Êl û berekêd Kurdêd Êzdî li Qavqaza Başûr û Almanîyayê
Keremê Anqosî
Pirtûkxana êzdîyan
Di herêma Qavqaza başûr da yanê welatê ûris da k’urdêd-êzdî eva êdî dev-devî 150 sale cî-war bûne. P’iraniya wan salêd 1916-1918 ji ber zulma Romê (Osmaniyê) û sirmaniyê revîne hatine ser e’rdê dewletêd Ermenîstanê û Gurcistanê. Peyî hilşandina dîwana Sovêtistanê êzdiyêd Qawqaza-başûr ji Ermenîstanê û Gurcistanê jî k’oç dikin diçin welatêd Rûsiayê, Êvropaê û ciyêd mayîn. K’urdêd-Êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê h’emû jî ji e’rdê qezayêd Wanê û Qersê ya T’ûrk’iyê k’oç’ber bûne hatine li vir. Hinek ji wan zûda gîhîştibûne Ûrisêtê, hinek direng. Lê h’emiya xwe gîhandibû ûris û xwe havêt bûne bextê p’adşê ûrisa. Bêçarî û zelûlî p’ir bû. K’urdêd-êzdî yên Qavqaza-başûr ser dû p’erç’êd mezin p’are vedibin: êzdiyêd Zuqurî yanê êzdiyêd ji qeza Wanê û êzdiyêd Ax’baranê yanê êzdiyêd ji qeza Qersê derk’etî. Civaka êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê ser gelek êlan,berekan û beran p’are vedibin. Wek: êla Zuquriyan.êla Sîpkan,êla Xaltan,êla Mehemdan,êla Rojkan-Rojkanî,êla Hesiniyan,bereka Ax'leran. Her êlek ji aliyê xwe da ser gelek berekan,beran û malan p are ve dibe û ji hev cida dibe. Reqema wan êl û berekan(beran) p’ir’in. Hene êl ... |