La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Koronatopia


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2021-01-01, Stembol
Préface : Pages : 214
Traduction : ISBN : 9711-625-7253-24-6
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. War. Kor. N° Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Koronatopia

Koronatopia

Adem Warnas

Avesta

Me careke din dît ku mal/war/welat cihê mêvanperweriyê nîn in. Gava karesatek çêbû, herkes xwe dide paş û vedigere malên/warên/welatên xwe. Tu kes nabe cîranê hev. Piştî şerên sedsala 20emîn, wateya malê (war û welat) êdî nemaye. Rojên karantînayê jî ev xale çêtir hate têgihiştin ku tu kes "mal" êdî wekî cihekî nasyar nabîne. Rêya vê dizanin bes li ser vê tu tiştî hîs nakin. Lewma nizanin dê çawa di nava malê de jiyaneke nû careke din ava bikin.

Ev kitêba ji çendîn gotarên fikrî pêk hatî, di ser koronavîrusê re berê xwe dide têgihên wekî grotesk, kozmopolîtîzm, mêvanperwerî, conatus, panoptikon, Lîvyatan, bergiriya komî, biyodesthilatî, biyopolîtîka, khronos, kairos, khora, ûaneur, thanatos, eros, pharmakon, rhizome, pedagojî û kollapsolojiyê û ji gelek aliyan ve li vê arîşeya heyi hûr dibe. Ne tenê metneke felsefî ye, her weha bi xwendin û nerinên cuda yên sînema, edebiyat, zimannasî (zimanbazî!), siyaset û jiyana me ya rojane re me vedixwîne danûstandineke navdîsîplînî.

Koronatopia, hem bi naveroka xwe hem bi şêwaza xwe, berhemeke yekta ye di qada xwe de û hêviyên me yên li ser metnên fikrî yên di kurdi de geş dike. Adem Warnas, piştî ezmûneya berhemdariya di tirkî de li zimanê xwe yê dayîkê vegeriya û ji bir nekir, nameyek ji bo kurê xwe yê nûçêbûyî di dawiya kitêbê de danî: ‘Nameyeke Dilgeşiyê ji Aram re'.

Adem Warnas (Yıldırım), di 1983yan de li Colemêrgê ji dayık bûye. Doktoraya xwe li Zanîngeha Enqereyê di warê felsefeyê de xilas kir. Sê kitêbên wî bi zimanê tirkî hatin çapkirin bas êdî hez dike bi kurdî binivîse. Ji jiyanê, dilgeşiyê, sînemayê, kitêban, zarokan, geriyanê û hînbûna zimanên nû hez dike. Beriya mirinê, hez dike zanîn û ceribînên xwe, li gel mirovên camêr parve bike.


Table des Matières


Naverok

Pêşgotin / 11

Cîrantiyên Bijartî
Ceribandinek ji bo fikir û ramanan: Koronatopia / 19
Koronavşer û fikira parastinê / 25
Çînotesk ango Groteska Tarî / 35
Mal, Kozmepolîtîzm, Derrîda û Mêvanparwer-î / 49
Koronatus: Şiyan û Jiyan / 73
Panoptîkororonerîn / 95
Nifûs, Bergiriya Komî û Biyopolîtîka / 125
Khoronavîrus / 155

Rasthatinên Hilberandî
Khora û Korona / 173
Thanatos û Korona / 177
Eros û Korona / 181
Pharmakon û Koronavîrus / 187
Rhizome û Koronavîrus / 193
Pedagojî û Korona/ 197
Kollapsolojî û Korona Vîrus / 203

Nameyeka Dilgeşiyê ji Aram ra / 207




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues