La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pala Bêşop


Éditeur : Sara Date & Lieu : 1983, Stockholm
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 9187662 – 41 – 8
Langue : KurdeFormat : 145 x 215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tem. Pal. N° 1600

Pala Bêşop

Pala Bêşop

Xemgîn Temê

Sara

Çi kuştin û vebirîn (katlîam), ji kuştin û vebirîna çerxa bêdengî û tarîtiyê, reş û dijwartir tune ye. Ji lewra hingê, millet bêserî û tevayiya laşê wî jî tevizandî, li nav dest û lepên neyarên bêbext dirêjketî, li ber bext û dilovaniya dijminî ye.
Heger dîsan em bibêjin ’dîroka me, tenê ji bêdengî û tarîtiyê pêk ne hatiye û me gelek rabûn û serîhildanên dîrokî jî hene... Hingê divêt em vê yekê jî baş bibînin, ku çi ji wan rabûn û serîhildanên dîrokî, nikaribûne weke vê rabûn û serîhildana hevdemî, ya nûjen, ew bêdengî û tarîtiya tund û reş, biçirînin. Me îro pir ne maye ku em azadiya netewî ya pirî derengmayî, bi vebirî (qat’î) bi destxin. Loma, divêt em, xwe bi hezar û yek awayî, dilxwaz û bêgavê (mecbûrê) piştgirvanê vê dozê bibînin.
Di Pala Bêşopê de, çêla keça kurd a zana û dilovan Xebatê, çêla berxwe-danek ji kûrahiya evînî û zanebûna hişyariya netewî ye.

ÇÊLA BERXWEDANEK JI KÛRAHIYA EVÎNÎ Û ZANEBÛNA KEÇA KURD

Li hevberî desthilatdariya ewçend mezin û kevnar, berxwedan û bergirî, bi hêsanî ne hatiye holê. Ta em gihane vê rabûn û birêveketina doza serxwebûn û azadiyê, ya hevdemî, me mişe (gelek) serdem û gehînekên bêdeng û tarî derbas kiriye. Di wan dem û serdemên bêdengî û tarîtiyê de, canên bêhejmar heba bûne. Ta em gihane vê gehîneka serhildana hevdemî, em rûberê mişe zordarî û çewsandinan bûne. Rabûna me ya vê cara dawiyê, ku îro hêviya tevayiya milletê kurd e, ji nav wê heyama serdema bêdengî û tarîtiyê, pêtala (meşala) mizgînî û peyama berbanga rojên ronahiyê ye.
Çi kuştin û vebirîn (katlîam), ji kuştin û vebirina çerxa bêdengî û tarîtiyê, reş û dijwartir tune ye. Ji lewra hingê, millet bêserî û tevayiya laşê wî jî tevizandî, li nav dest û lepên neyarên bêbext dirêjketî, li ber bext û dilovaniya dijminî ye.
Heger dîsan em bibêjin dîroka me, tenê ji bêdengî û tarîtiyê pêk ne hatiye û me mişe rabûn û serîhildanên dîrokî jî hene... Hingê divêt em vê yekê jî baş bibînin, ku çi ji wan rabûn û serihildanên dîrokî, nikaribûne weke vê rabûn û serîhildana hevdemî, ya nûjen, ew bêdengî û taritiya tund û reş, biçirînin. Me îro pir ne maye ku em azadiya netewî ya pirî derengmayî, bi vebiri (qat’î) bi destxin. Loma, divêt ku em, xwe bi hezar û yek awayî, dilxwaz û bêgavê (mecbûrê) piştgirvanê vê dozê bibînin.
Di Pala Bêşopê de, çêla keça kurd a zana û dilovan Xebatê, çêla berxwedanek ji kûrahiya evîn û zanebûna hişyariya netewî ye.

Sara

Pala Bêşop

Zavistan bi hêsir û girî, bi birûsk û çirûsk, bi ba û bandav, bi serma û seqem, li min buhurî. Ez ketim kîm-kîma buharê. Tîrêja royê, xwe hinekî bi xîret kiribû û germahiya xwe hin bi hin diyar dikir ku jiyanê rûgeş bike. Erdê xemla xwe şîn dikir. Gul, nêrgiz û sosinan xwe dixemilandin, bêhn û rengên xwe didane xuyakirin. Weke rengê kulîlkan ez geş bûbûm û min rayên xwe berdabû erdê û ez şîn bûm. Ez di nava sîng û berê cîhanê de hatime çandin. Bê çawa, çerxa felekê tête qulubandin û guhertin, welê jî ez hatim qulubandin û guhertin.
Di warê zivistanê de ez di kul û xeman de bûm, Bêçare bûm. Bêguman bûm. Meraqa min hebû. Lê min nizanîbû ew meraq çi bû. Bûbû weke kevireke hişk di dilê min de. Min nizanîbû ew evîna çi bû. Ez tim û tim di mitalan û xilobatan de bûm. Jiyana min ne weke jiyana hevalên min bû. Hevalên min her dem bi ken û kêf bûn. Lê ez tim bêmahd bûm. Min jiyanê weke heps û zîndan didît. Rev jî ne dibû, ji ber ku ez keç bûm. Ne xort bûm. Ger ku ez ji mala bavê xwe bireviyama û ez çûbama cihna, hingê ez dimam bi kirêt û malbata min jî dimane bi kirêt. Ew’ê fediya min bibûya rim û şûrê raserê serê min. Min dê nikarîba di nava gundî, dost û hevalan de tiştekî bigota.
Wisan bayeke xurt û dijwar, berê xwe dabû mala me, ku cîhê xwe di quncik û qewêrê xaniyê me de çêkiribû. Kul û keder, derd û xem dikişandin mala me û li dora min kom dikirin. Ez li ser van tiştan baş hizirîm û ez gîhame baweriya, ku ev yek bi temen (emir) ve girêdayî bû. Ji ber ku ez hîna di warê sûtaliyê de, di warê xortaniyê de bûm, bûyeran, rolên xwe bi vî awayî dileyîstin û ez dixistim nav derd û xeman.
Buharê çavên min bel kir. Nexasim, gava ku xemla xwe girê da û kirasê xwe li xwe kir, ez ji xewa xwe rabûm. Ew xewa ku ez kiribûm hembêza xwe û ez bi ben û zencîr girêdabûm.... Tim û tim ez ...

 

Xemgîn Temê

Pala Bêşop

Sara

Weşanxaneya Sara
Pala Bêşop
Xemgîn Temê

Wêneya Bergê: Z. Hesîb

ISBN 9187662 – 41 – 8

Sara Publixhers
Dalagatan 42
S -113 24
Stockholm – Sweden
Tel & Fax: + 46 8 - 33 12 29

pala_besop_x_teme.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues