La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rêbera Rastnıvîsînê


Auteur : Multimedia
Éditeur : Rupel Date & Lieu : 2012, İstanbul
Préface : Pages : 298
Traduction : ISBN : 978-605-86516-0-9
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ayd. Reb. N° 2529Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rêbera Rastnıvîsînê

Rêbera Rastnıvîsînê

Mistefa Aydogan

Rupel

Ev berhema di destê we de, li ser daxwaza IKMGê, li gor pêşnîyaza birêz Malmîsanijî û di bin koordînasyona wî de, ji alîyê birêz Mistefa Aydoganî ve hatiye amadekirin ku di nav xebata Ferhenga Rastnivîsînê de jî bi awayekê aktîf cih girtibû.
Her du weşanên destpêkê yên Rûpelê; “Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî” û “Rêbera Rastnivîsînê” du xebat in ku hevûdin temam dikin. Ev her du xebatên bingehîn dê di heman demê de ji bo hemû weşanên IKMG û Rûpelê yên kurmancî bi mebesta standardîzebûna kurmancîyê wekî bingeh bihên qebûlkirin.
Rêbera Rastnivîsînê ku bi şêwazeka akademîk-zanistî hatiye amadekirin, dê bersiva wê hewcedarîya girîng bide ku di warê standardîzebûna zimanê kurdî de heye. Ji hêla naverok û bergehî ve, dê ji bo her kesê ku bi kurmancî binivîse bibe çavkanî.
Di siberojê de em dê hin caran li vê berhemê vegerin, li gor pêdivîyan berfirehtir bikin û ji nû ve çap bikin ku di warê xwe de bibe çavkanîyeka sereke.
Nêzîkî bîst berhemên din ku werger û redaksîyonên wan bi piranî qedîyane, dê li gor qayîde û standardên zimanî yên ku di van her du berheman de cih digirin, cara dawîyê bihên redaktekirin û di mehên pêşîya me de bihên çapkirin.


Table des Matières


Naverok

Jiweşangêr / 5
Çend gotinên pêwîst / 19

1. Alfabe / 25
1.1. Herf, tîp yan pît? / 25
1.2. Di ferheng, pirtûkên rêzimanê û pirtûk û
kovarên kevn de herf heye lê tîp tune ye / 25
1.3. Ya rast ew e ku herf bihê bikarînan. Ji ber ku herf: / 26
1.4. Herfên alfabeya kurmancîyê / 26
1.5. Kurmancîya “vokal” û “konsonanf’ê / 27
1.6. Alfabe û dengên zimanekî / 28

2. Alfabeya herfgotinê / 31
2.1. Herfgotina li gor navên merivan / 31
2.2. Awayê bilêvkirinê / 32

3. Kîtekirin / 33
3.1. Qayîdeyên kîtekirinê / 34
3.1.1. Kîtekirina bêjeyên sade / 34
3.1.2. Kîtekirina bêjeyên hevedudanî / 36
3.2. Kîtekirin li ku nabe? / 37

4. Navên bajarên Kurdistanê / 39
4.1. Bajarên Kurdistana Bakurî / 39
4.2. Bajarên Kurdistana Başûrî / 40
4.3. Bajarên Kurdistana Rojhilatî / 41
4.4. Bajarên Kurdistana Başûrê Rojaviiyî / 41

5. Navên welat, paytext û yekîneyên pereyan / 42

6. Navên gel/netewe û zimanan / 51

7. Navên hêlan / 52
7.1. Hêl wekî navên deveran / 54

8. Navên rojan / 55

9. Navên demsalan / 56

10. Navên mehan / 57
10.1. Du mehên payîzê yên paşîyê û du mehên zivistanê yên pêşîyê / 57
10.2. Du mehên zivistanê yên pêşîyê / 59

11. Herfa ducare / 63
11.1. Herfên ducare yên bêjeyên ji zimanê erebî / 64
11.2. Herfên ducare yên bêjeyên ji zimanên ewropayî / 65
11.3. Di van rewşan de rehmorfemê biparêze / 66
11.4. Gava ku ji du bêjeyan bêjeyeka hevedudanî bihê çêkirin / 68
11.5. Di navdêrên lêkerî de / 68

12. Nivîsîna bêjeyên ku bi “-stan”ê dihên çêkirin / 69

13. Pirsa bêjeyên ku bi [i]yê dest pê dikin û bi [ijyê diqedin / 71

14. Nivîsîna hin bêjeyên ku di kîteya wan ya dawîyê de [i] heye / 73

15. Nivîsîna [î]ya berî [y]yê / 75

16. Nivîsîna [ê]ya berî [y]yê / 80

17. Peyvên dunavdêrî / 82

18. Nivîsîna serenavên bîyanî yên kes, bajar û deveran / 84
18.1. Nivîsîna serenavên bi herfên latînî / 84
18.2. Nivîsîna serenavên bi herfên nelatînî / 86
18.2.1. Nivîsîna serenavên bi herfên kirîlî / 87
18.2.2. Nivîsîna serenavên bi herfên yûnanî / 88
18.2.3. Nivîsîna serenavên çînî, japonî û koreyî / 88
18.2.4. Nivîsîna serenavên hindî / 89
18.2.5. Nivîsîna serenavên erebî / 90
18.2.6. Nivîsîna serenavên farisî / 93

19. Nivîsina hin bêjeyên bîyanî / 94
19.1. -ium -» -yûm / 95
19.2. -ia- -» -îya / 95
19.3. -io- -> -îyo / 96
19.4. -io- -> -yo / 96
19.5. -oi- -> -uwa / 97
19.6. Dîftonga [-ou-]yê -> -û / 97
19.7. “-tion-”a di dawîya bêjeyên bîyanî de / 98
19.8. Bêjeyên ku bi “in-”ê dest pê dikin / 100
19.9. Bêjeyên ku bi “im-’ê dest pê dikin / 102
19.10. Bêjeyên ku di dawîya wan de “-isme” heye / 102
19.11. Herfa <-s->yê di navbera du dengdêran de / 103
19.12. Herfa <-g->yê di kîteya dawîyê de / 103
19.13. Herfa <g>yê ya ku wekî xwe dihê nivîsîn / 104
19.14. Dîftonga [au-]yê -> o / 105
19.15. Zayenda bêjeyên bîyanî / 105
19.16. Nivîsîna <x>ya latînî / 107
19.17. [k]ya bêjeyên bîyanî neke [q] / 108
19.18. [q]ya bêjeyên bîyanî neke [k] / 113
19.19. [b]ya eslî neke [p] / 113
19.20. [p]ya eslî neke [b] / 114
19.21. [d]ya eslî neke [t] / 115
19.22. Nivîsîna bêjeyên ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin / 116
19.23. Nivîsîna bêjeyên ji zimanê erebî yên bi “deme’yê (-') / 118

20. Girdek û hûrdek / 124
20.1. Girdek / 124
20.1.1. Di destpêka komekê de / 124
20.1.2. Kurtkirinên ku bi girdekan dihên nivîsîn / 124
20.1.3. Piştî cotxalê / 124
20.1.4. Nav û paşnavên kesan / 125
20.1.5. Naznav û leqeb / 126
20.1.6. Navên qehremanên çîrokan / 126
20.1.7. Navên xweda, ferîşte, pêxember, pirtûkên pîroz û cihên dînî / l26
20.1.8. Navên welat û dewletan / 128
20.1.9. Navên bajar, bajarok û gundan / 128
20.1.10. Navên tax, kolan û meydanan / 128
20.1.11. Navên parzemînan / 128
20.1.12. Navên okyanûs, derya û tengavan / 129
20.1.13. Navên çeman / 130
20.1.14. Navên deştan / 130
20.1.15. Navên çîyayan / 130
20.1.16. Navên birc, keleh, seray, koşk, pir, stadyûm, park û hwd / 130
20.1.17. Navên stêr û gerestêran / 131
20.1.18. Navên bankayan / 131
20.1.19. Navên kovar, rojname, pirtûk û nivîsan/gotaran / 131
20.1.20. Navên peyman, şer û serdemên dîrokî / 132
20.1.21. Herfa rêzên helbestan ya destpêkê / 132
20.1.22. Nameyên ku bi bêjeyên heval, dost, bira, xwişk û hwd destpê dikin / 132
20.1.23. Nivîsîna navên wezaretan, komîsyonên parlamentoyan, dezgehên dewletî yên din, beledîye, unîversîte, şirket, baro, komele û rêxistinên din / 133
20.1.23.1. Navên serokîyên dewletê yên herî bilind / 134
20.1.23.2. Navên serokên dewletê yên herî bilind / 134
20.1.23.3. Navên wezaretan / 134
20.1.23.4. Navên birêveberîyên giştî / 134
20.1.23.5. Navên komîsyonên parlamentoyan / 135
20.1.23.6. Navên dadgehan / 135
20.1.23.7. Navên partîyên siyasî / 135
20.1.23.8. Navên beledîyeyan û organên wan / 135
20.1.23.9. Navên unîversîteyan / 135
20.1.23.10. Navên şirketan / 136
20.1.23.11. Navên baroyan / 136
20.1.23.12. Navên komeleyan / 136
20.1.23.13. Navên rêxistinên din / 136
20.1.23.14. Navên qanûn, destûr û biryarnameyan / 137
20.2. Hûrdek / 137
20.2.1. Hemû hevenav / 137
20.2.2. Bêjeyên ku ji navên kesan hatine çêkirin / 137
20.2.3. Bêjeyên ku ji navên deveran yên xweser hatine çêkirin / 137
20.2.4. Navên gel û neteweyan / 138
20.2.5. Herfa ziman, zarava û devokan ya destpêkê / 138
20.2.6. Navên dîn û mezheban û mensûbên wan / 138
20.2.7. Navên organên ku bi hûrdekan dihên nivîsîn / 139
20.2.8. Bêjeyên nava bendikan gava ku ne serenav bin / 139
20.2.9. Komeka ku bi reqeman dest pê dike / 139
20.2.10. Navên hêlan / 139

21. Kurtkirin / 140
21.1. Kurtkirinên bi herfên destpêkê / 141
21.1.1. Kurtkirinên ku herf bi herf dihên bilêvkirin / 141
21.1.2. Kurtkirinên herf bi herf yên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin / 144
21.2. Cureyekê din, kurtkirinên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin / 145
21.3. Birîn (kurtkirinên birî) / 145
21.3.1. Kurtkirina navên kesan / 145
21.3.2. Têgihên rêzimanî yên kurdî bi rêya birînê dihên kurtkirin / 146
21.3.3. Têgihên rêzimanî yên latînî / 147
21.3.4. Navên zimanan jî bi birînê dihên kurtkirin / 147
21.4. Kurtkirinên civandî / 147
21.4.1. Kurtkirinên ku ji herfa destpêkê û ya dawîyê pêk dihên / 147
21.4.2. Di bêjeyên hevedudanî de / 148
21.5. Kurtkirinên navên pîvanan / 149
21.6. Di kurtkirinan de hertim bala xwe bide van xalan / 151

22. Tewang / 154
22.1. Tewanga navdêrên nêr yên yekhejmar / 154
22.2. Tewanga navdêrên mê yên yekhejmar / 156
22.3. Tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar / 158
22.4. Navdêrên ji yek mêjerê lê ji zayendên cuda / 160
22.5. Navdêrên ji yek mêjerê û ji yek zayendê / 160
22.6. Navdêrên mêjercuda / 160
22.7. Bêjeyên ku bi “-an”ê diqedin / 161
22.8. Bêjeyên ku xwedîyên referantên cuda ne / 164
22.9. Heger navdêrên zayendnêr bibin navên rojname û kovaran / 167
22.10. Heger bêjeyên ji cureyên din bibin navên rojname û kovaran / 167

23. Veqetandek / 169
23.1. Veqetandek û navdêrên nêr yên yekhejmar / 169
23.2. Veqetandek û navdêrên mê yên yekhejmar / 171
23.3. Veqetandek û navdêrên her du zayendan yên pirhejmar / 172
23.4. Rêzeveqetandek / 174

24. Di navdêran de parastina koka bêjeyê / 175
24.1. Prensîpa sereke / 175
24.2. Çend nimûne ji zimanê axaftinê / 175
24.3. Navdêrên kirde û bireserên hevokan / 176

25. Nivîsîna cihnavan / 177
25.1. Nivîsîna cihnavên kesî / 177
25.2. Nivîsîna cihnavên pirsîyarkî / 177

26. Nivîsîna rengdêran / 179
26.1. Nivîsîna rengdêrên hevedudanî / 179
26.2. Peyvên durengdêrî / 179

27. Nivîsîna lêkeran / 181
27.1. Nivîsîna lêkerên sade / 181
27.2. Nivîsîna lêkerên hevedudanî / 182
27.2.1. Lêkerên hevedudanî yên ku bi hevûdin ve dihên nivîsîn / 182
27.2.2. Lêkerên hevedudanî yên ku ji hevûdin cuda dihên nivîsîn / 183
27.3. Rastnivîsîna “bi-”yê di dema bê de / 184
27.4. Nivîsîna dema bê / 187
27.5. Nivîsîna “di-”ya dema niha / 190
27.6. Nivîsîna morfema neyînîyê / 192
27.6.1. Guhertoya “ni-”yê / 193
27.6.2. Guhertoya “na-”yê / 193
27.6.3. Guhertoya “ne-”yê / 194
27.6.4. Nivîsîna morfema neyînîyê bi lêkerên hevedudanî re / 194
27.6.5. Gava ku rola “ne”yê temamkera lêkerê be / 195
27.6.6. Gava ku rola “ne”yê çêkirina rengdêran be / 195
27.7. Divê ku nivîsîna kurmancîyê pêgirîya parçeergatîfiyê bike / 196
27.7.1. Ji ber girîngîya mijarê / 196
27.7.2. Rêyeka hêsantir / 201
27.7.3. Dawîya vê mijarê / 203
27.8. Nivîsîna awayê lêkera tebatî (pasîf) / 204
27.8.1. Di avakirina awayê tebatî de nivîsîna lêkera gerguhêz / 205
27.8.2. Avakirina awayê lêkera tebatî / 205
27.8.3. Parçeyê awayê tebatî yê nefinît û navdêra lêkerî / 207
27.9. Nivîsîna parengên (partîsîp) dema bihurî / 209
27.9.1. Nivîsîna parengên ji lêkerên sade / 209
27.9.2. Nivîsîna parengên ji lêkerên hevedudanî / 209
27.10. Nivîsîna dema bihurî ya nedîyar / 210
27.10.1. Lêkerên ku raweya wan ya raderê bi “-iri’ê diqede / 211
27.10.2. Lêkerên ku raweya wan ya raderê bi “-îri’ê diqede / 212
27.11. Hilbijartina ji hin lêkerên hevmane / 213
27.12. Nivîsîna navdêrên lêkerî / 215
27.12.1. Nivîsîna navdêrên ku ji lêkerên sade dihên çêkirin / 215
27.12.2. Nivîsîna navdêrên ku ji lêkerên hevedudanî dihên çêkirin / 215
27.12.3. Zayenda navdêrên lêkerî / 216
27.12.4. Tewanga navdêrên lêkerî / 216
27.12.5. Veqetandek û navdêrên lêkerî / 218

28. Nivîsîna daçekan / 221
28.1. Nivîsîna pêşdaçekên kurmancîyê / 221
28.2. Nivîsîna bazinedaçekên kurmancîyê / 223
28.3. Hin daçekên ku bi cihnavan re hatine civandin / 224

29. Nivîsîna hejmarnavan / 225
29.1. Kengê herf û kengê reqem? / 225
29.1.1. Grûpkirina hejmarnavên bi reqeman nivîsandî / 230
29.1.2. Nivîsîna hejmara telefonê / 230
29.1.3. Nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê / 231
29.1.4. Di nivîsîna demê de xêzik / 234
29.2. Hejmarnavên bingehîn / 234
29.3. Tewanga hejmarnavan / 235
29.4. Nivîsîna veqetandekê ya li gel hejmarnavan / 242
29.5. Hejmarnavên rêzîn / 243
29.6. Nivîsîna hejmarnavên dehekî / 244
29.7. Nivîsîna hejmarnavên sedekî (%) / 244
29.8. Nivîsîna hejmarnavên hezarekî (%o) / 245
29.9. Nivîsîna hejmarnavên dabeşî / 245
29.10. Nivîsîna peyvên duhejmarnavî / 246
29.11. Reqemên romayî / 246

30. Nivîsîna tarîxê / 249
30.1. Standarda me / 251
30.2. Di nivîsîna tarîxê de, bala xwe bide van xalan jî / 251
30.3. Nivîsîna tarîxê ya bi herfan / 252
30.4. Nivîsîna tarîxê ya bi reqem û herfan / 252
30.5. Tarîx û veqetandek / 252
30.6. Di nivîsîna salê de tewang / 253

31. Xalbendî / 254
31.1. Nîşandekên xalbendîyê / 254
31.1.1. Navbir / 255
31.1.2. Xal / 256
31.1.3. Bêhnok / 258
31.1.4. Xalbêhnok / 261
31.1.5. Cotxal / 262
31.1.6. Sêxal / 263
31.1.7. Pirsnîşan ? / 265
31.1.8. Xalbang 1 / 266
31.1.9. Dunik" / 267
31.1.10. Yeknik ‘ ’ / 269
31.1.11. Ducarek / 270
31.1.12. apostrof ’ / 270
31.1.13. Bendik / 271
31.1.14. Xêzik / 273
31.1.15. Kevanek () / 274
31.1.16. Goşebend [ ] / 277
31.1.17. Kemerkevanek {} / 279
31.1.18. Nîşandeka paragrafê / 279

32. Hin nîşandekên cuda / 281
32.1. Hin nîşandekên ji bedêla gotinan / 281
32.2. Nîşandekên matematîkî / 281
32.3. Hin nîşandekên din / 282
33. Ferhengok / 283

Çavkanî / 290




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues