Zayenda mê û nêr Lêkolînek di giramera zimanê Kurdî de Kurmancîya Bakur
Keça Kurd
Kovara Havîbûn
Mamosta Keça Kurd, di vê pirtokê de, destê xwe deydine ser cihêşeke terma zimanê me, û ewa berxwedide, ku bi nirîn û şirove-kirinên zanistî, wê lcûlê derman û çareser bike. Di baweriya me de, ev pirtûka dikare şûneke zor giranbuha di nav cihderên zimanewanî, zanistî de bistîne, û roleke berçav û paye-bilind di çareserkirina janekê ji janên zimanê me de bilîze. Herwisa jî, ev berheme dikare ji'"lêgervan, nivîskar û xwende-vanên zanîngehên kurdî re, bibe çavkaniyeke pêwist û suddar. / Dr. Ebdilmecît Şêxo
Nivîskar, şair, zimanas û wergêr Keça Kurd, di 1948ê de li gundê Xirbê Cihûyan ê binxetê de bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî / liseyê li Qamişloyê kuta kiriye. Paşê di navbera slên 1972 – 1974, li Silêmaniyê Edebiyata kurdî xwendiye û niha li Elmanya dijî. Berhemên wê yên çapkirî ev in:
1. Qesara min - helbest, Beyrûd – 1996. 2. Kopê Qurbanî – Helbest, Beyrûd – 1996. Wergerên wê: 1. “Cîrokine helbijartî” ji çîrokên Ezîz Nesîn, Beyrû – 1990. 2. Mihemd Mele Ehmed: Xoybûn, civata “Serxwebûn”a kurdî (1927-1946), Şam 1993. 3. Mihemed Mele Ehmed: Peywendiyên Kurd û Ermeniyan, 1994.
|