurdan û şervaniya wan / 44
Ji tektîkên şer - Mesela namûsê / 45
Serbestiya jinan û kedkariya wan / 46
Şêweyê barkirinê, koçkirin / 47
Pasvanî û parastina zomeyê - Mêvandarî, dîwanxane / 48
Melayên kurdan / 49
Reşgirêdan, şîngirtin / 50
Dijmintiya kurdan / 51
Jin û mela û mehderiya wan / 52
Keç revandin - Zora li ser jinan / 53
Kurd tolerant in - Baweriyên kurdan, tirsa ji nexweşiyan / 54
Kurd mirina di şer de dixwazin - Tirsa di şer de şerm e / 55
Qedrê jinê di civaka kurdî de / 56
Hin adetên kurdan - Nezer û çavînî / 57
Şopajotin, pêjnnasîn, pêşbînî / 58
Jina serxure - Pîrejin û kalemêr çi dikin / 59
Hakimperestiya kurdan / 60
Kurd qenciyê ji bîr nakin - Mêraniya kurdan - Hespên kurdan û çekên şer / 61
Qedrê hespan / 62
Diravhewandin - Xwendina keçan, hin baweriyên jinan / 63
Dermanê Nezerê - Kurd û bêemriya Xwedê / 64
Şûştina zarokên nûzayû - Dîsa li ser jinê / 65
Mewlûd û adetên wê / 66
Jinxwestin, qelen û diyariyên dawetan / 67
Şahiyên di dawetan de / 68
Xwarina di dawetan de / 69
Berbûk, Gerdek / 70
Kirîvatî û sinnetkirina kuran / 71
Sinnetkirin û adetên wê / 72
Perwerdeya zarokan - Medrese û sîstema dersdayînê / 73
Rêzgirtina mamoste û melayan - Mêvanperweriya koçeran - Mizgeft wek mêvanxaneyê / 74
Mêvandarî li ba kurdên Wan, Mûş û Bayezîdê - Dilferehiya kurdan / 75
Bêyomiya hin tiştan / 76
Pîrê, serma dijwar û Xidirnebî - Poxîn / 77
Jiyana hevpar, cejna Hêksorê, Kafirkûr - Ziyaret, sozên dînî, û yexanx / 80
Çîroka Rabo û kurê wê Kelho / 81
Çend taybetiyên kurdan / 82
Pisporên pez û sewalan - Xweparêziya kurdan û segên bi nijad - Hespperwerdeyî / 83
Desthilatdariya axayan / 84
Kurmê darê - Sûndxwarin li ba Kurdan - Jinên kurdan / 85
Tundrewiya kurdên Botan û Hekariyê û tolhildan / 86
Şêweyên şer / 87
Qedrê çek û sîlehan / 88
PÎşekarÎ - Şert li ba kurdan / 89
Hin baziyên Kurdan, şetrenc û dama / 90
Cinaqşikandin / 91
Kurd ji zimanê farisî hez dikin - FayÎz û kurd / 92
Erebîbazar - Bazirganiya hogeçan / 94
Hukumdariya axayan - Perwerdeya leşkerî - Tarîx û hesabê wê li ba kurdan / 95
Beranberdan û sedîpez / 96
Namegerî di nav kurdan de / 97
Tiştên şûm û yên bextbîn - Adetên zewacê û rola melayan - Binavkirin li ba kurdan / 98
Navikbirrîn / 99
Zayîn û jidayikbûn - Pirsa avê - Tolhildan û şêweyên wê / 100
Hunerên xweparastinê - Baweriya bi şêxan / 101
Xwegorîkirina jinan, nezra ji bo nexweşan / 102
Hinek baweriyên din / 103
Jinên kurdan û jiyana wan - Serxwebûna jinan / 104
Kurd û malê ewqafê - Pirsa namûsê / 105
Kurbazî / 107
Sixêf, hinne, kil - Hevgirtina civakî û baweriya bi bijîşkan / 109
Şînî û mirin / 110
Sûnda bi nan – Rabûn û rûniştin di zivistanan de / 112
Kurd û fille: Jiyana hevpar û dijwariyên wê / 113
Zulma koçeran li xwecih û gundiyan / 114
Serdema Sultan 'Ebdulmecîd / 115
Têkiliyên koçer û niştecihan / 116
Jinên koçeran û yên niştecihan / 117
Kurd û xerîbî / 119
Xap û rîpên koçeran, rêbiriya wan / 120
Zekat û alîkariya diravî di nav kurdan de / 121
Konên kurdan / 123
Sunnetkirin / 124
Berbertî û cerrahî - Alavên
ronahiyê / Girêdanî çi ye? / 125
Meşqên şer û çekheziya kurdan / 126
Gerelawij / 127
Lîstik û werziş, teşîrêsî - Şevbuhêrkên şahiyê / 128
Dawet / 129
Mezhebê kurdan çi ye? / 130
Cindar û pîldar / 131
Jinên tasnêr - Jinên efsûnger / 132
Kevirî - Begzade / 133
Êzîdî'/ Stêrnasî li ba kurdan 134
Adetên Kurdan bi kurdiya îro / 135
Paşek / 197
Mela Mehmûdê Bayezîdî Yêvgêniya Vasilvêva werger û lêzêdekirin: Têmûrê Xelîl / 199
Ji Pêşgotina M. B. Rodenko / 204
Pêşgotina wergera Bayezîdî ji Şerefnameyê re / 211
Pirtûka wenda ya dîroka Kurdistanê Y. Vasîlyêva / 213
Birrek ji pêşgotina Qanatê Kurdo û C. J. Mûsaêliyan / 245

Pêşgotina P.J. A. Lerch / 251
Jêder / 255

'Adat û Rusûmatnameê Ekradiye / 265




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals