La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Jar lê sermest


Auteur :
Éditeur : Belkî Date & Lieu : 2004, Diyarbakır
Préface : Pages : 134
Traduction : ISBN : 975-92180-5-4
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1619Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Jar lê sermest

Jar lê Sermest

Şemî

Di hundirê labîrentekê de ye, lê ne ew bi tenê, gellek kesên din jî di vê labîrentê de ne. Ev serpêhatiya wan a di hundirê vê labîrentê de, kînga dest pê kiriye ne ew zane û ne jî kesên din. Kirasekî yekpare û spî li ser bejna wan e. Ji bona xwe ji vê labîrentê rizgar bikin herkes direve. Loma jî herkesek ketiye qoridorekê û li deriyekî digere. Ew jî lê digere... Tukes di vê rev û gerê de alîkariyê bi kesekî din re nake. Yek ji wan bikeve erdê yên din pê li wî dikin û derbas dibin... Ew jî li dêrî digere. Bêhna wî çikiyaye. Li erdê ji herriyê deryayek çêbûye. Deryayek ji herriyê... Gellek ji kesên revok, di nava herriyê de ketine xwarê û di nav de digevizin. Hinek bi serserkî, hinek hetanî çongê, hinek ji wan jî hetanî stûyê xwe di nava herriyê de cit bûne. Ji nav wan kesan hinek hîn jî sax in; dinalin, girêz ji devê wan diherike, dikin hawar û dibêjin; "Revokno! Dest dirêjî me bikin û me ji nava vê herriyê rizgar bikin." Lê ne kes li wan disekine û ne jî kesek destê xwe dirêjî wan dike. Ew tê digêhîjin ku, ger ew jî bisekinin, ew ê jî bikevin nav herriyê; ew ê jî bibin yek ji wan kesên ketî. Kesên direvin, gavên xwe di ser yên ketî re diavêjin, hin jî ji yên ketî berê...


Table des Matières



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues