La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ronahî, n°1-28


Auteur :
Éditeur : Jîna Nû Date & Lieu : 1985, Uppsala
Préface : Pages : 584
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x206 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 598Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ronahî, n°1-28

Versions:

Ronahî
Supplément illustré de la revue kurde Hawar
Hejmar 1 - 24

Ev berhevoka destê we, ji hemû hejmarên kovara "Ronahî" pêk hatiye. Tevayiya hejmarên kovarê bîst û heşt in, Hejmara yekem di 1-ê  Nisana 1942-an de, ya dawî di Adara 1945-an de hatiye çapkirin.


Table des Matières

Çend gotin li ser jiyana xwediyê kovarê

Xwediyê kovarê; Celadet Ali Bedir-Xan di sala 1897-an de, li İstanbul ji dayîk bûye. Ji malbatek welatparêz dihat. Di salên 1843-1846 - an de Mir Bedir-Xan ji bo damezrandina Kurdistanek serbixwe li dijî İmparatoriya Osmanî rabû. Welat, heta Wan, Ûrmiye, Diyarbekir, Mehabad û Mûsilê hat rizgarkirin. Lê di 1847-an de, Osmaniyan, di bin serokatiya biraziyê wî ; Yezdan Şêr de tevgerek li dijî wî rakir. Bi alîkariya Yezdan Şêr Ordiya Osmanî Serîhildan şikand. Malbata Bedir-Xan ji welat hat derxistin, surgûn bû. Di dewra Sultan Abdulhemît de surgûna wan hat rakirin, lê Sultan nehişt ew vegerin welatê xwe. Malbata Bedirxaniyan anî İstanbul, li bin destê xwe bi cî kir. Gava Celadet Ali Bedir-Xan hat dinê, malbat hê jî li İstanbul ciwarkirî bû.

Celadet, di malbatek têkoşerê niştimanî de hatibû dinê. Herçî, tevgera wan hatibû şikandin, ji welatê xwe bi dûr ketibûn û di bin destê Abdulhamît de bûn jî dev ji xebata xwe ya niştimanperwerî bernedabûn. Loma ji Celadet, bi rûhê niştimanperwerî û têkoşerî hat gihandin. Bavê wî Emîn Alî Bedir-Xan, welathiz û ronakbîrekî dûrdîtî bû. Zarokên xwe, bi hemû îmkanên xwe da ber xwendinê. Celadet, xwendina xwe ya ewil û navîn li İstanbul xilas kir.

Pişti ku mezin bû, di nav tevgera "Tirkên Giwan' de ci girt û ji bo vegerîna meşrûtiyetê da ku mafên hemû milletên bindestên li Imparatoriya Osmanî bên dayîn li dijî mutlakyeta Sultan Abdulhamît şer kir. Di vî şerî de Celadet, tevlî malbata xwe hat surgûn kirin; wan şandin Yemenê. Piştî şoreşa "Tirkên Ciwan" ya sala 1908 ku Sultan Abdulhamît ji text hat daxistin vegeriya Tirkiyê. Di Şere Cîhanê yê Yekem de, bi rutba serbazî di nav Ordiya Imparatoriya Osman? de ciyê xwe girt û li Cepha Kafkasê şer kir.

Pişti Şerê Cîhanê Yê Yekem, ku Împaratoriya Osmanî têk çû û imperyalîstan welat dagir kirin, li ser belêkirina Mistefa Kemal û hevalên wî, ku Kurd û Tirk bi hev re ketibûn şerê xilasiyê, Celadet jî di vî şerî de ciyê xwe girt.

Lê piştî ku tevgera rizgarîxwaziya Tirk di bin serokatiya Mistefa Kemal de bi serket, hemû mafên Kuhdan hatin înkarkirin, serokên Kurdan ên ku ji bo mafên milletê Kurd şer kiribûn ji welat hatin bi dûrxistin, êrîşek tûj û tûnd çû ser milletê Kurd. Di vê demê de, di derheq Emîn Alî Bedir-Xan û her sê lawên wî de fermana dardakirinê derket. Emîn Ali Bedir-Xan û kurê wî Sureya Bedir-Xan çûn, li Misrê bi cî bûn. Kamûran û Celadet jî çûn Almanya, dest bi xwendina bilind kirin. Celadet li wir dibistana bilind xilas kir û dîploma doktoriya hukûkê wergirt.

Piştî vê, di 25.8.1930-an de vegeriya hat Şamê. Wê gavê Şam di bin destê Fransizan de bû. Li wir dest bi xebata siyasi ya niştimanî kir. Di nav xebata Xoybûnê de wek endamekî pêşeng cî girt. Di dema Serîhildana Agirî de, di nav Xoybûnê de aktîf têkoşa. Gava Serîhildan li Agiriyê gur û geş bû, bi hinek Kurdên pêşketî, hişyar û serok-eşîran ve haziriya aîikariya tevgerê kir. Bi hevalên xwe re xwest, ku ji Suriyê biçin Kurdistana Bakur û di wir de serıhildanê li temamê welat bela bikin. Bi dizî ji xetê derbas bûn, çûn Kurdistanê, lê ev tevger bi ser neket. Careke din vegeriya Şamê.

Li wir, Celadet dest bi xebata edebi û rojnamegêriyê kir û heta dawiya jiyana xwe vê xebatê domand.

Di 15.7.1951-an de li gundê Hêcanê(nêzi Şamê) mir.
Celadet Alî Bedir-Xan ji bilî zimanê xwe, bi Îngilizî, Fransizî, Almant, Tirkî, Farisî, Erebî û Yunanî jî dizanî. Xebata wî ya ser zimanê Kurdî hê ji sala 1918-an de destpêkiribû. Ji wê demê de ji bo çêkirina elfaba Kurdî bi tîpên latin? kar dikir. Her çiqas, yê cara yekem li ser elfaba Kurdî bi tıpên latin? kar kiriye, Xelîl Xeyalî ye jî mirov dikare bêje, ku damezrînerê elfaba Kurdî bi tîpên latînî Celadet Alî Bedir-Xan e. Ew hîmdarê rêzimana Kurdî ya tîpên latinî ye jî. Ewî di Hawar û "Ronahiyê" de û di xebata wekî din de esasê rêzimana Kurdî daniye. Celadet hem edîb û zimannasek mezin û hem jî welatparêzekî pêşketî yê Kurd bû.

Ji bilî xwedî û berpirsyariya Hawar û "Ronahiyê" afrandinên wî yên hêja yên dîtir jî ev in:
1. Elifba Kurdî
2. Rêzimana Kurdî
3. Ferhenga Kurdî, bi hemû lehçên navxwe
4. Rêzana Elfabeya Kurdî
5. Rûpelnine Elfabê
6. Dibaca Mewlûda "Bıyişa Pêxember"
7. Dibaca Nivêjên Êzêdiyan
8. Mektup ji Mıstefa Kemal paşa re
9. Ji mesela Kurdistanê
10. Edirne Sukutunun İçyüzü (Ruye Esası ye Roxandina Edirne) Çapxana Serbestî. Istenbul. 1329. Vê kitêbê Ceîadet Alî Bedir-Xan û Kamuran Alî Bedirxan pêkve nivîsîne.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues