La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 9


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | Multimedia | | | | | | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1994, Järfälla
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 9

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî, çandî

Dewleta Cumhûrî ya Kurdistan

1 - Berî ku ez bersivên pirsyarên we bidim, ez dixwazim spasî we bikim, ku hûn bi munasebeta 48 saliya vê bûyera mezin ya di dîroka me de, di kovara xwe de bîranîna wê dikin.

Yekem tiştê ez bibêjim ev e, ku navlêkirina " Dewleta Cumhûrî ya Kurdistan" bi "Cumhûriyeta Mehabad" ne rast e, çunkû avabûn û tesîra vê Cumhûriyetê tenê li bajarê Mehabadê û dor û berê wê nebûye, belkû beşeke berbiçav li rohelata Kurdistan, di jêr nifûsa vê Cumhûriyetê de bûye.

Rast e, Cumhûriyet di 22'ê çileyê paşin 1946'an de hat îlankirin, lê di rastî de, piştî hilweşandina hukmê Reza Şah Pehlewî, di tebaxa 1942'an de û belavkirina artêşâ Şahenşahî li pirr cihên rohelata Kurdistanê û demokratîzebûna prosesa siyasî, gelê me bi lez karîn girte destê xwe û ji birêvebirina kar û barên xwe bi destên xwe difikirî û lê xwedî derket.

Ew xebatên ku bi awayekî nihênî û veşartî ji aliyê "Komela J-K" dest pêkiribû, bi riya geşkirina bîr û hestên netewî, bi weşandina kovara "Niştiman" û her wisa rêkxistina tiyatroya " Dayika Niştiman" êdî hêdî hêdî gerek berfirehtir bibûya, loma bangewaza wîstên milî gereke konkretir bibûya, ew proses bi avakirina " Hizbî Demokratî Kurdistan" bêtir aliyê gelemperî da xwe. Pêşevan Qazî Mihemed ku bi salan berê xwe dabû doza kurdan, bi taybetî bi pêkanîna tebayî û aştî di komelegeha eşîretiyên kurd de, dewrek berbiçav di bilezkirina damezrandina karîna kurdî de leyist.

Piştî şerê cîhanê yê duhemîn, qezencên siyasî û aboriya Sovyetê îcab dikir ku piştgiriya hêzên demokrat li Îranê û rojhelata Kurdistanê bike, lê wexta ku hukûmeta merkeziya Îranê karbidestên Sovyetê xapand, îcar wan qezencên xwe li aliyê din dîtin û ew ji pişta kurd û azeriyan vekşiyan.

Hizba Qazî Mehemed bawerî bi hêzên Sovyetê anî û bi heq derfet bi wext dît ku Cumhûriyeta kurdan damezrîne.
Ew karên wan însîkasek tebiî bû. Yanî lew furstê dîrokî îstîfade kirin û hakimiyeta kurdan îlan kirin.
.....

Hesenê Qazî


Table des Matières

Naverok

- Cumhûriyeta Kurdî ya Mehabadê - F.Cewerî / 3
- Dewleta Cumhûrî ya Kurdistan - Hesenê Qazî / 7
- Cumhûriyeta Kurdistanê - Kerîm Husamî / 9
- Cumhûriyeta Kurdistanê – Mahmod Mola Ezat / 11
- Ji bo Yilmaz Güney - Rojen Barnas / 13
- Kela dimdimê - Haviz Qazî / 15
- Du helbest ji - Xelîl Battî / 27
- Du helbest ji - Şîrîn Bozarslan / 28
- Keça kurd Zengê - Cemşîd Bender / 29
- Sê helbest ji - Orhan Velî / 34
- Resamên kurd - Xelîl Duhokî / 36
- Hilkişîna bajarekî - Dilawer Mêqerî / 39
- Xalid axayê Zêbarî - Zeynelabidîn Zinar / 40
- Çirûskin - Dêrsim-Memo / 45
- Keçika piçûk - M. Alî K. / 48
- Du şehîd, du jiyan - Nûrî Aldûr / 51
- Evîndara ji Helepçeyê hatî - Suzan Samanci /53
- Ji bo yezdan - Medenî Ferho / 57
- Jana gel - Sebrî Botanî / 62
- Em xerîb in - Celadet Alî Bedir-Xan / 67
- Helbestên Amerîka Latînî - Bedirxan Epözdemîr / 68
- Muhacirtî û rewşa keçan - Şahînê Bekirê Soreklî / 70
- Dîwar – Sartre / 77
- Evîn – Mayakovskî / 92
- Sê helbest ji - J. Espar / 94
- Li ser sê pirtûkên beşîkçî - Gabar Çiyan / 98
- Kovarên kurdî - Lokman Polat / 100
- Agora - Mustafa Aydogan / 106




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues