La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çarîn: ji Çem bi Derya


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 1998-04-01, Stenbol
Préface : Pages : 60
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 125x185 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kar. Çar. N° 4301Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çarîn: ji Çem bi Derya

Çarîn: ji Çem bi Derya

Sabah Kara

Nûbîhar

Ev çarînên ku niha bi navê Çarîn, Ji Çem Bi Derya wek kitêb hatine weşandin, cara ewil ji Gulana 1993yan, heta îlona I996an di hejmarên 8 heta 48ên kovara Nûbihar de û di bin navê Nuqurç de weşiyabûn. Navê nivîskarê wan, wê demê wek Mela Qasim di kovarê de cih girtibû; ku Mela Qasim, navê mustear ê Sabah Kara bû. Bi navê xwe yê wê demê Nuqurç, gellek bala xwendevanan kişandin û zehf hatin ecibandin. Em bawer in ku berhevkirina van çarînan di kitêbeke weha de, wê hê zêdetir bala xwendevanan bikşînê.

Sabah Kara helbestvan, nîvîskar û wergêr e. Sabah Kara di sala 1960'î de li Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinê. Di gelek kovaran da xebitîye û berpirsîyatiya wan kirîye. Sabah Kara di derketina kovara Nûbiharê de cî girtiyê û bi salan berpirsîyarê giştî yê kovarê bûye. Heta niha bi qasî 25 pirtûk bi zimanê tirkî û kurdî derxistîye.


Table des Matières


Naverok

Baran dibare bi ser rihê melûlê min de / 54
Behs ji heftê û du cûr mirovan tê kirinê / 49
Berî b’çend salan te d’got, “divê ku tu wek min bî / 14
Berya em xerbzede bin, roj ronî bûn, şev tarî / 16
Bila kes ne b’min re be, tu hebî bes e ey dil / 23
Bilbilê derda ez im, gula bi xeyda tu yî / 55
Çima hun van kerên ku narevin girênadin / 47
Dema ku ez zarok bûm, li wî bajarê xweşik / 13
Dengê daholê bi te, ji dûr ve xweş tê mêro / 8
Dibêjim “gul”, dibêjî “lo nebêje istirî” / 8
Dibêjin “cesareta li hember zilmê xweş e” / 33
Dibêjî “kurd nikarin dewletekê çêbikin / 12
Dilê min dibêje “lo, çi dibe bila bibe / 22
Divê em qebûl bikin ku em pir li paş mane / 18
Dîn ne bi rîş û ne bi şaşikê ye ey derwîş / 25
Eger kurd wê b’kuştina zarokan xelas bibin / 15
Ehmeq terfî kirine, hin jî bûne nivîskar / 34
Ehmeqekî nivîskar qaşo ji yên reformîst / 34.
Ehmeqo ho ehmeqo ev çi bênamûsî ye / 31
Em kurd bi dijmintiya hevûdu ve meşhûr in / 24
Em li hember du tiştan bêcil in û tazî ne / 37
Ev çi zeman e ya Reb, rehet nîn e di mal de / 19
Ev sal û meh û saet, ha lorîn û lorîn e / 40
Ey deryaya bêbinî, hesreta dilê şaîr / 51
Ez bi kîjan zimanî bêjim, bi zimanê dil / 48
Ez ê porê xwe yê reş bi baranê şeh bikim / 45
Ez ku li vir bêdeng im, ev kî ye ku giryan e / 56
Ez nizanim jibo kê dinvîsim van nivîsan / 49
Fikirîn ax fikirîn, tu çi cilê j’agir î / 36
Ger tu bi nezanî redkî ey ronakbîrê me / 43
Goşt li ber ker e heval û giya li ber şêr e / 26
Gotinê me di dil de sipehîtir in ey yar / 48
Hawar û hezar hawar, bes e ey Xweda bes e / 31
Here siwarî here, peyayî here, here / 46
Heval carkê l’me binêr û carkê jî li wana / 25
Heval esrarê jînê, ne tu zanî û ne ez / 28
Heval ez dijminê te di xwînê de bibînim / 32
Heval jiyana kurdan qîr û hawaran dike / 21
Heval ku rê nizanbim, li rê gerînê zanim / 51
Heval, tiştê tê sibê lê poşman bî, nebêje / 54
Heval tu cardin rast be, lê xwedyê darê rast be / 24
Heval tu qe guh mede van stalîniyana / 26
Heyf e ku ez bimrim û tu bimînî ey dijmin / 23
Heyf e ku min nizanî, tu nebî ez nesax im / 44
Hêviya xwe nebirre, madem tu heyî, hene / 55
însan bi welatê xwe nabin “mirov”, “ne mirov” / 36
îro dûr im ji kufrê, ji îmanê jî dûr im / 56
îro min kerekî dît, mast bi metro dikirî / 35
Ji min nayê ez dilê xwe wek qedeha meyê / 44
Ji min ti tiştî fêhim neke fêhmê fêhm bike / 47
Ke’be ne deng e ku wek bargîr li dor bigerin / 27
Ker bûne reyiscumhûr, dehşik serokwezîr in / 9
Kero ez axînek xwe b’sed ox-oxê te nadim / 35
Kero li ser çoga min, bi riha min girtiye / 12
Kero ma tu nabînî ku tu ne ti mirov î / 11
Kero siya rastiyê girtiye pê şa dibe / 30
Kero smokînê xwe yê b’dûvik jibîr kirye / 16
Kî ne em ma kî ne em ma kî ne em ma kî ne / 30
Kurdino ez westiyam ji nezanê d’nav we de / 50
Kuro lawo bes e lo, we mala me xerakir / 17
Kuro wellah û bîllah ev ne demokrasî ye / 14
Lo ehmeqo eger ev îslama te îslam be / 38
Lo heval wisa nabe wisa nabe wisa na / 20
Lo lo feto lo feto, lo agir û afeto / 45
Lo Nemerdo Nemerdo, mal bi ser de herifto / 39
Lo te umrek zik têr kir, ka te çi bi dest anî / 22
Lo zalimo e’zanim dema te buhurî ye / 20
Ma tu l’pişt heft çiya yî, yan li pişt heft ava yî / 29
Ma wê çima axret nebe, axret umêd e ey dil / 28
Meriv di cî de aşiq nabe, ew derewîn e / 42
Mêro bi vê îslama ku tu de’wa wê dikî /  7
Mêro pere mal û milk, bûne dê û bavê te / 10
Mêro tu hem nezan î, hem nezan ku nezan î / 9
Mêro umrê te çûye bi teqteq û reqreqê / 7
Mi navê ez hêviya xwe ji însan bibirrim / 52
Min bihîst çarînê min li kero tehl hatine / 13
Min rokê negot vaye ev dewlet jî a min e / 32
Mirina zilma xedar bizan yara min tu yî / 33
Navê bênamûsiyê kirne “şan û pêşketin” / 10
Navê têlevizyonên wî, dibêjin ew kî ye / 11
Ne cahil dibin dewlet, ne zalim dighin derkê / 17
Nehêle jiyana te tevlihev û reş bibe / 42
Nizanim tu ji min çi dixwazî ey dil ey dil / 40
Qaşo hem misilman e, hem segê zaliman e / 19
Riza Xwedê l’her derê li ber me bûye perde / 38
Sed tifu li ruwê zalimê zarokkuj tifu / 18
Sê ehmeq hatne cem hev “xîlafet” sazkirine / 37
Sê tişt pir pir girîng in, “zanîn”, “qewet” û “pere” / 50
Te bavêjim nav agir, ez disojim lo dilo / 41
Tu bi heqê xwînpaka mezlûman kî ey Xweda / 21
Tu ji azmanê derdan danakevî lo dilo / 39
Tu ne j ’heq fêhim dikî, ne j ’daxwaz û lavlava / 29
Tu nikarî kurdî û kurd ji hev biqetînî / 15
Umrek e ez dimeşim, lê min hê rê neqedand / 53
Umrek e min karê xwe ji xwe re nekire kar / 52
Vê goristana bêdeng û sar de Îsrafîl bin / 43
Welat ez te b’xwendin û îlm û huner dixwazim / 27
“Xwe bi xwe” anku çi ye, “xwe” kî ye “bi xwe” kî ye / 46
Xwezî ev umr ji nû ve dest bi meşê bikira / 53

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues