GOTINA WEŞANXANÊ
Di dîroka gelên bindest de bîranînên kesên rewşenbîr û têkoşer xwedî ciyekî giranbiha û taybetî ne. Ji bo Kurdan bîranînên wisa hîn hêja û pêwîst in. Ji ber ku dîroka gelê Kurd di tarîtiyê de maye, Kurd bi piranî ji dîroka xwe agahdar ninin, loma jî nikarin baş jê ders werbigrin. Bîranîn di têkoşîna netewî û ciwakî de dikarin bibin çavkaniyên tecrubeyan.
Bîranînên Cîgerxwîn di vî warî de nîmûneyeke baş e. Dema ku xwendevan bixwîne dê vê yekê baştir bibîne.
Navê kitebê, Jînenîgariya Min, Cîgerxwîn bi xwe lêkiriye.
Ji derweyî tiştên rastnivîsandinê, me tu guhartin di zimanê Cîgerxwîn de nekiriye. Cîgerxwîn jînenîgariya xwe bi piranî bi tîpên latînî û hin beş jî bi tîpên erebî nivîsandiye.
Di dema amadekirina vê kitêbê de J. Espar alikariyeke bêhempa kir. Herweha mamoste Ferhad Shakely ji bo transkrîpsiyona ji tîpên erebî bo latînî xwe gelekî westand. Ji ber ku beşa bi tîpên erebî destnivîs bû, xwendin û transkrîpsiyona vê beşê ne hêsan bû.
Ev bîranînên Cîgerxwîn ji alî kurê wî, Keyo Cîgerxwîn ve hatine parastin û wî ji bo weşandinê dan me. Em gelek sipasî van sê hevalan dikin.
Weşanxana Apec
Jînenîgariya min
Çîrok û serpêhatiya jîna min, perçak ji tevger û serpêhatiyên miletê Kurd e ko di nîv sedê bîstemê zayinê de, di perçak ji Kurdistanê de hatine windakirin û perda bêhavilî, nezaniyê weke şeveke reş dawa xwe berdaye ser. Tarîxa jîna min, di nav xwe de çend serpêhatiyên ko min bi xwe dîne, yan di nav wan de xwedî bûme, yan ji devê mirovên rastgo û pêbawer hatine guhaztin, di nav xwe de digrî.
Divabû ko her Kurdekî zana, welatparêz, xwenda hûr û kûr tarîxa jîna xwe di gel wan serpêhatiyên ko bi xwe, bi jîndariya xwe re derbas kirine, bi rast û dirist binivîsanda û ji miletê xwe re sermiyanekî mezin û giranbiha di vê meydanê de bihişta. Lê mexabin ko heta îro jî, hêj tiştekî bi vî rengî ji Şerefxanê Bedlîsî pê ve kesê dî nenivîsandiye.
Ji kevnare de tarîxa jîndariya mirovên mezin, navdar tenê dihate nivîsandin. Lê weke ko ez bawer dikim, gerek e, herkesên zana bîrewer, miletperwer, mirovperwer bi vî karê mezin rabî. Bi vî awayî em ji miletê xwe re, ji mirovaniyê re, karekî bi rûmet dikin û ji rastiyê re dixebitin.
Her çendan ko em ne ji wan mirovên mezin û zana ne ko tarîxa jîna wan gencîne ko giranbiha û dewlemend e jî, lê win dikarin di vê nivîsarê de, hin tiştên ko di bin perdake tarî de û di nav toz û tirabêlka tarîxê de bê nav û deng û winda mane ji xwe re bibênin, bi kirasekî tarîxî û bi rist û hûnayî ji hêtêyên miletê xwe re pêşkêş bikin.
Ji ber ko em nikarin bi jimar, tarîx û sal van serpêhatiyan bidin xuyakirin, em nikarin navê vê nivişta xwe bi tarîx bi nav bikin. Ji lewra ya rast ew e ko em navê wê bikin, çîrok û serpêhatiya jînenîgariya min.
Lê gerek e, bê zanîn ko çiqas em karin, emê nehêlin ko derew, sawîr, dilxwazî cihên xwe di nav rûpelê vê nivîsarê de bigrin. Çawa me diye, çawa me bihîstiye, dixwazin wilo bi rastî bidin xuyakirin û binivisin. Û serpêhatiyên ko di çaxên me de çêbûne û çêdibin, bi kurtî ji we re bidin xuyakirin.
Ew serpêhatiya ko min ji devê hina bihîstiye, ezê navê xeberguhêz bidim xuyakirin, lê ewên ko min bi xwe dîtine, ezê bê xeberguhêz binivîsim.
Naçare emê bikevin çewtî û şaşiyan, lê gerek e, win şabatên ko em tê de dijîn baş nas bikin.
Bi kurtî çax û demên me
Rewşa miletê Kurd di vî nîrî de:
Miletê Kurd di van çax û deman de bê xwendin e, ji sedî deh xwendevan nayên dîtin. Ew xwendevan jî, yan bi zimanê biyanî xwendine, yan jî bi şîweyê Soranî ko şîwakî pir biçûk e û ji sê yeka gelê Kurd ancex pê mijûl dibî. Bi kurtî xwendin bi zimanê Kurdî şîweyê mezin -Kurmancî- ji bil çend gundên Ermenistanê, li hindamên dî weke Kurdistana bin destê Turkan, Kurdistana bin destê Faris, Kurdistana Sûriya nehatiye destûrdan. Miletê Kurd, perçe perçe, bindest û bê dewlet dijî. Heta îro jî, li hin cihan newêrin ko bêjin ”em Kurd in”; nivîsarek bi Kurdî yan niviştek bi Kurdî di malakê de bê girtin, bê dîtin binbar û gunehkar dikin; di zindan û polîsxanan de têne girtin û êşandin.
Her çendan ko çend tevger, partî, ristik di biwara serbestî û gerdenazadiya gelê Kurd de hatine çêkirin û çêdibin jî, lê ezezî, xudperestî, nezaniyê, ew li ber çavên gelê Kurd bêmirês kirine.
Dijminê miletê Kurd, ji van kêmasiyên me, hin karên mezin dîtine û nahêlin em çavên xwe vekin û tiştekî veşartî nemaye. Herwekû tirs, zordestî di dilên xebatkarên Kurd de, cihekî bilind girtine; kes bi kesî bawer nabî ko ya dilê xwe jê re bibêjî. Herkes êrîşî hev dikin, herkes li herivandinê digerîn û mirovên ko li avaniyê bigerin, gelek kêm û hindik in.
Birçîbûn, perîşanî û belengazî qiloçên xwe di sînga welatê Kurdistana mezin hildane û bi poşa em dane nav lingên xwe. Pirên wan ji bo ko karibin nanê zarokên xwe derxin, gerek e dijminahiya miletê xwe bikin. Gelek caran ew peyayên bi rûmet ko heta niha bi gernasî li ber xwe didan, ji nan û av pê ve tiştek bi destê zarokên wan nakevî; ji salê du car goşt hindirwê mala wan nabênî. Tu kes, heta dost û hevalên me jî newêribûn silavê jî li me bikin yan jî li çayxanakê li nik me rûnên. Çawa me ji wan dipirsî, digotin ”em newêrin”. Newêribûn bi me re li çayxanan rûnin, lê bi dijminê me re, bi dijminê miletê me re serxoş dibûn û dizî ji miletê xwe dikirin. Wêrabûn ko miletê xwe bixapênin, talan û tazî bikin; wêrabûn şerê miletê xwe, mirovên miletperwer bi dijwarî û serbestî bikin. Seydayê Xanî gotiye:
”Gava ko me dî zemane ev reng
Bilcumle li ser diravê bû ceng.”
Xuya ye ko ji çax û demên Seydayê Xanî û heta îro jî şer û cenga borcewaz û derebegên Kurd yan ên cihanê li ser dirav e; herkes dixwazî peran bicivênî, herkes dixwazî diziya rniletê xwe bikî. Bere sed hezar sal miletê Kurd, miletê wan di bin destê dijminê xwe de bimênî! Ev reng mirov, bi me, bi xebatkarên miletê Kurd dikenin û eşkera dibêjin ”win li nanê zikê xwe digerin, win bi kêrî nanê zarokên xwe nayên, winê çawa karibin ji miletê xwe re bixebitin”. Di awira van reng mirovan de, rûmeta mirovekî her tenê bi malê wî ye; bi diziya qerêja destê karker, cotkar, reben û gundiyê wî ye. Lê xebata serbestiya milet, xebata ji bo serbestiya mirovan, karker û cotkaran, gundî û rebenan dînîtî, nezanî û bêrûmetî ye.
Dîn: Divê em bi rastî bidin zanîn ko dîn, çawa şêx û melayên nezan, dijminê miletê Kurd yan rencberên dijmin didin zanîn û di devê riya milet de kirine kelemekî pir asê û hîmekî mezin ko bi dijwarî encex em karibin bidin alî. Vî dînî, em Kurd gelek êşandine.
Daxwaza me ne ew e ko em dixwazin tenê şerê dîn bikin. Lê em dixwazin dînê bi rastî bidin xuyakirin ko dîn ji bo çi hatiye. Ji bo çi çêbûye û çawa bi pêş ve diçî? Iro dijminê miletê Kurd çawa dikin kêreke tûj û zikê miletê me pê diçirênin. Miletê me -Kurd- pê li paş dihêlin, pê malê milet didizin, talan dikin; pê mijiyê milet qirêj dikin, pê dijminahiya me dikin. Lê ew dînê ko hatiye danîn ji bo paqijkirina dilê mirovan ji neqencî û pîsîtiyê, ji xwînrêjî, talankerî, dizî û keleşiyê; îro bûye alîkar ji bo kuştin, şewat, talan, dizî, berberî û dijminahiya miletê me.
Bend û berberiya eşîrî: Hêj em ji qûnaxa êlperestî nû derdikevin, şop û bermayên wê, di dil û mijiyên miletê me de bi xurtî dileyizin. Heta niha jî hê navê Mehmûdkî, Atmankî, Dckşûrî, Hevêrkî, Isa Begî, Xelîl Begî di nav me de şopên fireh û mezin didin xuyakirin û qerêja hezar salan bi nav mijiyê xwendewarên Kurd de dirijênin û bi jehr dikin. Ev hemî tiştekî pir hindik e ko di vî çaxî de dibin, berberî û dijminahiyê bi awira mirovperwerî, welatperwerî re dikin. Herwekû ji tevan mezintir ew e ko em ne ji wan mirovên xwendewar û xwendegehên bilind, zanîngehên bilind derketine ko em karibin her tiştî li gora dilê we bi rist û hûnan, weke zanayên xelkê şêbikin û ji we re, ji xortên piştî xwe re pêşkêş bikin û bihêlin. Bi rastî em jî dizanin ko di îro de, di van çaxên dijwar û tarî de, di nav van sergêjî û perîşaniyan de em nikarin tiştekî hêja, bi rûmet û giranbiha li gora dilê we çêbikin; lê em çi bikin? Seydayê Xanî dibêjî:
”Çi bikim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qumaşê ra xerîdar.”
Ma wê kî qumaşê me bikirî ko bi kêrî veşartina diziya wan nayê? Hin dikirin, lê biha nadin û hin biha didin û naxwênin. Hin dişewitênin, çawa ko hin ji wan didizin û ji xwe re difroşin, yan difroşin û peran ew dixun û pirên wan newêrin di mala xwe de veşêrin, weke marekî reş xelk jê ditirsî.
Herwekû ew zimanê ko bi hezaran sal bê xwendin û nivîsandin maye, pir dijwar c ko di çend salan de em karibin bi miletê xwe bidin zanîn ko çiqas bi rûmet û giranbiha ye. Em nikarin jê re zû bi zû kiryaran peyda bikin. Tenê herwekû Kurd dibêjin: ”Her tişt bi bihna fireh çêdibî, dinya bi bîna fireh ava bûye, sebir tal e lê berê şêrîn didî.”
Xwendcwarên mc, gcrek e van çeper, bend û dîwarên ko di devê riya me de bi xurtî û dirêjahiya tarîxê hatine çêkirin û avakirin zanibin, ko gazinan ji me nekin. Dikarin bêjin, eger win ne mirovên vî karê giran bûn, eger we nikaribû weke peyayên xelkê tiştên rind û pêkhatî, hêja çêbikin; divabû ko li mala xwe rûnin, ji zarokên xwe re bixebitin û ev karên giran we bisparta hin mirovên ko dikaribûn di bin vî barê giran de rabin.
Di bcrsiva vê gotinê de cm karin bibêjin ko ev rast e. Lê herwekû Seydayê Xanî gotiye:
”Xanî ji kemalê bêkemalî, meydanê kemalê dîtî xalî Yanî ne ji qabilî û xebîrî, belkî ji te-esib û eşîrî.”
Tevlî bêkemaliya xwe jî, lê me meydana payedarî vala diye û dizanin ko ji me zanatir gelek hcbûn ko bi vî karê giran rabin jî. Tenê em jî naxwazin ko di meydana rûmet û tevgera welatê xwe de destvala bi rê kevin û herçiqas ezezî bî jî. Lê em dixwazin di nav rûpelên xebata miletê xwe de cihekî çendan biçûk û nizim bî jî bidin dagirtin, em şerm dikin ko ev çax û demên me, bê nav û nîşan, bê şop û berma, di nav rûpelên tarixa biyaniyan de weke demên raborî derbas bin.
Hêvîdar in çi kêmasiyên ko win bibênin, rast bikin û tiştekî li ser wan binivîsin. Seydayê Cizîrî dibêjî:
”Tali-ê ko bêt û firset, muhlet li nik heram e,
Min umrê Nohî nîne, saqî were bi lez, xweş.”
28.05.1965
Cigerxwîn
Gotina paşî
Ez vê çîroka jînenîgariya xwe çap dikim. Ji ber ko gelek newekhevî di nav tarîxa jînenîgariya min de hatine gotin û nivîsandin. Herwekû gelek nivîskar û xwendewar dixwazin jîndariya min bi rast û ronî zanibin ko karibin rojekê li ser awî jî tiştekî binivîsin, çap bikin û belav bikin. U dizanim ko ew jî naxwazin têkevin nav çewtî û şaşiyan. Gelê Kurdistanê ji ber ko hişyar bûye, her û her ji rast û ronî bêtir hez dikî û nema dixwazî li pey derew û sawîran herî.
Ji ber wilo jî naxwazim çîrokên bi sawîr û goman, di nav jînenîgariya xwe de bidim xuyakirin û binivîsim. Herwekû min di pêş de jî gotiye: Dixwazim her tiştî bi kurtî, bi rast û ronî bidim xuyakirin û binivîsim. Hingî ji min bê, nehêlim derew di nav kevin, sawîr û goman di nav de cihên xwe bigrin.
Lê ez nikarim bi carek pak û paqij çêbikim. Ji ber ko ez çiqas bixwazim paqij çêbikim jî, lê dîsa wê kêmanî, çewtî û xwarî di nav de bimênin. Ez hêvîdar im xortên ko piştî me re bên hê bêtir rast bikin û hê çêtir û xweştir binivîsin.
Cigerxwîn
Stokholm-1983
Gundê me
Gundê me Hesar, navê xwe berdaye ser hijde gundan û tev bi navê Hesar têne navkirin. Li çola hemî dibêjin ”em Hesarî ne” û bi vî rengî bûye navê eşîrekê jî.
Hesar, gundekî ji 300 xanî hatiye avakirin, lê di îro de, pirê wan ji gund derketine û li çola belav bûne. Gundê me di nav deştekê de ye ko firehî û dirêjahiya wê 30-40 km. têne xuyakirin. Bajarê Kercosê dikevî rojhilatê jêrî ji Deşta Hesarê û hawîr deşta wê çiya ne. Di sînga wan çiyan de rcz, dar û devî nc; heta bi gewriya wan çiyan tê ajotin û çandin. Çaxê em tê de bûn, ji xaniyê mala Keyxwe pê ve qesir tê de nehatibûn avakirin. Lê dibêjin, niha gelek xaniyên xweş tê de hatine avakirin. Tenê qesrên Mala Keyxwe, bi ser gundê me de, serê xwe bi payedarî bilind dikin. Ji dûr ve weke keleheke bilind û asê têne xuyakirin; nîşanên çavsorî, zordestî didin xuyakirin.
Xelkê gund, jin û mêr, karkerên xwemal bi hev re dixebitin. Jin û mêr bi hcv re paleyî û karên derve dikin. Jin rûvekirî, di nav kar de zend û bendên xwe hildidin û alîkariya mêrên xwe dikin.
Hatina Hesarê
Dims u mewîjên xwe li Mardînê, Amedê, Deşta Amedê û Deşta Mardînê difrotin. Herwekû genim, ceh, nok, nîsk, kizin, şolik, werz, rez, pembû, garis, dar û ber di deşt û çiyayên xwe de diçandin. Çawa ko pez û sewalan jî xwcdî dikirin; hermî, hejîr, bihok û behîv di nav rezan de datanîn. Gûz, tû, sipîdar û bîşeng di nav aviyê xwe de diçandin. Hcrwckû nifşên tirî; mezrone, kerkûş, gewre, zeytî, romî, dirêjik, dayîşî, taîfi, koxer, amobengî (musebq), etfi, reş, sorik, hesenî, di nav rezên me de peyda dibûn. Lê navdarên wan mezrone bû ko dikirin dims, zeytî bû ko dikirin mcwîj. Tenê gewrc, hesenî gelek girs û mezin bûn. Dims û mcwîjên Hcsarê û gundên di bin siya wê de, -bêtir gundê Babnîr- navdar û giranbiha bûn. Dimsa wan li bajaran derece du bû, li pey dimsa Zinarê bû; ji ber ko dimsa Zinara Mardînê ji dimsa Hesarê çêtir bû. Li hawîr Deşta Hesarê, kanîkên avê derdibûn û li ber hinan ji wan çandinî dikirin. Li ber kaniyê gund, bexçe, pembû, zêrzewat diçandirt û avdan bi parvekirin bû.
Ji Kulan Bûme Cegerxwîn
Meyger tu were em qedehek mey bifirênin,
Serxoşî bibin em kul û derdan birevênin.
Gazî ke keçê, lê bi xwe re sazê werînin,
Da em li serayê bicivin, ser bihejênin.
Awaz û newaz xweş biçitin çerx û felek tev,
Da xob û perîzade ji perda xwe derênin.
Mestane bibin em ji xiyalên xwe xeber din,
Da kul di dilê kuştiyê goran de nemînin.
Zendî ji me lewma ko nekin piştî me re ew,
Kêmasiyê xêzên me nivîsîne nebênin.
Xêzên me nivîsîne bi xwe ayetê kurd in,
Dê piştî me re ew di civatan de bixwînin.
Doza ko me kir ew bi xwe Mûsa ne gehiştî,
Kurdên me dizanin bi xwe rêça me bibênin.
Meyger tu binê ez li dinê herwekî fîl im,
Şûva ko me ajotiye, tovê xwe biçênin.
Ger ez bimrim, axa cebana me bixwî tev,
Mizgîn ji welat bo me di gorê de bişênin.
Pir tîr û xedeng in, ji neyara me dil de,
Xortên bi hiner dê bi xwe heyfa me hilînin.
Ma qey tu nizanî, ji kulan bûme Cegerxwîn,
Dermanê me ye serxwebiwîn, bo me werênin