La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

La Marche têtue / Meşa bi serhişkî


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Multimedia | MultimediaPages : 128
Traduction : ISBN : 975-8637-87-8
Langue : Français, KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. Fr. 14Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
La Marche têtue / Meşa bi serhişkî

La Marche têtue / Meşa bi serhişkî

Pêşgotin

Gérard Chaliand di jiyana rewşenbîrî ya fransiz de xwediyê ciyekî taybetî ye. Nivîskar, nêrevan, gerok, helbestvan û pisporeki piralî û gelek berhemdar e. Hê di xortaniya xwe de biyar daye ku jiyanê ne tenê ji pirtûkan lê bi çavên xwe, bi cêribandinên xwe, bi hemû hestên xwe binase, li dinya gewrik bigere, gelên ji ziman û çandên cihê binase, têkoşîna wan, hêvî, xewn û keftelefta wan ji nêzîk ve bibîne û paşiyê bi qelema xwe bide nasîn.

Neslên bere dixebitîn ku mal û milk bicivînin, bibin xwedî kursî û meqam, di dairên dewletê, di zaningeh an jiyana ticarîde ciyê xwe bigrin. Cîla pişti şerê cihanê yê duwem û karesat û felaketên we bi felsefeyeke jiyanî ya nû, ya egzîstansiyalizma Sartre mezin bû. Jiyan derbasok e, bêmana û bê amanca mutleq e. Divê ku herkes bi xwe jiyana xwe îcad bike, mana û amanc bidê, xwe ji kirasê hesinî yê dîn û adetan, ji rûmetên awamî yên qencî û xerabiyê xelas bike, riya dijwar a azadiyê hilbijêre, ne wekî endamekî garana mirovî, lê wekî mirovekî serbest li gor hiş, hest û besta xwe bijî.

"Doteh, yên din in" dibêje Sartre. Kesê ku timî bi xema "wê xelk çi bêje" nikare jiyaneke serbixwe bijî, ne serbest e, dîlê der û dora xwe, yê orf û adeta ye. Lê di milê din de, azadiya xwe standin ne xwe jî dinyayê û pêkhatiyen wê dûrxistine, ne jî ferdiyetcîtî ne jî xweperestî ye. Ji kêfxuriya bêxem a hedonîzmê jî dûr e. Baweriya wî ya bingehîn ew e ku kesê bi rastî azad dikare baştir alîkariya azadiya kesên din û ya mirovahiyê bike; mirovahî bi merivên serbest azad dibe; ta ku di welatekî de demokrat peyda nebin baweriyên xwe neparêzin û jî bo wan şer nekin demokrasî û azadî bi cîh nabin.

Chaliand bi vê hewaya ramanî û felsefeyê mezin bû û riya xwe hilbitart. Dest bi hînbûna zimanan û gera dinyayê kir. Di dawiya salên 1950an de, tevî hevala xwe Juliette, bi otostopê li Ewropa navîn û rohelat, Tirkiye, Kurdistan, Îran, Afxanistan, Pakistan û Hindîstanê geriya, gelên wan welatan nasî û ji wan hiz kir. Di vegera xwe ya Fransayê de, li zanîngeha Sorbonnê çû dersên tirkî û kurdî. Bû dostê Mîr Kamûran Bedir Xan û malbata Abîdîn û Guzîn Dîno. Berhema nivîskî ya van ger û dostaniyan berhevokeke bi navê "Poésie populaire des Turcs et des Kurdes" (Helbesta geleriya Tirk û Kurdan) e ku cara pêşî di sala 1961an de di weşanxaneya navdar a Maspero de hatiye belav kirin û ta niha çend car hatiye çap kirin.

Di wan salan de Chaliand û Juliette, wekî Jean-Paul Sartre, Simone de Beauvoir, Pierre Vidal-Naquet, Laurent Schwartz çend rewşebîrên fransiz ên bijare piştîvaniya şerê rizgariya gelê Cezayîrê dikin. Piştî serxwebûna Cezayîrê ew demekê li wir bi cih dibin, kovara Révolution africaine (Şoreşa afrîkî) derdixin jî bo belavkirina ramanên şoreşa cezayîrî li welatên Afrîkayê. Gava ku wekî gelek şoreşên din şoreşa cezayîrî averê dibe, dest pê dike zarokên xwe dixe û jî romantîzma cihana sêwemînî ya Ben Bella derbasî neteweperestiya erebî ya Bûmediyen dibe, Chaliand dizivire Parisê.

Parîsa wan salan bi heyecana şoreşa Kubayê û şerê Vietnamê dikele, hêviyên şoreşa cîhanî xurt in. Chaliand diçe Kubayê, Castro û Che Guevara dinase. Di vegera xwe de ji bo cara pêşîn pirtûkên Che Guevara ji spanyolî werdigerîne fransizî belav dike. Ew wisa jî yek ji hîmdarên kovara şoresgerî ya navneteweyî Tricontinental e. Ew di salên 1960an diçe Vietnamê û li ser jiyana gundiyên Vietnama Bakûr û berxwedana wan a dijî Amerîkayê pirtûkek dinivisîne; piştî wê diçe çend meh li Filîstinê dimîne li ser Filîstînê pirtûkek derdixe.

Çûn, dîtin, jiyana şerkaran û gelên di şerê rizgariyê de par kirin û li ser wan nivisîn di nav salan de bû awayê jiyana Chaliand. Ev bi vî awayî ta niha li 85 welatan geriya, bi dehan pirtûkan nivisî, bû dostê kesayetiyên dîrokî yên wekî Che Guevara, Dr. Qasimlû, Amilcar Cabral ê Gîneyê, Isayas Afewerkî yê Erîtreyê, General Giap ê Vietnamê, hwd.

Chaliand bi rastî mirovekî dinyadîtî û gerdûnî ye. Ev bûn sî sal ku em hevûdu nas dikin, dostên hev ên nêzîk in; min hê nedîtiye ku ew betirî şeş mehan li welatekî bimîne. Li çar aliyên dinyayê digere û li her welatî jî bi saya hebûna dostan xwe li mala xwe dihesibîne. Dikare bi kurdan re behsa Memê Alan bike, bi tirkan re ya Karacaoğlan û Yunus Emre, bi farisan re ya Saadî û Xeyyam bike. Xeynî fransizî û îngilîzî, baş bi almanî, îtalî û spanyolî dizane û li zanîngehên Fransa, Amerîka, Japon û Kanada dersên jeopolîtîk û stratejiyê daye. Pirtûkên wî û atlasên wî yên stratejîk ta niha bi gelek zimanan belav bûne. Yek ji van pirtûkan Les Kurdes et le Kurdistan (Kurd û Kurdistan) tevî Dr. Qasimlû, Ismet Şerîf Vanlî û min nivîsiye ku ew bi deh zimanan çap bûye. Ew wisa jî yek ji hîmdarên Komela Fransa-Kurdistan e ku ji 1974an ta danîna Enstîtuya kurdi ya Parîsê di 1983an de ji bo nasandina doza kurdî xebateke mezin kiriye.

Chaliand di raya giştî de bêtir wekî pisporê terorizmê, jeopolîtikê û cîhana sêwemîn té nasîn, li ser van babetan di rojnameyan de dinivîse û beşdarî bernameyên televîzyonê dibe. Lê li kêleka vê pirsporiya venasî, baxçeyek wî yê kêmtir xuya heye ku ew j helbest e.

Ew di xortaniya xwe de dest bi nivisîna helbestan kiriye û ta niha du berhevokan belav kiriye. Ev helbestên kêmnas ro- niyeke taybetî davêjin ser dinya wî ya hindûrî û hêzên giyanî yén ku li pişt meşa wî ya serhişk û bêtevat a li ser rêyên cihanê, koçeriya mir ya ser li şiverêyên dîrokê, tîniya wî ya kûr a nasînê, hewesa wî ya jiyanê bi tevahî, bi xurtî, bi germahî û dostanî jiyan.

Nivîskar û rexnegirê hêja Fawaz Husên bi ostayî û zimanekî rewan û xwerû van helbestan wergerandiye kurmancî. Bi saya xebata wî ewê xwendekarên kurd bikaribin dostekî navdar û biwefayê gelé kurd çêtir binasin. Wergera wî ya ciwan edebiyata kurdî şêntir û dewlemendtir dike.

Kendal Nezan
Paris, Gulan 2004


Table des Matières

Table des matières

Pêşgotin / Kendal Nezan / 9
Peşgotina wergêr / 13
La Marche têtue / 24
Mon règne a commencé / 26
J'ai marché durant des siècles / 28
Le miroir du matin / 30
Et me voici au jour du siècle vingt / 32
Printemps collier d'orage / 34
Donnez-moi la femme la plus ivre / 36
Terre ma terre / 40
Je chante tes hauts lieux / 42
Je m'arrête / 46
Ô mes espoirs / 48
Chante ma mère / 50
Et nous allons ventre-mourir / 52
Les couteaux dans le sable / 54
Chaque bouffée de soleil / 56
Plusieurs hivers, je vécues seul / 58
J'ai attendu / 60
Pour la guitare / 62
Algues / 64
A Zadkine / 68
Un jour, je sus / 70
Ton corps offrait un été / 72
Ta chaleur dérisoire / 74
La mer traversée / 76
J'ai rêvé de fleuves / 78
J'ai roulê dans le soleil / 80
Ma vie / 82
Trop de rameurs fatigués / 84
Feu nomade / 86
Une mappemonde qui tourne / 88
Ma vie en ce temps-là / 90
Je tai perdu / 92
Les rennes blancs courent / 94
Et nous avons fatigué le désert / 96
Tu es avec moi / 98
Voici que finit le temps d'aimer / 100
Cavalier nocturne / 102
Comme un guerrier défait / 104
L'estuaire de l'Elbe coule / 106
J'ai connu les chevauchées / 108
Parfois je pense au cimetière de banlieue / 110
Le Nil coule dans le désert / 112
Une fois, j'ai coulé le long du continent / 114
Le bel automne bulgare / 116
Alors camardes / 118
Je salue les femmes / 120
Je n'ai pas misé ma vie à demi / 122
Le long des gorges de la mer Noire / 124
Ainsi le temps a passé / 126

Naverok

Pêşgotin-Kendal Nezan / 9
Peşgotina wergêr / 13
Meşa bi serhişkî / 25
Qralîtiya min dest pê kir / 27
Ez di direjahiya sedsalan de meşiyam / 29
Eynika destê sibehê / 31
Û va me ez di roja sedsalan bistan de / 33
Hey buhar, hey gerdeniya bahozê / 35
Jina herî mest û serxweş bidin min / 37
Erd hey erda min / 41
Ez mezintiya te bi stiranê dibejim / 43
Ez li ber xaça ser reyan radiwestim / 47
Hey hêvî / 49
Bistire dayê / 51
Û em miri zikvekirî / 53
Kêrên di xîzê de / 55
Her peleke roje / 57
Gelek zivistanan, ez tene jiyam / 59
Min xwe ragirt / 61
Bo gîtarê / 63
Kevz / 65
Bo Zadkin / 69
Rojeke, min zanî / 71
Bedena te havînek zelaltir da / 73
Germiya te ya xapînok / 75
Deryaya ku min derbas kir / 77
Min dilê xwe / 79
Min xwe di nava rojê de da / 81
Hey jiyana min / 83
Qeyametek bêrikvanên westiyayî / 85
Agirê koçer / 87
Goga zemînî gava digere / 89
Jiyana min di wê dema hanê de / 91
Min tu winda kirî / 93
Pezkoviyên spî / 95
Û me sehra / 97
Tu / 99
Va ye ku dema hezkirine diqede / 101
Siwarê şevînî / 103
Mina cengawerekî şikestî / 105
Rêjgeha çemê Elbe'e / 107
Min refên siwarên hespan / 109
Carinan ez bi goristana dorûberê bajêr difikirim / 111
Çemê Nîle di sehra û biyabanê de diherike / 113
Carekê ez bi dirêjahiya qareya amerîkî / 115
Payîza xweşik ya bulxarî / 117
Naxwe hevalno / 119
Silavên min ji wan re / 121
Min ne nîvê jiyana xwe lê ew bi giştî / 123
Di dirêjahiya geliyên derya Reş de / 125
Weha jî dem / 127




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues