Nameyek ji gorê
Abbas Ismaîl
Compt d’auteur
Xwendevanê hêja! Hûn dipirsin êz kî me? Ez kurê Kaşî û Kûtiya me; ew ên ku cerdên Babiliyan ji ser çiyayên xwe vedigerandin. Ez torinê Hûrî - Mîtaniya me; ew ên ku cerd û artêşên Fir'ewnên Misrê dişikandin. Ez kuramê Mîdiya me; ew qehremanên ku Impiratoriya Aşûriyan herifandin. Ez pismamê Yûsif (Selahiddîn)im; ewê ku islam ji Çalê derxist, lê mixabin, misilmanan welatê wî li hev par kirin, ew xapandin. Ez hizyarê serokê hêja Barzanî me; ew ê ku hêzên Seddamê hov dirûxandin. Ew ê ku lingerên welatekî aza ji me re çandin. |