La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gilîdax bêxwedî nîn e!


Auteur :
Éditeur : Deng Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 246
Traduction : ISBN : 975-7011-38-X
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Cam. Gil. 4878Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gilîdax bêxwedî nîn e!

Gilîdax bêxwedî nîn e!

Yilmaz Çamlibel

Deng


Însan çima bi hevra şerdikin? Gelo di zilm û zordarîyê da, sedemên bingehîn çi ne?

Gelo, çima ewqas însan, dewlet, gelên ku etnîsita wan ji hew cuda nin, bi hevra şer dikin? Çima, ji bo xîlaf û nakokîyên kesanî an jî cîvakî, dijî hev zorê bikartînin? Gelo, kok û binyata vê zor û zulmê da çi heye? Xasima, kesên bi ilmê va mijûl dibin, li ser vê problemê û pirsgirikê disekinin, li ser vê bûyerê, gelek teorî ava dikin.

Hinek ji wan dibêjin, "Dinya ji bo insanên heyî ra teng e, an xwarin û vexwarinên li dinyayê têra însanan nake." Hinek jî dibêjin; "Di gîyan, beden û xwîna hin însanan da, genên zor bikaranînê heye. Ewana şer derdixînin. ” Hin jî dibêjin, “Şer ji ber rik, hêrs û sadîzma rêberan dertê. ” Gor hinekan jî şer, di navbera siruşt û însanan da faktorek e, ku jîyanê berdewam dike. Ango yên jar û lawaz ji ortê radike, jîyanek baş li ber xurtan vedike, ev rûdaneke xwezayî ye.

Li dinyayê çi wextê qewimandinên cîvakî pêk bên, bê guman sedemên wan ên bingehîn yên objektîfî hene. Bingeha wan qewimandinan pir in û gelek tevlihev in. Bi gotinek din, bingehên bikaranîna zorê, şer û pevçûnê, li ser gelek sedeman bejn dide.


Gelo kîjan egerên sereke ne, ku wan pevçûnan tîne holê û şeran derdixîne? Divê em wan sebebên rasteqîn bizanibin û her wusa, baş şirovebikin.

Gor lêkolînên zanistî, di dewra berê da insan, wek heywanan dijîyan û her tiştî, bi hevra parvedikirin. Wana tu caran hemberî hev zorê bikar neanîne. Bo nimûne; li ser îskeletên wan da, rêçê şikestinê û derizînê nehatîye dîtinê.

Di jîyana civakî da, dema ne wekhevî rûdaye, çîn û tebeqe pêk hatine; ango yên serdest û yên bindest çêbûne, ji wê demê pêve, zor, zordarî; şer û pevçûn jî destpêkirîye.


Table des Matières


Naverok


Pêşgotinek Dirêj / 7

Însan çima bi hev ra şer dikin? Gelo di zilm û zordarîyê da, sedemên bingehîn çi ne? / 16
Bi kurtî Dîroka Kurdistanê / 18
Tekoşînên di rêberîya mîrekan da / 22
Serhildanên di bin serokatîya serokeşîr û rêberîyên olî da / 23
Serhildanên ku ronakbîrên Kurd bi xurtî tê da beşdar bûne / 24
Xoybûn / 30
Taybetîyên Serhildana Netewî ya Agirîyê / 34
Efuya Giştî û Nefîkirin / 44
Du derewên efûyê / 57
Mirovên ku pêşengîya şerê Agirîyê kirine / 62
Şerên navbeyna hêzên Kurda û Tirka / 111
Şerêyekemîn, 16-17êGulanasala 1926an / 111
Şerê duwemîn, 16-17ê Hezîrana sala 1926an / 115
Şerê sêyemîn, 13-20ê îlona sala 1927an / 120
Şerê çaremîn, 14-27ê îlona sala 1929an (Şerê Tendûrekê) / 132
Salên 1928 û 1929an / 138
Şerê pêncemîn, 20 Hezîran-3 îlona Sala 1930an (Şerê Gelîyê Zîla) / 169
Şerê 7-14 îlona Sala 1930an / 191

Paşgotin / 207
Hevpeyvîn / 213




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues