Versions- Bîr, hejmar 1 [Diyarbakır, 2005-04-01]
- Bîr, hejmar 3 [Diyarbakır, 2005-10-01]
- Bîr, hejmar 4 [Diyarbakır, 2005-07-01]
- Bîr, hejmar 5 [Diyarbakir, 2006-07-01]
- Bîr, hejmar 6 [Diyarbakır, 2007-01-01]
Bîr, hejmar 5
Mehmet Konuk
Bîr reklamcılık – yayıncılık
Ev dibe cara pêncan ku kovara BÎR silavê li we dike û her wiha, bi derfetên xwe yên mutewazî gelek kêfxweş e ku her tim di xizmeta netewa kurd de be. Di vê hejmarê de, me li ser “Ocaxên şoreşgerî û Kulturî yên Rojhilatê (Devrimci Dogu Kültür Ocaklari: DDKO)” dosyayek amade kiriye. Li ser daxwaza kovara BIRê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên hêja û kedkarên "Doza Kurd" ji bo ku we xwendevanên hêja ji gelek aliyan ve, bi awayekî giştî, ji rewşa siyasî ya navbera salên 1960-1975 û bitaybet jî pêvajoya sîyasî û civakî ya pêşî û paşiya damezirandina DDKOyan û çalakiyên wê şirove kirine ku em ê jî di bîra netewa kurd de tomar bikin. Li pey şkestina Tevgera Dêrsimê, bi qasî 20-25 salan bêdengiyek li ser civak û erdnîgariya Kurdistana Bakur venişt. Di sala 1958 de vegerîna Barzanî ji Sovyetan û lihevhatina kurd û ereban, çawan ku dewletên hawirdor ên wekî Tirkiye, Iran û Sûriye li ser dijberiya kurdan nêzikî hev bûn, her wiha tesîreke girîng jî li ...
|