La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sîlvan - Silîvan - Farqîn


Auteur : Multimedia
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2013, İstanbul
Préface : Pages : 288
Traduction : ISBN : 978-605-5402-88-4
Langue : KurdeFormat : 165x240 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bar. Far. (2) N° 3521Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sîlvan - Silîvan - Farqîn

Farqîn: Silvan / Silîvan

Rojen Barnas

Nûbihar

Berbidestê sibê em gihîştin “Miyafarqîn”, Tîgranokertaya ku zemanek paytexta qiralên biqudret ên Ermenistanê bû. Sûr û bircên wê bi awayek pak li piya mane, bircên bedew ên di kela hundir de bêguman nîşan didin ku cihên rûniştina dûajoyên Ardeşîr bûne. Bajar li qûntara herî jêra çiyê hatiye avakirin, ji vê qûntarê çemek bi aveke gurr derdikeve, bi çiv û fetlanekên delal di deştê de derbas dibe û ber bi Dîcleyê ve diherike, lêbelê di nav bajêr de bi tenê kavil û şopên tezeyên cenga wêranker a bi zehmetiyên mezin ên ji bona serî li Kurdan bitewînin ku di demek nêzîk de çêbûye, têne dîtin. Ev dagirkerî -ne bi tenê kesên destbiçek-lê bûbû sedemê kuştina bi hezaran belengaz, jin û zarûkan; bi hezaran gund wêran û berhemên keda bi salên dûrûdirêj tune kiribû. Eger birêvebiriyek qenctir şûna serbixwebûna Kurdan negire ewê serweriya vê carê jî mîna yên gelek carên berê derbasokî be ku heta meriv bi fikirandina wê jî diêşe.

Rojen Barnas / Mehmet Gemici, li Farqînê, di çiriya paşîn a 1944an de bûye. Xwendegehên destpêkî û navîn li Farqînê, Lîse û Enstîtuya hînkariyê, li Diyarbekirê xwendiye. Di 1966 de wek hînkarê koma edebiyatê dest bi kar kiriye û li hin xwendegehên navîn û lîseya Silîvan xebitiye. Ji ber xebat û tevgerên xwe yên welatparêzî, şoreşgerî û sendîkayî (TÖS) bi doza D.D.K.O.ya Silîvan di 5.5.1971 de ji aliyê îdara leşkerî ve hatiye girtin, pê re hatiye mehkeme kirin û jê du sal ceza xwariye. Li ser vê, agahiya fereh di vê pirtûkê de heye.
Di payiza paşîn a 1979an de beşdarî xebata beşê kurmancî yê kovara Tîrêjê bûye. Di Tîrêjê de bi nasnavên cihê şi'r, çîrok, çîrokên mîzahî, bend û nivîsên li ser folklorê nivîsiye. Piştî bûyera 12ê êlûna 1980an ku xebata Tîrêjê rawestiyaye, ew jî mecbûr maye cîhela bibe û here Swêdê. Di 19/20ê tîrmeha 1982an de çûye Swêdê û hê jî li Swêdê dimîne. Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
1. Li Bandeva Spêde (şi'r), Tîrêj, (bê tarîx), îzmir. (1979).
2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê (şi'r), InvandrarförLaget, 1983, Boras.
3. MiLkê Evînê (şi'r), Nûdem, 1995, StockhoLm.
4. Hingê (çîrok), Nûdem, 1997, Stockholm.
5. Bi Kurmanciya Gewr (bend û gotar), Enstîtuya kurdî ya Parîsê, 2005, Parîs


Table des Matières


Naverok

Pêşgotin / 09

1. Farqîn, Silvan, Silîvan û Silîvî / 10

2. Di dîrokê de Farqîn / 15
a. Ji Ansîklopediya îslamê, MEYAFARQÎN / 17
b. Ji Sefernameya Nasirê Xusrew / 29
c. Ji îbn-ul Ezreq, Badê Dostik / 34
d. Ji Şerefnameyê, Meyafarqîn / 39
e. Feldmareşal Helmuth von MoLtke / 45
Farqîna ku min dît / 46

3. Avasazî / 47
a. Bajarê Farqînê / 49
b. Cureyên avasaziyê / 59
c. Avahiyên bedew / 60

4. Aborî / 61
a. Pîşekari / 63
b. Bazirganî / 69
c. Karê çûnûhat û bazirganiyê / 70
d. Çandinî / 72
e. Ekonomî-poLîtîk û felsefeya jiyanê / 76
f. Felsefeya jiyana aborî / 79
g. Gundên li ser qeza SiLîvan, 80

5. Jiyana dvakî [A ku min dît 1950-1982] / 83
a. Kes û civat / 87
b. Nexweşîn û çare / 98
c. Şevbihêrk / 105
d. Mewlûd / 107
e. Şihîre danîn / 108
f. Karûbarên bariganî / 109
g. Hemam / 110
h. Karên bi hevkarî / 111
i. Xwarin, vexwarin, çerez / 113

6. Cejin û şahî / 115
a. Cejin û şahî / 117
b. Şahiyên geLêrî / 123
c. Pêbiliyên barîganî / 130
d. Mihemed begê mala CemîL Paşa, Erqenîs / 132

7. Xwendin / 135
a. Xwendina klasîk a dînî / 137
b. Xwendina nûjen / 140
c. Xwendayên Farqînê / 144

8. Rewşenbîri / 147
a. îsa Şans û rojnameya Silvan sesi / 149
b. îbn-ul Ezreq / 154
c. Siyasetger, rewşenbîr û têkoşerên Meyafarqînê / 155

9. Tevgerên nerazîbûn û pêşverûtiyê li Farqînê / 159
a. Hetanî dema 1965 / 161
b. Mîtîngên Farqînê / 165
c. Di tevgerên TÎP û TÖSê de xebata pêşverûtiyê / 167
d. Rapêçana Farqînê û terora komandoyan / 173
e. D.D.K.O. û 12ê adara 1971 / 176
f. Dersên kurmancî / 185
g. Xebata kovara TÎRÊJê / 186
h. Li Farqînê stranbêjiya kurdî ya bi sazbendî / 187

10. Edebiyat / 189
a. Ziman / 191
b. Edebiyata nivîskî: Siyehpûş / 197
c. Zembîlfroş / 200
d. Edebiyata gelêrî / 206
da. Du helbestên gelêrî: Ji Pîra Zeyno / 207
db. Çîrokên geLêrî / 208
dc. Edebiyata zarûkan / 216
dd. Helbestên gelêrî: Dîlok û stranên dîlanê / 217

11. Dîn û bawerî / 223
a. Bisilmanî / 225
b. Filehî/Xristiyanî / 226
c. FiLehên SiLîvan / 227
d. Êzidî / 228
e. Perestgah / 229
f. Baweriyên gelêrî / 232

12. Foto / 235
Rewşa Farqînê ya heta sala 1911 / 236
Rewşa Farqînê ya niha (2005) / 247




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues