Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2007, İstanbul |
Préface : | Pages : 142 |
Traduction : | ISBN : 978-9944-382-25-0 |
Langue : Kurde | Format : 130x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Oma. Ezd. N° 2925 | Thème : |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Êzdıyatî: Civak Sembol Rîtûel Êzdiyatî yek ji bîr û baweriyên herî qedîrn ê Rojhilata Navîn e. Ji zemanên kevn ta niha bi zilm û zor û fermanan hatiye rojevê. Seyyahê ewrûpî Wigram dibêje; "eger bîr û baweriyek li gor zilm û zora ku lê hatiye kirin bê nirxandin, gerek e ciyê herî giri'ng û bilind bidin êzdiyan." Xebatên ilmî li ser civaka êzdî û êzdiyatî pir kêm in Di lîteratura li ser êzdiyan a ku bêhtir bi seyyahên ewrûpî dest pê kiriye de gelek şaşî hene. Heta vêga êzdî bi xwe li ser xwe, li ser dîn û civak û 'ededên xwe zêde nepeyivîne. Xanna Omerxalî, bi şêweyek zanistî pirsên girîng ên derbarê dînê êzdiyatiyê û tradîsyona wê ya dewlemend de vedikole, gelek daneyên nû pêşkêş dike, bi taybetî li ser tradîsyona dînî ya êzdiyên Transkafkasyayê Xanna Omerxalî (Osoyan)-Di sala 1981ê li paytexta Ermenistanê, bajarê Rewanê ji dayik bûye. Sala 2002ê Zanîngeha Sankt-Pêtêrsburg ya dewletî Fakûkeya Rojhilatnasiyê beşa zimanzaniyê ya Îrannasî û Kurdnasiyê temam kir (BA) û di sala 2004ê de dîploma Magîstirê Olzaniyê (MA) stand. Paşê Fakûlteya Rojhilatnasiya wê Zanîngehê ku nivîsandina doktora xwe li ser dînê êzdiyan (Ph.D.), di sala 2006ê de li Fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Olzaniyê de qedandiye. Semîner li ser dînê êzdiyan dane û beşdari gelek konferansên zanistî bûye. Di salên 2005-07 di zangoya Almanyayê Georg August de, li ser zimanê kurdî û her wisa jî li ser “Zimanê Qewlên Êzdiyan” ders dida. Bi dehan gotar bi zimanê rûsî, ingilîzî û kurdî nivîsîne. Kitêba wê, bi navê “Êzdiyati, Ji Kûrahiya Hezarsalan” (Sankt-Pêtêrsbûrg, 2005) bi rusi çap bûye. |
Table des Matières | ||||
|