Nameyên bêcewab Karşılıksız mektuplar
Sabah Kara
Nûbihar
Nameyên Bêcewab di eslê xwe de şiîreke dirêj e; şiîreke dirêj î bîst û pênc nameyî ku her beşa wê bi dî-roka nivîsîna xwe ji beşên din hatiye veqetandin. Eğer Nameyên Bêcewab, yan jî bi navê xwe yê tirkî Karşılıksız Mektuplar bi vê dîtiriê bête xwendin, dê hêsantir bête fêhimkirin. Nameyên Bêcewab pêşî bi tirkî û bi navê Karşılıksız Mektuplar hate nivîsandin û hin ji beşên wê di kovarên cihê de hatin weşandin. Paşê kitêb bi navê Nameyên Bêcewab bi kurdî hate nivîsandin; lêbelê ev cûr nivîsîn, ne wergerandin bû. Kitêb, ji hêla nivîskarê xwe yê ku dikare bi herdu zimanan şiîr binvîsê û berê ew bi tirkî nivîsîbû, vê carê jî bi kurdî hate nivîsandin. Kurdiya kitêbê, anku Nameyên Bêcewab, di nav tarîxên Çiriya Pêşîn 1992-Adar 1994 de di hejmarên 1-18 î kovara Nûbihar de hate weşandin. |