La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

50 sal li ser rêbaziya Berzanî


Auteur : Mihemedê Ûsiv
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2002, Stockholm
Préface : Haluk Öztürk Pages : 511
Traduction : ISBN : 91-631-2069-0
Langue : KurdeFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1080Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
50 sal li ser rêbaziya Berzanî

BÎRANÎN: 50 SAL LI SER RÊBAZIYA BERZANÎ JI BONA AZADÎYA KURDISTANÊ

Pêşgotin

Ev pirtûka di destê we da berhevoka serpêhatî û bîranînên Bavê Rewşan e. Bavê Rewşan, zehmet kêşekî doza azadîya welat e, ku ev pêncî sal e li meydana xebat û fedekarîyê ye. Kesekî ku evqas sal jî bo doza azadîya welatê xwe xebitîbe, bêguman serpêhatî û bîranînên wî yên rengareng, yên ku em jê sûdê wergirin pir in.

Em gelek caran gazinan dikin ku rewşenbîrên me yên berê ku bûne şahidê gelek bûyerên dewra xwe, nivîskî tiştek nehîştine li dû xwe. Yên ku hîştine jî ne gelek in. Niha hêdî hêdî rewşenbîrên me jî bîranînên xwe dinivîsin. Ev tiştekî baş e.

Herçendî Bavê Rewşan, ji berê xwendin û nivîsandina wî tunebe jî, bîranîneke wî ya xurt heye, dîtinên xwe da zelal e, bawerîyê da bi îstîkrar e û ji hemû tiştî giringtir hêvîya wî bê dawî ye... Lewma di temenê xwe yê mezin da çavê wî ragirt ku bîranînên xwe derbasî ser kaxez bike û dûra ser komputerê...


Table des Matières

NAVEROK

Pêşgotin /9
Gundê min Reşîne /10
Zarotiya min û feqîrî /11
Hemî tişt bi xwe çê dikirin /12
Tesîra Şêx û mela di civatê de /12
Şerê Berzanî û "dengê topa Dercal" /13
Şevbihêrk-stiran û çîrokên me /14
Nadoyê mitrib - yan jî dahola kurda, erbana ereba /15
Çûyîna min a Sûrîyê /16
Çardesalî, serwerîya malê /17
Qacaxiya ser hidûd û terzîtî /19
Naskirina Kuridstanê, ala rengîn û qewmîyeta miletê Kurd /21
Xoybûn /22
Zewac /24
Arîkarîya ordîya Sûrîyê ji Iraqê re / 62
Mihemed Elî Xoce / 63
Mele Ehmedê Namî û zîyareta Berzanî.. / 64
Hesen Buluş, casûsekî tirka / 65
Casûs û sofiyê Şêx / 67
Casûs Dr. Nûrî Dersimî û Zaza dide girtin / 68
Du şirîk, du fraksîyon / 69
Li Girkoçer / 70
"Ez alên we nadirûm!" / 76




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues