La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tartuffe, sofiyê sextekar


Auteur :
Éditeur : Gün Date & Lieu : 2002-01-01, Stenbol
Préface : | Pages : 136
Traduction : ISBN : 975-8242-42-3
Langue : KurdeFormat : 135x203 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 6072Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Tartuffe, sofiyê sextekar

Tartuffe, sofiyê sextekar

Sofiyekî sextekar ku malxwê malê ji dilê xwe yê saf pê bawer dibe û dixwaze pê re alîkariyê bike dikeve nav malbata Orgon; heta ku diz û xwediyê malê bi hev dihesin sofiyê min û te dixwe, vedixwe û bi rûyekî  rûşûştî bela xwe di kevaniya malê dide.

Molière ku vê yekê dike mijara piyesa xwe, ji bo ku wê bi derdorên serâyê û dêrê bide qebûlkirin heta sala 1669-an tê dikoşe, ji ber ku gava cara pêşîn li Versaillesê tê nîşandan, piyes ji alî eynî derdoran ve weke piyeseke xeter tê dîtin û demeke dirêj tê qedexekirin. Ger Molière bitenê durûtiyên sofîtiyê jî teswîr bikira, gelo dê dîsa şik û şibhe nehata ser sofîtiya rasteqîn ?

Jixwe fêda û qezenca vê piyesê ewende mezin e ku; durûtiya nava mirov a ku li gor demê reng diguhere û bi awayekî din xwe nîşan dide jî derdixe meydanê. Lê Tartuffe her wiha jî komediyeke xwiy û kesayetiyê ye, ku pêkeniya qebe hêdî hêdî ber bi diramê ve dibe û pê re pirr xweş harmonise dibe. Molière li vir bi hostayî û hunerê xwe yê ku mirov heyran û hişmetkar dihêle nişan dide û binera ku saf saf bi heyecaneke pirr xweş dikene, jidil kêfxweş bûye ber bi fikr, hizir û ramanên pirr ciddî, yan kûr û dûr ve dibe.


Table des Matières

Biyografiya Molière

1622: 15-ê Çilleya Paşîn, li Parisê ji diya xwe dibe. Bavê wî yê raxer navê Jean-Baptiste Poquelin de Molière lê dike.
1636-1640: Li Parisê, li koleja Clermont dixwîne.
1643: 30-ê Hezîranê, Koma xwecih a Illustre-Théatre tê avakirin. Molièrê paşerojê (wiha xwiya ye ku salên pêşîn ev nasnav bîkar neaniye) û Madeleine Béjart li gel hevalên xwe peymana avakirina vê saziyê îmze dikin. Cara pêşîn, di 1-ê Çilleya Paşîn a 1644-an de, di lîska topê ya bi navê Métayers de derdikevin pêşberî bîneran; paşê, di 19-ê Çilleya Pêşîn a eynî sale de derbasî koma Croix noire dibin. Lê zêde najo kumpanya têk diçe (Molière, di navbera 2 û 4-ê Tebaxa 1645-an de, ji ber deynan dikeve hefsê). Kumpanya mecbûr dimîne belav dibe.
1646-1658:Molière û Madeleine Béjart derdikevin melbendê, pêşî di koma bi serokatiya Charles Du Fresne de dilîzin, ku patronê wê Duc d'Epernon e, paşê di kumpanya ku ew bixwe îdare dikin û ji 1653-yan hete 1657-an ji alî mîr Conty ve hatiye paraztin de dilîzîn.
1655: Pêşkêşkirina l'Etourdî, li Lyonê.
1656: Pêşkêşkirina Depit amoureux, li Béziersê.
1658: 24-ê Çiriya Pêşîn, Kom vedigere Parisê, û êdî ji aliyê Mîrza, birayê Louise XIV. ve tê paraztin, li hola muhafizên kevn a Louvrê, li pêş Louisê XIV-an. trajediya Corneille Nicomède dilîze. Paşê Docteur amoureux bi hin dans û sitranên piçûk en di navbera perdeyan de ku ji alî Molière ve li melbendê lê hatibûn zêdekirin dilîze û bi saya serketina di warê komediyê de hola Petit Bourbon bi komediyenên Îtalî re par vedike.
1659: 18-ê Çiriya Paşîn, Les precieuses ridicules.
1660: 28-ê Gulanê, Sganarelle ou le Coucu imaginaire. 11-ê Çiriya Pêşîn, bêyî ku berî jê re bê gotin, ji aliyê M. de Ratabon ve ji teatra wî ya ku wê bê xirakirin te derxistin, lê li heberî vê hola Palais-Royal didinê.
1661: 4-ê Sibatê, Dom Garcie de Navarre ou le Prînce jaloux. 24-ê Hezîranê, l'Ecole des maris.
17-ê Tehaxê, Afrandina Fâcheux li Vaux-le-Vicomtê, ku dema cejnê ji alî nazir Foucquet ve ji qirêl re hate pêşkêş kirin.
1662: 20-ê Sibatê, zewaca Molière û Armande Béjart, xwişk an, li gor hinekan, keça Madeleine, li Saint-Germain-l'Auxerrois. Peyman di 23-yê Çilleya Paşîn de hatibû îmze kirin. 26-ê Çilleya Pêşîn, l'Ecol des femmes.
1663:1-ê Tîrmehê, La Critique de L'Ecole des femmes. Di navbera 16 û 21-ê Çiriya Peşîn de, L'Impmromptu de Versailles, li Versailesê peşkêş kir.
1664: 19-ê Çilleya Paşîn, bûyîna Louis, lawê Molière, ku wî di 28-ê Sibatê de baptîz dike. Parrain: Qiral wî baptîz dike. Marraine: Ji alî Henrietta Ingîltereyî ve tê baptîz kirin. 29-ê Çilleya Paşîn, Le Mariage force, li Louvrê hat pêşkêş kirin. 1-7-ê Nîsanê, Le Tartuffe Kumpanya Saint-Sacrement tir¬sand, ev tirs jî bû sebeba ku careke din neyê nîşan dan. 30-ê Nîsnê/22 yê Gulanê, Molière û koma xwe ji bo beşdarî Plaisirs de l'Île enchantée bibe li Versaillesê bicîh dibin. 8-ê Gulanê, La Princesse d'Élide cara pêşîn hate pêşandan. Di 12-an de jî her se perdeyên Tartuffe hatin nişan dan. 1-ê Tebaxê, temamkirina çapa Le Roi glorieux au monde, ji alî metran Saint-Barthélemy û Pierre Roullé ve, ku bi dijwarî êrîşî afranderê Tartuffe dikin. Molière, dereng namîne, bi erzûhala xwe ya yekemîn reaksiyona xwe nişan dide. Di navbera 20  û 27-ê Îlonê de, her se perdeyên pêşî yen Tartuffe, ji alî Molière û koma wî ve, hi biryara Mîrza birayê wî dema ku qiral Louise XIV. hatibû serdana birayê xwe, li Villers-Cotterêts hatin pêşkêş kirin. 29-ê Çiriya Paşîn, Tartuffe bi her pênc perdeyên xwe ve li Raincy, li mala Mir Palatine, ji bo Condé hate pêşkêş kirin.
1965: 15-ê Sibatê, Dom Juan. 4-ê Tebaxê, keça Molière bi nave Esprit-Madeleine tê batîz kirin.
14-ê Tebaxê, Koma Molière li Palais-Royal dibe Koma Qirêl û mehaneya wî derdixe 7 000 frankî. 14-ê Îlonê, L'Amour médecin li Versaillesê pêşkêş dike. 8-ê Çirlya Paşîn, Le Tartuffe û L'Amour médecin li Raincy, li mala Mir Palatine bi emrê de Condé tên pêşkêş kirin. Perdeya çaran a Tartuffe hîn nehatiye pêşandan, wê demê, hîn şeklê wê yê dawîn nahatihû dayin.
1665-1666:Ji dawiya meha Çilleya Pêşîn bere dawipa Sibatê, Molière nexweşê bêhal e. Di Nîsana 1667 de sipî sax dibe.
1666: 4-ê Hezîranê, Le Misanthrope. 6-ê Tebaxê, Le Medecin maigre lui. 2-yê Çilleya Pêşîn, Li Saint-Germain-en-Layeyê, Pêşkêşkirina Mélicerte, bi tenê wek du perde di Ballet des Musses
de cihê xwe girt û di 5-ê Çilleya Paşîn a 1667-an de ciyê La Pastorale comique girt, ku îro wendaye. 10-ê Sibatê dîsa li Saint-Germaine û bi kadirên eynî baleyê, pêskêş kirina Sicilien ou l'Amour peintre.
1667: 5-ê Tebaxê, Li Palais-Royal, carekê bitenê pêşkêşkirina L'Imposteur, dotira rojê hat qedexekirin. La Thorillière û La Grange wê gave li gel erzûhala Molière çûn giliyê xwe li bal qiralê ku nû dora Lillê girtibû kirin. 11-ê Tebaxê, Sermetranê Parîsê, Hardouin de Péréfixe, fermanekê derdixe û dibêje her kesê ku vê lîskê "bi taybetî an bi awayekî eşkere bilîze, bixwîne an dema bê ravekirin guhdarî bike dê ji dîn bê derxistin (aforoz kirin)." 20-ê Tebaxê, Lettre sur la cnmédîe de L'Imposteur, nameya anonîm di lehê Molière û piyesa wî de.
1668: 3-ê Çilleya Paşîn, Amphitryon. 4-ê Adarê, Molière li hotêla de Conde, Le Tartuffe ji bo Monsieur le Prince dilîze. 15,16, 18 an jî 19-ê Tîrmehê, George Dandîn, li Versaillesê, bi kadirên Grand Divertissement Royal hate pêşkêş kirin. 9-ê Îlonê, L'Avare. 20-ê Îlonê, Le Tartuffe li Chantilly ji alî Molière ve, ji bo Condé hate lîstin.
1969: 5-ê Sibatê, Tartuffe tê serbestkirin û li Palais-Royal tê nîşandan. Serketineke bêhempa bidest dixe. Dîsa eynî rojê, Molière erzûhala xwe ya sisiyan ji Qirêl re şand. komediya ku ji alî Jean Ribot' ve hate weşandin, de di 23-yê Adarê de ji çapê derketa (di 15-ê Adarê de derket). 4-ê Nîsanê. Molière çapa La Gloire du Valde-Grâce, ku ji bo wê dostê xwe yê nîgarkêş Mignard kirêkiribû temam dike. 6-ê Çiriya Pêşîn, Monsieur de Pourceaugnac, cara pêşîn li Chambordê hate lîstin.
1670: La Critique du Tartuffe, komediya anonîm, li gel Nameyeke satîrıîk a li ser Le Tartuffe ku ji nivîskarê Rexneyê re hatibû nivîsîn, li Parisê, li cem Gabriel Quinet tê dîtin (Bi tarîxa 19-ê Çiriya Paşîn 1669). 4-ê Sibatê, Les Amants magnifiques, bi munasebeta karnevala li Saint-Germain-en-Laye hate pêşkêşkirin. 14-ê Çiriya Pêşîn, Le Bourgeois gentilhomme, li Chambordê tê lîstin.
1671: 17-ê Çiriya Paşîn, pêşkêşkirina Psyché, li hola des Tuileries. 24-ê Gulanê, Les Fourberies de Scapin. 2-yê Çilleya Pêşîn, La Comtesse d'Escarbagnas cara Pêşîn li Saint-Germain-en Layeyê hate pêşandan, perdeyek ji bo destpêka Ballet des ballets hate amadekirin.
1672: 11-ê Adan, Les Femmes savantes. 1-ê Çiriya Pêşîn, Babtîzkirina Pierre-Jean-Baptiste-Armand Poquelin, lawê Molière. Lawikê nûbûyî di 12-e eyra mehê de dimre û tê veşartin
1673: 10-ê Sibatê, Le Malade imaginaire. 17-ê Sibatê, Le malade imaginaire cara çaran hate pêşandan. Molière ku rolê Argan girtibû ser xwe, li ser sehnê dikeve dilê wî lê diçe, piştî ku wî radikin tînin mala wî ya ii kolana Richelieu bi çend saetan dimre. Keşeyê Saint-Eustacheyê veşartina wî ya li gor adetên xiristiyanî red dike. Li ser rica jina wî Armandeyê ji Louisê XIV. li Versaillesê, Molière bi şev, bêseremonî û qerebalixî, li goristana Saint Josephê tê veşartin.
1682: 30-ê Hezîranê, çapa di ber çavan re derbaskirî, sererastkirî û berfirehkirî ya Les Œuvres de Monsieeur de Molière (Kulliyata Molière), weke çar bergan, bi aweyekî tekûz û bi pêşgotineke girîng ji alî La Grange û Vivot ve hatte temamkirin. Du bergên din en ku ji berhemên wî yên neçapkirî pêkhatibûn jî di 31-e Çiriya Pêşîn de hatin çapkirin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues