La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zimanek çima tê qedexekirin?


Auteur :
Éditeur : Peywend Date & Lieu : 2013, İstanbul
Préface : Pages : 186
Traduction : ISBN : 978-605-64331-6-0
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Cic. Zim. 986Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zimanek çima tê qedexekirin?

Zimanek çima tê qedexekirin?

Cuma Çîçek

Peywend

Zimanek Çima Tê Qedexekirin? Ev pirtûk, li ser dîroka dilsoj a zimanê kurdî ji vê pirsa bingehîn re bersivekê digere. Polîtîkayên dewletê yen der barê zimanê kurdî de û têkoşîna kurdan a siyasî û hiqûqî ya li dij wan polîtikayan di pirtûkê de cihekî berfireh digire. Di van rojên ku mijara nîqaşa statûya perwerdehiya bi zimanê zikmakî di rojevê de ye, ev pirtûk xwedî çawaniyekê ye ku dikare asoyeke firehtir li ber me veke. Pirtûk ne tenê têkoşîn û serpêhatiya zimanê kurdî ya li Tirkiyeyê, ji welat û erdnîgariyên ku qedexeyên li ser zimanan û têkoşîna azadiya zimanan lê tê meşandin jî gelek mînakan dide û hewl dide ku ji bo gihiştina statûyekê ya zimanê kurdî, modelekê deyne meydanê. Ev xebata ku di warê xwe de berhemeke tekane û hêja ye, tiştekî din jî nîşanî me dide ku têkoşîna li hemberî windakirina zimanan têkoşîneke zor û zehmet e û jê re ked û xebateke bêhempa divê.



Cuma Çiçek - Di sala 1980yi de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê bernameya lîsansê ya Endezyariya Endüstriyi di sala 2004an de, bernameya mastirê ya Plansaziya Bajar û Herêman jî di sala 2008an de xelas kir. Di nav salên 2004-2005an de wekî rêveberek li Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê xebitî. Ji sala 2009an vir de, li Enstîtuya Xebatên Siyasî ya Parîsê (Institut d’Études Politiques de Paris - Sciences Po.) di beşa Zanistên Siyasî de, di bernameya Sosyolojiya Siyasî û Polîtîkayên Cemawerî de xwendekarê doktorayê ye. Ligel polîtîkayên zimanî, ew li ser têkiliya netewe, ol û sermayeyê, guherîna dewletê û reformên îdarî/siyasî, rêveberiyên herêmî, çalakiyên kolektîf, Yekîtiya Ewrûpayê, saziyên sîvîl, hev-rêvebirin (gouvernance) û meseleya kurd dixebite. Bi zimanên kurdî, tirkî, ingilîzî û frensî berhemên wî hatine çapkirin. Di nav van de, bi navê Küreselleşme ve Yerel Demokrasi: Liberal Katilim Söyleminin Sinirlari & Diyarbakir Örneği (İstanbul: Vate, 2011) û Demokratikleşme Sürecinde Sivil Toplum Örgütleri: Bir Örnek Olay İncelemesi Olarak Güneydoğu (İstanbul: Toplum ve Hukuk Araştirmalari Vakfi, 2004) du pirtûkên wî hene. Ligel van, şanoya Melih Cevdet Anday a bi navê İçerdekiler ji tirkî wergerandiye kurdî (Girtî, Stenbol: Aram, 2007).


Table des Matières


Naverok


Pêşgotin / XI

1. Destpêk: Çîroka Zimanê Kurdî ya Sedsalî li Tirkiyeyê û Sînorên Meseleya Ziman / 1
I. Çîroka Zimanê Kurdî ya Sedsalî li Tirkiyeyê / 4
1. Plana Islahata Şerqê (1925) / 5
2. Rapora Seyahata Şerqê ya Îsmet Înonu (1935) / 9
3. Darbeya 1960î û Rapora Rojhilatê / 11
4. Rejîma 1980î û Polîtîkayên Zimanî / 13
5. Berxwedan û Hewldanên ji bo Zimanê Kurdî / 15
II Ji înkarê ber bi Nasînê? / 21
1. Reformên Dewletê / 21
2. Muxalefeta Kurdan û Siyaseta Zimanî / 25
III. Sînorên Meseleya Zimanî? / 28
IV. Plana Pirtûkê / 32

2. Zimanek Çima Tê Qedexekirin? Dagirkerî,
Netewe-Dewlet Û Polîtîkayên Zimanî / 39
Destpêk / 39
I. Polîtîkayên Zimanî yên Dagirkerî / 42
1. Birêvebirin - Kontrolkirin / 44
2. Şarezakirin, Nijadperestiya Etnîkî û Olî / 48
II. Amûrên Polîtîkayên Zimanî yên Dagirkerî / 50
III. Encamên Polîtîkayên Dagirkeriyê / 53
1. Biyanîkirin/Xerîbbûn /53
2. Kuştin û Kêmkirina Zimanan / 55
3. Pevçûn û Aloziyên Etnîkî / 55 Encam û Nirxandin / 56

3. Duzimanî, Mirina-Windabûna Zimanan û Rewşa Kurdî li Tirkiyeyê / 61
Destpêk / 61
I. Duzimanî / 64
1.Wate û Cureyên Duzimaniyê / 53
2.Sedemên Duzimaniyê / 66
II. Mirina-Windabûna Zimanan / 67
III. Duzimanî: Amûreke Kuştinê yan jî Vejînê / 72
IV. Çend Mînakên Cîhanê / 77
1. Zimanê Îspanî li Amerîkayê / 77
2. Zimanê Hawaiyî li Amerîkayê / 79
3. Zimanê Îrlandî / 79
4. Zimanê Frensî li. Quebekê / 80
5. Zimanê Baskî li Îspanya û Fransayê / 82
6. Zimanê Katalanî li Îspanyayê / 84
7. Encam û Nirxandina Mînakên Zimên / 86
V. Pergaleke Duzimanî ji bo Kurdî? / 86
Encam û Nirxandina Giştî / 91

4. Çarçoveya Yekîtiya Ewropayê ya ji Bo Mafê Zimanî Û Kurdî / 97
Destpêk / 97
I. Rapora Pêşketinê ya 2006an a YEyê ya derheqê Tirkiyeyê de û Zimanê Kurdî / 97
II. Belgeyên Ewropayê yên derheqê Mafên Zimanî de / 101
1.Peymana Çarçoveyî ya Konseya Ewropayê ya ji bo Parastina Kêmarên Neteweyî / 101
2. Kontrata Ewropayê ya ji bo Zimanên Herêmî û Kêmaran / 104
III. Nirxandina Çarçoveya YEyê ya ji bo Mafê Zimanî / 112
IV. Ji Bo Bilinkirina Statû û Azadiya Zimanê Kurdî / 114
V. Encam û Nirxandin / 117

5. Mafên Takekesî Têra Rizgarkirina Kurdî Dikin? Mafên Takekesî, Mafên Kolektif û Windabûna Zimên / 121
Destpêk / 121
I. Gotina Mafên Takekesî û Rêvekirinên ji bo Kurdî / 124
1. Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî / 126
2. Bikaranîna Zimanê Zikmakî di Saziyên Gelemperî de / 127
II. Fêmkirina Windabûna Zimanan / 127
1. Berevajîkirina Çerixîna Ziman / 130
2. Zindîbûna Etnolînguîstîk / 131
3. Ziman, Kontekst, Desthilatî û Qîmeta Ziman / 131
III. Mafên Kolektîf û Zîndîkirina Kurdî / 132
1. Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî / 133
2. Xizmetên Gelemperî bi Zimanê Kurdî / 135
3. Statûya Îdarî-Polîtîk ji bo Kurd û Kurdî / 135
Encam / 137

6. Pêşniyazeke Planeke Giştî Ji Bo Azadkirin û Bilindkirina Statûya Zimanê Kurdî / 141
Destpêk / 141
I. Desthilatî, Netewe-Dewlet û Ziman / 143
1. Pêşeroja Netewe-Dewletê? / 145
2. Aktorên Nû: Bajarên Metropol / 146
II. Ji bo Rûpeleke Nû: Kongreya Zimên / 147
1. Warên Jiyanê yên Zimên / 147
2. Ne Zordestî, Serwerî! / 148
3. Divê Em Çi Bikin? / 149
4. Kongreya Zimên / 151
III. Şaredariyên DTPê û Polîtîkayên Zimên / 152
1. Sîstema Rêveberiyê ya Tirkiyeyê / 152
2. Şaredariyên DTPyê û Polîtîkaya Zimên / 153
3. Pêşniyaz ji bo Polîtîkaya Zimên a Şaredariyên DTPyê / 154
IV. RolaTZP Kurdî / 156
Gotina Dawî / 158

7. Li Tirkiyeyê Ji bo Parastina Kurdî Çarçoveyeke Makeqanûnî / 163
Destpêk / 163
I. Di Makeqanûnên Tirkiyeyê de Mafên Zimanî / 165
1. Qanûna Bingehîn - 1876 (Kanun-I Esasî) / 165
2. Makeqanûna 1921ê / 166
3. Makeqanûna 1924an / 167
4. Makeqanûna 1961ê / 168
5. Makeqanûna 1982an / 169
6. Nirxandina Giştî ya Mekeqanûnên Tirkiyeyê / 170
II. Di Makeqanûnên Kanada, Belçika, Bulgaristan û Spanyayê de Mafên Zimanî / 171
1. Makeqanûna Kanadayê / 172
2. Makeqanûna Belçîkayê / 173
3. Makeqanûna Spanyayê / 174
4. Makeqanûna Bulgaristanê / 177
5. Nirxandina Gişd ya Makeqanûnên Dewletan / 178
III. Ji bo Parastina Kurdî Pêşniyaza Çarçoveyeke Makeqanûnî / 179
Encam û Nirxandin / 184




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues