Meselêd bona Pêzanina H’ebandina Dînê Êzdîtiyê - I
Keremê Ankosî
Pirtûkxana êzdiya
Di vê berevoke da 31 cûrêd (variyantêd) metina (teksta) dia (dirozga) dinbawariya ezditiyêye sereke şedetiya dîn٠'hatiye cî-war kirinê. Ewan met'inan ji zarê êzdiyêd emrê cûre-cûreyî (ji ahil û cahalan), çava ji p'îran û şêxan, usa ji ji miridan hatine nîvîsarê û bergirtinê. Piraniya van met'nid dirozga êzdîtiyê „Şe'detîya din" cara pêşîn (yekemin) tene neşir kirine. Dirozga pezanebtina dînê êzditiyeye heri mezin „Şe’detiya derheqa din da" di cerga dia’-dirozged, qewil-beyit'd, qirar-qanûnê dînê êzditiyê da ciki heri giring digire. Borcê her êzdîkiye. Çava qirar, wê dirozgê bizan be, nenhrî wê yekê, p'îrê, şêxe yan mirîdê. Zanina „şe'detiyê" ser h'emû êzdiyan ferzeke girane. Di dirozga dinê êzditiyêye sereke „şe'detiya derheqa ... |