La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2010, İstanbul
Préface : Pages : 432
Traduction : ISBN : 978-605-5683-30-6
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Hil. Yad. Kl. 84Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd


Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd

Refîq Hilmî

Weșanxaneya Lîs


Di sala 1934an de, ez li Mûsilê mamosteyê matematîkê yê 'Edadiyê bûm. Dr. Mecîd Hidurî, hevalê min ê gelek hêja û bi qîmet, ku pişt re dev ji Iraqê berda û çû Eme-rîkayê, wc çaxê di dibistana me de mamosteyê sosyolojiyê bu. Em herdu jî endamê Komeleya Zanistî ya Mûsilê bûn. Wî kitêbek bi navê El-Meseletu’l-Sûriye (Meselcyên Sùriyc) nivîsandibû û wekî diyarî nusxayek wê ya çapkirî jî ji min re ÿandibû. Dema ku min li ki-têbê nêrî, min dît ku mesela Sûrivê û ya Feyselê Yekem, gelek li me-sela Şêx Mebmûd ù ya Kurdistanê diçin. Ez jî, ji bo ku kesekî gelek nêzîkê Şêx Mebmûd û karbidestên Ingilîzan ên derûdora Şêx Mebmûd bûm, min bê wê çaxê ji bo bîranînên xwe gelek tişt ba xwe notgirtibûn û nivîsandibûn. Ji bervê, min fikra nivîsandina ...


Refîq Hilmî, di sala 1898an de li Kerkûkê hatiye dinê. Piştî xwendina xwe ya li Silêmanî û Bexdayê, ji bo xwendina xwe ya di Akademiya Eskerî û Zanîn-geha Bilind a Teknîkî de diçe Stenbolê. Di esnayê Şerê Cîhanê yê Yekem de xwendina xwe temam dike û beriya Tevgera Şêx Mehmûd dest pê bike, vedigere Silêmaniyê û li wir rawêjkariya Şêx Mehmûd dike. Ew yek ji wan şahidê herî nêzîk ê Tevgera Şêx Mehmûd e.

Refîq Hilmî, dîrokzan, nivîsar û siyasetmedarekî bi nav û deng ê Başûrê Kurdis-tanê ye. Ew di sala 1938an de Partiya Hêwa dadimezrîne û dibe sekokê wê. Wî gelek kitêb di derbarê dîrok û zimanê Kurdî de nivîsandine.

Refîq Hilmî, di serdema hukumdariya Şêx Mehmûd de, di rojnameya Rojî Kurdistan û rojnameya berdevkê hukumeta Şêx Mehmûd, Bangî Kurdistanê de kar kiriye û di van herdu rojnameyan de nivîsandiye.

Refîq Hilmî, rexnegirekî edebiyatê yê herî naskirî yê Başûrê Kurdistanê ye. Wekî li jorê hat gotin, damezrênerê Partîya Hêwa (1938) ya veşartî ye (illégal). Ev partî pêşî li Kerkûkê tê organîze kirin û pişt re belavî ciyên din ên Başûrê Kurdistanê dibe. Kesên rewşenbîr û karmendên Kurdistanê yên wî wextî di vê partiyê de cih girtine. Ev partî xwediyê programeke neteweyî ya daxwaza serxwebûniya Kurdistana Iraqê bûye. Piraniya endamên wê xwediyê bîr û baweriya çep bûne.

Partiya Hêwa, bi Komeleya Jêkafê (Komeleya Jiyanneweyî Kurdistan) ya di bin serokatiya Ebdurrehman Zebîhî de hatiye damezrandin, pêwendî danîye. Wê ji bo alîkarî û amadebûna di demazirandina Jêkafê (1942) de, wezîfe daye du endamên xwe yên herî hêja yên zabitên ji artêşa Iraqê, Mistefa Xoşnaw û Mîr Hac Ehmed.

Refîq Hilmî, di gelek karên resmî yên dewleta Iraqê de jî xebitiye. Bi kar û barên perwerdeyê yê li Silêmaniyê re mijûl bûye. Di sala 1954011 de, bûye alîkarvanê waliyê Bexdayê. Di sala igsgan de jî bûye ataşeyê kulturî yê Iraqê li Enqereyê. Refîq Hilmî di sala 1960 de çû ye ser dilovaniya xwe.

Çend berhemên ji aliyê mamoste Refîq Hilmî ve hatine nivîsandin ev in:
1- Kurd Le Seretayî Mêjûwewe Ta Ku 1920.
2- Şiîra Kurdî û Edebiyat, Cild: I,1941
3- Şiîra Kurdî û Edebiyat, Cild: II, 1956.
4- Dîroka Kurdistanê.
5- Yaddaşt û Şoreşa Şêx Mehmûd, 6 cild, Weşanên Lîs, 2010

 


Table des Matières


Naverok

Pêşgotina Kurmancîya Wê, Ziya Avci / 11

Cılda Yekan / Beşa Yekan
Destpêk / 17
1 - Şerê Cîhanê Yê Yekem / 19
2 - Piştî Sekinandina Şer Rewşa Dewleta Osmanî / 20
3 - Mustefa Kemal (Atatürk) / 22
Wezareta Damad Ferit Paşa û Mustefa Kemal / 25
4 - Şerîf Paşa / 27
5 - Rewşa Kurdan / 27
6 - Mustefa Kemal / 28
7 - Mesela Kurd û Kurdistanê/
8 - Îttîhad û Terakkî / 31
9 - Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem Kurdistana Başûr/31
10 - Jiyana Şêx Mehmûd / 34

11 - Fitneya Mûsilê / 37
12 - Vegera Şêx Mehmûd ya Silêmaniyê / 39
13 - Şerê Cîhanê yê Yekem û Şêx Mehmûd / 41
14 - Hatina Major Noël li Silêmaniyê / 46
15 - Hukumdarê Kurdistanê / 47
16 - Şêx Mehmûd û Konferansa Aştiyê / 49
17 - Dema Hukumdartıya Şêx Mehmûd a Yekê û Rewşa Silêmaniyê / 50
18 - Sefera Major Noël û Fayîq Tapo ya Tirkiyê / 52
19 - Piştî Çûna Noël Rewşa Silêmaniyê / 55
20 - Şêx Mehmûd û Kesên Derûdora Wî Çi Dikirin / 58

21 - Bi Kapitan Bill re Sefera Min ya Koyeyê / 60
22 - Jarbûna Nifûza Şêx Mehmûd Di Nav Eşîretan de / 64
23 - Şêx Emînê Sindulanî / 65

Cilda Yekan / Beşa Duduyan
24 - Ji Bo Şikandina Nifûza Şêx Mehmûd Wêneyek din ji Kirinên Ingilzan / 72
25 - Destpêka Şoreşa Şêx Mehmûd / 73
26 - Bi Bill re Çûna Min ya Rewandizê / 75
27 - Şoreşa Şêx Mehmûd ya Yekem û Netîceyên Wê / 76
Guftûgoya Şeva Nîvê Şevê bi Şêx Mehmûd û Simko re / 78
Di Derbarê Tirkan de Guftûgoyên Nehênî
Yên Şêx Mehmûd û Simko bi Min re / 82
Teyarê Emîn Efendiyê Mesref, Şêx Mehmûd / 83
Yekîtiya Kurd û Tirkan û Dîwanxaneya Şêx Mehmûd / 83
28- Di Dema Şerê Derbendê de Bûyerên Rewandizê / 89
Di Esnayê Şoreşê de Şaşiyên Şêx Mehmûd / 93
Piştî Çûna Bill ya Hewlêrê, Ez û Rewandiz / 94
29- Girtina Min li Rewandizê û Şandina Min ya Zindana Koyeyê / 96
30- Bendîxaneya Koyeyê / 98

31- Ez û Siddîq Efendiyê Hindî / 100
32- Ebdullah Axayê Hacî Teyar Axayê Hewîzî / 105
33- Berdana Min ji Zindanê / 107
34- Dadgeha Şêx Mehmûd ya li Bexdayê û Şandina Wî li Andamarê / 108
35- Leşkerên Yunanî Êrîş Dibin Ser Erdê Tirkan / 112
36- Li Yunanîstanê Ketina Wezareta Venezelos / 115
Netîceya Hewildanên Bekir Samî û Lihevhatina bi Fransa û Îtalyayê re /120
37- Behsa Meseleya Kurd li Stenbolê / 121
Wefata Şêx Mehmûd / 124
38- Mustefa Kemal û Kurd / 125
39- Hinek Sebebên Taybetî yên Serkeftina Mustefa Kemal / 128

Cilda Duduyan / Beşa Yekan
40- Cara Duduyan Şerê Tirkan û Yunaniyan û Serkeftina Tirkan / 134
41- Piştî Şandina Şêx Mehmûd Ya Hindistanê Rewşa Kurdistana Iraqê / 137
42- Şoreşa Kurdên Iraqê Li Amêdiyê û Aqreyê / 138
43- Hatina Ozdemir Paşa Li Rewandizê / 141
44- Rojên Bi Tewfîq Wehbî re / 145
45- Em û Major Soane / 146
46- Seyîd Tahayê Şemizdînî û Mesela Kurd / 150
47- Di Neserkeftina Mesela Kurd de, Kurd Bi Xwe Mesul in / 152
Vegera Mustefa Paşayê Yemulkî Ya Ji Stenbol Li Silêmaniyê / 154
48- Iraq Di Bin “îşgal”ê de / 154
49- Bi Kurtî Mesela Şoreşên Kurd û ‘Ereban Li Iraqê (1919-1922) / 158
Muctehîdên Şî’iyan û Komeleyên Siyasî / 161
50- Hemdî Begê Baban / 168

51- Netîceya Şoreşa Mustefa Kemal / 173
52- Tirk û Wilayeta Musilê û Komeleya Me û Hemdî Begê Baban / 174

Beşa Çaran / Beşa Duduyan A Cılda Duduyan
Destpêk / 181
Civîna Me ya- li Mala ‘Ezmî Begê Baban / 181
53- Hatina Hemdî Beg ya Silêmaniyê / 184
54- Komeleya Serxwebûnî Ya Kurdistanê / 187
55- Şerê Kurd û Ingilîzan li Derbendê Ranyeyê / 188
Kongreya Ingilîzan Li Qahîreyê û Behsa Meseleya Kurd û Ereban / 189
56- Neticeya Komeleya Serxwebûnî / 191
57- Telgrafek Ji Kerkûkê / 193
Ez li Kerkûkê Bûm Mamosteyê Dibistana Zaferê / 195
58- Rojnameya Necm / 197
59- Ez Ber Bi Şaşiyê ve Çûbûm / 201
60- Avêtina Min Ji Wezîfeyê / 202

61- Rûpelek ji Şoreşa Erebên Iraqê / 205
62- Dezgehên Ingilîzan ên Siyasî li Iraqê / 209
63- Encamê Şoreşa Iraqê... û Mesela Kurd / 214
Feysel li Sûriyê / 217
64- Emir Feysel Kirin Melikê Sûriyê / 220
65- Tirk Di Kongreyan de Çawan Biserketin / 224
Civîna Londrayê û Mesela Kurd / 225
Mesela Kurd û Ermeniyan / 226

Beşa Pêncan / Beşa Sisiyan A Cilda Duduyan
Ricaya ji bo Rastkirineke Biçûk / 231
Wezareta Yekan a Seyîd ‘Ebdurrehmanê Neqîb û Mesela Kurd / 232
Nameyên di Navbera Hukumeta Iraqê û Mendubê Samî de û Behsa Mesela Kurd / 238
66- Pêmana Iraq û Brîtanyayê / 247
Meclîsa Damezrêner Çawan Hat Berhevkirin / 428
Pêman Çawan Bicih Bû / 249
Kongreya Aştiyê û Mesela Kurd / 250
Ingilîz û ‘Ereb / 252
67- Faaliyetên Musefa Kemal û Kurd / 255
68- Cem’iyetî Kurdistan / 258
Mustefa Paşa û îsmaîl Axayê Şikakî / 262
Mesela Mûsilê û Hukumeta Şêx Mehmûd a Cara Duduyan / 264
Berê Vegera Şêx Mehmûd Rewşa Silêmaniyê / 267
Hilkêşana Ala Kurdistanê / 270
69- Rewşa Meclîsa Millî / 271
70- Vegera Şêx Mehmûd li Silêmaniyê / 272
Îstîraheta Şêx Mehmûd û Damezrandina Heyeta Reîsan (Meclîsa Wuzera) / 275
Îstîraheta Hukumdar Xelas Bû / 276
Şêx Mehmûd Li Bexdayê Xwe Li Hemberî Melik Feysel û Mendûbê Samî Çawan Nîşan Dabû / 277

Beşa Şeşan / Beşa Çaran a Cilda Duduyan
Pêşgotin / 283
71- Wezareta Silêmaniyê ya Perwerde û Hîndekariyê / 284
72- Dersdana Li Dibistanan / 285
Tirk Çawan Hatin Rewandizê / 288
Hatina Ozdemir Ya Rewandizê / 293
Şêx Mehmûd Çawan Hat Xapandin / 296
Hatina Simko ya Silêmaniyê / 301
Helwestên Ozdemir û Kirinên Wî yên li Rewandizê / 307
Ozdemir û Bajarê Silêmaniyê / 310
Vegera Şêx Mehmûd Ya Silêmaniyê û Ozdemir / 316
Siyaseta Ozdemir a li Hemberî Kurdan / 318
Hewlên Terefdarên Ozdemir li Gel Şêx Mehmûd / 322
Civîna Silêmaniyê û Biryara li Ser Şertên Ozdemir / 324

Cilda Sisiyan / Mesela Mûsilê û Kurd / 330
Çûna Min ya Enqereyê / 347
Bajarê Urmiyeyê / 355
Çûna ji Urmiyeyê û Şerefxane / 358
Ji Şerefxaneyê Çûna Şîsterê / 339
Tebrîz / 363
Stenbol / 369
Bajarê Culfayê / 371
Tiflîs / 373
Batûm / 377
Bajarê Îzmîtê / 383
Enqere / 383
Vegera Min ji Enqereyê li Silêmaniyê / 394
Edene /397
Entab / 403
Urfa / 405
Diyarbekir / 406
Bedlîs / 411
Xelat (Exlat) / 412
Bajarê Wanê / 413

Jêrenot / 421




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues