La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêvî, hejmar 2


Auteurs : | | | | | | Multimedia | | | | Multimedia | Multimedia | | |
Éditeur : FIKP Date & Lieu : 1984, Paris
Préface : Pages : 208
Traduction : ISBN : 0761-1242
Langue : KurdeFormat : 167x240 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêvî, hejmar 2

Versions

Hêvî
hejmar 2, gulan 1984

Hejmara pêşîna kovara «Hêvî» bala gelek xwendayên kurd kişand. Ji çar aliyên dinê, ji Kaliforniya ta Taşkentê, ji Swêd ta Erebistana Siûdî, Hindistan û Awistraliya, ji welêt, hejmareke bilinda welatiyên me Şabûna xwe, pîroziyên xwe bi me dan zanîn, hêvî û xweziyên xwe diyar kirin, pêşvebirin û geşandina vê xebaté xwastin.

Ev bal û piştivaniya dilgerm ji bo hevkarên «Hêvî» yê zehf giranbiha û binerx in. Em ji hemiyan re spasîyên xwe pêşkêş dikin û emê hewl bidin ku her hejmara kovarê ji ya berê dewlementir û têrkertir be.

Piraniya xwendevanan dixwazin ku «Hêvî» qet nebe ji sê mehan carekê derkeve. Ev daxwaz ji me re gelek li cî xuya ye, lê mixabin, bi derbekê pêkanîna wê hêsa nîne. Kovareke weka «Hêvî» yê ji bo jîndariya xwe hewcê du hezar kiriyarên bi pergal û mintezem e. Em ji bîr nekin ku libên ji Kurdistan re an ji Kurdên welatê sosyalîst re şandî bê dirav diçin. Kengî Kurdên rûniştevanên welatên din alîkarî bikin û du hezar kiriyar peyda kin ewê «Hêvî» dikaribe ji sê mehan, heta ji du mehan carek derkeve, bibe cigehê diyaloga edebiya Kurdên her aliyên Kurdistanê. «Bi xweziya dest nagihê baqê qeziyan» gotine pêşiyên me. Divê ku hevalên dilxwaz, bi mesûliyet û berpirsiyarî , milê xwe hildin, alîkariya me bikin.

Li Awrûpa Rojava qasî nîv milyon Kurd hene ; hejmara wan ji ya çend dewletên Awrûpayê yên xwedî serxwebûn, hikûmat û sefaret (Islanda, Malta, Luksembûrg, hwd.) zêdetir e. Roja ku ew xwedî li parastin û pêşvebirina çanda kurdî derkevin, di hoyên azadiya Awrûpa de kirina pir tiştan mimkin dibe. Em ji bîr nekin ku hin cemaetên bê dewlet ên ku ji Kurda kêmtirin îro bi zimanê xwe rojnamên rojê û kovaran dertinin, xwendegah û çapxanên wan hene. Paşdamayîn, şerpezetî û parekendeyî sernivîsa timî doma gelê kurd nîne. Divê ku xwendayên kurd, welatparêzên kurd li hêviyê nebin ku ewê hinên din van karên çandiyên bingehî bibin serî, an «kengî şoreş biser ket ewê her pirs hel bibe». Di Şerê çandî de cih girtin, bîrûbaweriyên wan her çi dibin, erk û wezîfa her Kurdê welatparêz e. Û ev erk bi xwendin, belavkirin û alîkariya çapa kurdî dest pê dike.

Hin heval ji mêj ve bi dilsozî alîkariya vê xebatê dikin, tê de bêşdar in. Em ji hemû welatiyên me yên ku dixwazin erka xwe ya bingehî û minimum li hemberî gelê kurd û çanda wî bicih bînin dibêjin : dergehên hevkarî û xizmetê ji hemûyan re vekirî ne.

Hêvî


Table des Matières

Serecem

Kurmancî
- Ji «Hêvî» yê re name / 8
- Bîranîna Tewfîq Wehbî - Joyce Blau / 13

Belge
- Bîranînên Ihsan Nûrî Paşa / 17

Ziman û edebiyat
- Çend aliyên rewşa zimanê kurdî - Ferhad Şakelî / 79
- Li ser Batêyî çend gotin - Rojen Barnas / 35
- Binevşa Narîn û Cembeliyê Hekkarê / 39
- Civata Pêxemberan - Şahînê Soreklî / 55

Helbest
- Ziman - Osman Sebrî / 61
- Biyanî - Reşîd Simo / 67
- Welatê zayînên teze – Cankurd / 64
- Vî pesanî – Rêzan / 65
- Hevala min - Emîn S. Seydo / 66

Pirtûkên nû / 67

Dijmilî
- Zarê dumilî û mewlûda Usman Efendî - Celedat Bedirxan / 77
- Dimilkî miyan di ciyaya vatişan – Malmîsanij / 86
- Ay wext – Heyder / 104
- Bêrî –Malmîsanij / 105
- Dewa mixeylî de - Alî Kiliç / 107
- Folklorê Kurdî ebe zarava dimilkî II – Zilfî / 109

KUrmanciya xwarê
- Namey hawréyan / 203
- Mamosta Tewfîq Wehbî koçî diwayî kird / 198
- Birewerî - Alî Kemal  / 196
- Be boney koçî diwayî Mamosta Tewfîq Wehbîyewe - Dr Kemal Fuad / 192
- Bo koçî diwayî Mamosta Tewfîq Wehbî – Hawar / 184
- Sembolîzm û Rimbaud - Simko Nakam / 180
- Roşnayî û tişk, serinc û rexne le lêkolinewey çîrokî kurdî le Iraq da - Dr Cemşîd Heyded / 156
- Çend serincêkî seretayî derbarey dirustbûnî şarî Silêmanî - Helkewt Hekim / 137
- Pişangay tabloy kurdî / 128



Sommaire

- A la mémoire de Tewfîq Wehbî - Joyce Blau / 13
- Souvenirs d'Ihsan Nourî Pacha sur la révolte kurde d'Agrî (1927-1930) / 17
- Quelques problèmes de la linguistique kurde - F. Şakelî / 29
- Notes sur le poète Batêyî - R. Barnas / 35
- La légende de Binevşa Narîn et Cembeliyê Hekkarê - recueillie par Roger Lescot / 39
- L'assemblée des prophètes (nouvelle) - Ş. Soreklî / 55
- Poèmes inédits - O. Sebrî, R. Simo, Cankurd, Rêzan, E.S. Seydo / 61
- Publications récentes / 67

En Kurde Dumilî
- Le poème de la naissance «Mewlûd», en dumilî - C. Bedirxan / 77
- Variantes dialectales en dumilî – Malmisanıj / 86
- Le village de Michaël - Ali Kiliç / 107
- Le Folklore dumilî – Zilfî / 109

En Kurde Méridional
- Hommage à Tewfîq Wehbî - Ali Kemal, Dr. Kemal Fuad, Hawar / 198
- Le symbolisme et Rimbaud - Simko Nakam / 180
- Etude sur la nouvelle kurde -Dr. Cemşîd Heyderî / 156
- A propos de la fondation de Suleymaniyê - Helkewt Hekim / 137
- La peinture kurde / 128

La revue Hêvî (Espoir) est une publication biannuelle de l'Institut Kurde. Elle est ouverte à tous les courants de la vie culturelle kurde.

Les textes publiés n'engagent que la responsabilité de leur auteur.

Pour toute correspondance, écrire à : Institut Kurde de Paris, 106, rue La Fayette,
75010 Paris — France. Tél : 824 64 64.

L'Institut Kurde de Paris bénéficie de subventions du Fonds d'Intervention Culturelle.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues