La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Feqiyê Teyran : Jiyan, Berhem û Helbestên wî


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2003, İstanbul
Préface : Pages : 382
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sad. Feq. N° 5142Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Feqiyê Teyran : Jiyan, Berhem û Helbestên wî

Feqiyê Teyran : Jiyan, Berhem û Helbestên wî

M. Xalid Sadînî

Nûbihar

Feqiyê Teyran hozanvanekî Kurd ê kevnare ye.
Ew yek ji wan hozanvanên kevintirîn e yên ku bi zimanê Kurdî helbest nivîsîne. Helbestvan, feylesof, çîroknivîs û destannivîsekî bêhempa ye di dîroka wêjeya Kurdî de.
Navê wî, ji biçûk û mezinan ta pîr û kalan, ji xortan ta jin û zarokan di nav xelkê de belav e. Di nav Kurdan de bi nav û deng e.
Çendan ku navê wî tête zanîn jî, Feqiyê Teyran ta niha baş û têr nehatiye naskirin. Berhemên wî tev nehatine komkirin ku rewşenbîr û xwendevanên Kurd fêdeyek baş ji vî qedirbilindê pirçak bibînin. Xwendevanên Kurd ta vê demê jî çêja/ta’ma helbesta wî ta’m nekirine. Lewra gelek ji wan winda ne û me hay ji wan nîn e. Herçendî, ku carcaran li hinek derdoran çend helbest û destanên wî hatibine komkirin û çapkirin jî tevahiya berkarên wî ta niha jî nehatine berhevkirin.


Table des Matières


Naverok

Pêşgotin / 7
Pêşgotina Çapa Duyem / 11
Jiyana Feqiyê Teyran / 13
Nav û Nasnavên Feqiyê Teyran / 20
Feqe û Feqîtî Çi ne û Çima ji Wî re Feqiyê Teyran Gotine / 23
Feqiyê Teyran Kengê Hatiye Dunyayê / 39
Ciyê Feqiyê Teyran Lê Xwendiye û Lê Jiyayî / 54
Berhemên Feqiyê Teyran / 59
Zimanê Helbestên Feqiyê Teyran / 64
Naveroka Helbestên Feqiyê Teyran / 67
Helbestên Feqiyê Teyran yên Hicwî / 85
Awayê Helbestên Feqiyê / 86
Tabloya Jêderên Helbestan / 101
Çend Çîrokên Li Feqiyê Teyran / 102

Helbestên Feqiyê Teyran
Ellah Çi Zatek Ehsen e / 113
Ey Av û Av / 121
Îro ji Destê Husna Hebîb / 137
Bi Çar Kerîman / 146
Îro Girya Me Tê / 148
Yar Tu yî / 155
Feqe û Bilbil / 159
Ez Çi Bêjim / 168
Ay Dilê Min Ay Dilo / 170
Qewî îro Zeîf Hal im / 174
Dîlber / 178
Feqe û Mela / 183
Dilo Rabe / 222
Çiya Anî li Deştê Kir / 251
Dengbêjê Jaran î / 253
Feqiyê Teyran û Evîna Dila / 254
Mihacir / 256
Dewran / 258
Ê Bên / 260
Feqê Teyran û Dîlber / 261
Feqê Teyran û Quling / 262
Feqê Teyran û Roj / 263
Îlahî Lew Dikim Zarî / 264
Şêx Sen’an / 265
Zembîlfiroş / 356

Ferhengok / 369




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues