Naverok
cade / 9 qemewal /13 piyalek li gel Ehrîmen / 18 peyman / 25 daxwazf / 27 nêrtngeh / 41 zerya / 43 helbesta baranê / 44 volkan / 45 çav hingivfnf / 46 gurê şevê / 47 ...?... / 48 ...?... / 49 zir xew / 50 di hesreta baraneke koçkirî de / 56
Şi’r
Te kuçe û kolanên hatin û nehatinê westandin û tu negihîştî niha ku tu hatiyî pêş dergehê dilê min î evîndar pîrtir î ji siyaset bê biryatir î ji viyanê zûtir î ji temen çi yê min heye pêşkêşî te bikim ji bilî tayekî porê spî û ew bîrhatinên min dispêrin janên vê şeva bêhûde
Were nav dojehtirîn buhuştên min bila agirê buhuşta te ya lanetkirî diyarî te bikim Qederek dereng wext e pelwerîne... Û buhar qereçiyek pîr î sergerdan e buhar derewek zîq e û payiz rastiyek sar e ez di sergerdeniya vê cadê de wenda dibim bê veger ev cade mişt e ji kêlîkên mirî û çirkên katjimêrê mirinê dinivîsin
..... |