La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Partî li Sûryê


Auteur :
Éditeur : Evra Date & Lieu : 2004, Berlin
Préface : Pages : 142
Traduction : ISBN : 3-937716-21-1
Langue : KurdeFormat : 145x205 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Mel. Dir. N° 227Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka Partî li Sûryê

Dîroka Partî li Sûryê

Mihemedê Mela Ahmed


Evra


Bi dawîhatina salên çilan, ji vê sedsalê- sedsala rizgarkirina miletan nîvê yekemîn jê, bi bûyerên xwe ên mezin û havilên wan ên giran dawî bû.

Dû cengên mezin, şîn û ziwa, hişk û ter, bi agirê xwe ê gurkirî şewitandin. Gelek ji cîhana kevin levket û serhev de herifî, ji bo cihaneke nû pêşketî ava bike. Qada dewletan fireh bû, hêjmara wan zêde bû û gelek împeratorî bin gor bûn û hin komar, nû hatin afirandin. Û hinek dewlet, miletên wan gelekî xebitîn ta roja azadiyê dîtin. Û hineke dî, bin lingên leşkerên dewletên serketî de perçiqîn û hêviyên wan di rojeke nû û azad de, di nav berjewendiyên dewletên mezin de, yên ne wekhev winda bûn û bûn qurbana împiryaliyê, piştî rêjîmên faşiyan û naziyan, hember hêzên dîmûkrat û pêşverû, bazdan û têkçûn.

Salên çilan dawî bûn û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ne giha armancên xwe, di azadî û serxwebûnê de.

Li Kurdistana bakur, miletê Kurd dimilmilî, hember van bûyerên mezin, ên di cîhanê de çêdibûn, lê hê ji derbên mezin, ewên di dirêjahiya dû sed salan de, ji Osmaniyan û faşistên Toraniyan ên peyhev lêdiketin, di nalî. Nemaze di van şoreşên dawî de, 1925, 1930, 1937 an de. Hê bêhnefişka miletê me ne rawesta bû, da bi karê bêhna xwe berdê û xwe bidê ser hev û bi awakî nû bifikirê, da bizanê çawa dest bi xebatê, di vê cîhana nû de bikê.

.....


Table des Matières


Naverok

Diyarî.

Pêşgotin.

Navbira yekê:

- Avakirina Partî:
1- Rewşa tevgera Kurdî, di dawiya salên çilan de.
2- Rewşa Sûryê ya ramyarî, di salên pênciyan de.
3- Bizava Kurdî ya netewî, di salên pênciyan de.
4- Avakirina rêxistinên ramyariyên Kurdî, li sûryê:
A- Li Cizîrê (parêzgeha Hisiça):
1- Civata yekîtiya xortên dîmûkratên Kurd.
2- Komgirêka Azadî.
B- Li parêzgeha Helebê.
C- Li Şamê:
1- Çawa Partiya dîmûkrata Kurdistana Sûryê, hate avakirin.
2- Fireh bûna saziya partî.
3- Bizava partî ya siyasî.
A- Peywendiyên partî bi partiyên Sûryê re.
B- Peywendiyên partî bi desthilatên Sûryê re.
C- Peywendiyên Partî bi partiyên Kurdistanî re.

Navbira didwan

Berçav kirina sedemên levnekirinê di hundirê Partî de.

1- Partî di navbera sala 1958 an û Tebaxa 1960 î de.
2- Girtina endamên Partî di 12.8.1960 î de:
a- Pirsên dezgehê parastinê û dadegehê.
b- Xuyakirina levnekirinê di nav girtiyan de.
c- Pelika xwevekişandinê ji partî.
d- Li ber dadegehê.
3- Rewşa partî di dema girtinê de:
I- Rewşa saziya partî, piştî girtina hevalan:
a- Li Heleb û Çiyayê Kurdan.
b- Li Cizîrê.
II- Helwesta hevalan ji levnekirina girtiyan.
III- Hilbijartin jibo perlemana Sûryê.

Navbira sisvan:

Hevrikî di hundirê serdariya partî de:
1- Bûyerên sala 1962 an:
a- Konfiransa yekemîn. Şibata,1962 an.
b- Levnekirina Hemîd û Șêx û şûnemayên wê.
c-Komên: Qamislo. Dêrik. Burjiwaz û ya Hemîd.
d- Serjimara awarte.
2- Bûyerên sala 1963 an:
a- Konfiransa didwan. Çirya pêşîn, 1963 an.
3- Bûyerên sala 1964 an:
a- Konfiransa sisyan. Destpêka Tebaxa 1964 an.
4- Peywendiyên partiya dîmûkrta Kurdistana Sûryê, bi partiya dîmûkrata Kurdistanî re, li Iraqê.

Navbira çaran:
- Parçebûna Partî.
- Bûyerên sala 1965 an:
a- Helwesta dijberan: Koma Dêrkê, Melan, Burjiwazan û Hemîd û ya Neyo û Selah.
b- Konfiransa, 5. Tebaxa 1965 an, ya Çepan.
c- Konfiransa çaran.

Dawî.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues