Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 15


Nivîskar : | | | | | | Multimedia | | | | | Multimedia | | | | |
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1995, Järfälla
Pêşgotin : Rûpel : 114
Wergêr : ISBN : 1103-1964
Ziman : KurdîEbad : 160x235 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Nûdem, hejmar 15

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Mir Kamiran Alî Bedir-Xan

Rojan Hazim

Gava Firat Cewerî, ji bo kovara Nûdemê pêşniyara ji nû ve weşandina birek ji pêşgotina rojnama Stêr ya li ser Mîr Kamiran kir -Stêr, çapa nû, Weşanxana Xanî Bateyî, 1992, Danmark- ; me careke dî çav lê gerand ku hindek kêmasiyên zimanî serast bikin. Lê belê, xûya bû ku ji paragrafa "Portreya Kamiran Ali Bedir-Xan, -rûpel 12-" destpêkirin dê tevayiya nivîsarê kem bike. Lewma, me ji navbira "Birayên Bedir-Xanî: Mîr Celadet û Mîr Kamiran" destpêkir. Ya rastî jî heke mirov bixwaze taybetî li ser Mîr Kamiran jî binivîse, heta mirov li ser Mîr Celadet çend gotina neke mirov nikare yekser derbazî ser gotina Mîr Kamiran bibe. Jiyana van herdu bira ji gelek aliyan ve pêkve girêdayî ye. Vêca bi kurtî jî be; em dê ji gotina "li ser herdu bira" dest pê bikin û paşê jî gotinê bi firehî bînin ser Mîr Kamiran.

Birayên Bedir-Xanî: Mir Celadet û Mir Kamiran

Binemaleke jîr, kêrhatî, rûspî, serbilind, dilêr; xwenda, têgihiştî, zana; û digel hinde xasyetên herî baş û qenc derece yêk welathez û parêz... (Têkçûyîn û xwe berze kirina hindek kesên vê binemalê, bi giştî xasyeta baş ya vê binemala ku di her keysî da ji bo Kurdistaneke serbixwe serhildane, xirab nake û herweha sihê li kiryarên welatparêz yên binemalê jî nake.)

Binemala Bedir-Xaniya, binemaleke boş, mezin û fireh e. Nifûsa vê binemalê temetî gundekî adetî yê Kurdistanê dike...

Lê belê, îro danîna dara secera binemala Bedir-Xaniya gelek dijwar e. Ji ber ku ev binemale di serî da ji aliyê dewleta Osmanî û paşê jî îdara Jontirka û dawiyê jî ji aliyê hûkmeta Kemalîst ya dewleta Tirkiyê ve hate belav û derbeder kirin... Endamên jîr û kêrhati yên vê binemalê berbelavî rojhilata navîn û Ewrupeyê bûn. Paşnavê yên li Tirkiyê mayî hate guhartin û gelek neheqî lê hatin kirin. Bi kurtî dewleta Osmanî û paşê jî ya Kemalîst hemû zulm û teda kir ku nav û dengê vê binemalê bête birandin û ji bîr kirin... (Piştî weşandina nû ya rojnama Stêr ji aliyê me ve; nivîskar û lêkolîner Malmîsanij pirtûkek li ser binemala Bedir-Xaniya bi tirkî weşand Li ser binemalê hindek agandariyên fireh hatine dan. Navê pirtûkê: "Cizira Botanli Bedirhaniler" e. Weşanên Apec, Swêd 1994)

Kamiran A. Bedir-Xan li ser bapîrê xwe Bedir-Xan Paşa wisa gotiye : "Li gor gotina 99 zarokên bapîrê min hebûne... Lê ev tişt baş tê zanîn ; gava wî wefat kir, 21 law û 21 ...


Table des Matières

Naverok

Bîranînên mezinên kurdan - Firat Cewerî / 4
Pênc helbest ji - Rojen Barnas / 6
Mîr Kamiran Alî Bedir-Xan - Rojan Hazim / 12
Çîroka bûna min - Mehfûz Mayî / 26
Galîleo Galilei - Şerefxan Cizîrî / 28
Ji wê re - Can Gülşenoglu / 32
Ehmedê Xanî û ramana dewletî - Felat Dilgeş / 33
Helbestek ji - Mervanê Keleş / 56
Êzîdiyên çiyayê Sincarê - Ingmar Karlsson / 60
Seydayê Tîrêj - Şefîk Kaya / 69
Sebriye Hekarî - Xelîl Duhokî / 74
Romanseke çilmisî - Firat Cewerî / 76
Happy birth day to... - M. Emîn Pencewînî / 81
Demeke ku hate kuştin - Süleyman Demir/ 84
Hişê xwe pêş de bibin - Azîz Nesîn / 103
Helbestek ji - Hoşeng Biroka / 106
Pêwîstiya pisporiyê - Lokman Polat / 108
Rewşen Bedir-Xan - F. Cewerî / 110
Serokê karê diyanetê... - Sabah Kara / 114




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar